3 rojnameger hatin desteserkirin

Rojnameger Bariş Pehlîvan û Serhan Asker li gel pêşkêşkara Halk Tvyê Seda Selek di çarçoveya lêpisînekê de hatin desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê rojnameger Bariş Pehlîvan de ji ber axaftineke telefonê ya li gel pisporekî lêpirsînan  ê bi navê S.B ku derbarê dozên CHPyê de hatiye erkdarkirin lêpirsîn dabû destpêkirin.

Li gorî zanyariyan, Pehlîvan dema li gel wî kesê pispor axiviye bêyî destûra wî dengê wî parvekiriye.

Bariş Pehlîvan di çarçoveya lêpirsînê de li ber deriyê avahiya televîzyona Halk Tvyê hat desteserkirin.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de Rêvebirê Halk TVyê rojnameger Serhan Asker û pêşkara Halk Tvyê Seda Selek jî hatin desteserkirin.

Daxuyaniya serdozgeriyê

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê lêpirsînê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku axaftina telefonê ya yek ji kesên pispor ku di lêpisîrsînên ji aliyê Serdozgeriyê ve tên birêvebirin a bi Halk Tvyê re bêyî destûr hatiye tomarkirin û belavkirin ji ber wê yekê jî biryara desteserkirina Bariş Pehlîvan, Serhan Asker û Seda Selek hatiye dayîn.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ameje bi wê yekê da ku cezayê ew kesên bêyî destûr axaftina kesek tomar bikin û belav dikin ji 2 heta 5 salên girtîgehê û 4 hezar roj cezayê pere dest pê dike.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê her wiha îdîa dike ku bi îfşakirina pisporên di lêpirsînan de erkdar hewl hatiye dayîn ku rê li ber derketina rastiyan bê girtin û encamên lêpirînê bên guhertin.

“Nayê qebûlkirin”

Girtina her sê rojnamegeran bû sedema bertekan.

Serokê CHPê Ozgur Ozel  li ser hesabê xwe yê medyaya civakî  peyamek belav kir û got:

“Ev karek e ku di warê azadiya çapemeniyê de nayê qebûlkirin. Me hevalên hiqûqnas erkdar kirine û pêvajoyê ji nêzîk ve dişopînin.”

Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari jî nerazîbûn nîşanî desteserkirina  rojnamegerên Halk Tvyê da û xwest ku Barş Pehlivan, Serhan Asker û Seda Selek demildest bên berdan.

Çi bûbû?

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu 27ê Kanûna Paşîn a 2025an, di civîneke çapemeniyê de navê kesek pirspor ku di lêpirsînên CHPyê de beşdar eşkere kiribû.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li ser vê yekê bi tohmeta “hewla destwerdana darazandina dadmend û bandora li ser pisporê lêpirsînê” derbarê Îmamoglu de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Serdozgeriyê her wiha ferman dabû Rêveberiya Ewlekariya Stenbolê ku ew kesên navê pisporê lêpirsînan di medyayê de belavkirine û ew kirine armanc jî bên destnîşankirin û derbarê wan de lêpirsîn bê destpêkirin.

Piştî vê yekê derbarê Bariş Pehlîvan de û hejmarek berpirsên Halk Tvyê de bi tohmeta ku pêwendiyeke telefonî bê destûr tomarkirine û pisporê lêpirsînan kirine armanc lêpirsîn hatibû destpêkirin.

Rûdaw

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *