Li bajarê Balikesîrê 3 karkerên avahîsaziyê ji ber guhdarîkirina muzîkên Kurdî bi hinceta “propagandeya rêxistinê” û “dijîderketina polîs” hatin girtin.
Duh parkeke navçeya Alitieylulê ya Balikesîrê dema karkerên Kurd ên bi navê Ozgur Îpek, Mehmet Argin û Cemal Guzel guh didan stranên Kurdî, polîsan bi hinceta “derdor ji we bi gazin in” nasnameyên wan kontrol kirin.
Li gorî MAyê karkeran gotiye u ew tenê stranan guhdar dikin û wan nexwestiye nasnameyên xwe bidin polîsan.
Li gorî nûçeyê li ser vê yekê polîsan li wan xist û ew desteser kirin.
Kadîr Guzel ku birayê yek ji wan karkeran e derbarê bûyerê de axiviye û got birayê wî Cemal Guzel û hevalên wî rastî êrişa polîsan û hinek kesên li parkê jî hatine.
Kar îro piştî îfadeya li rêveberiya polîsan sewqî Edliyeya Balikesîrê hatin kirin.
Her sê karker bi sûcê “propagandaya rêxistinê” û “rabûna li ber polîsan” hatin tawanbarkirin û bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin.
Bi biryara Dadgeriya Ceza ya Sulhê her sê karker bi heman hincetê hatin girtin.
Rûdaw