Îbrahîm GUÇLU
Di 6ê Sıbatê de encama du erdhejên mezin û felakete sedsalê li Turkiye, li Sûriyeyê û li Bakurê û Rojavayê Kurdistanê komkujiyek qewimî. Di vê komkjujiyê de kurdan û ereban û tirkan û kesên neteweyên din jiyana xwe ji dest da. Em û her kes ji bona vê komkujiyê xemgîn bû. Herkesekî trasterast ji erdhejê zirar dît û gelek canên xwe wenda kirin. Erdhej bû bûyereke gelek dramatik û trammatîk û sosyo-psîkolojîk. Ji bona erdhêjê min jî çend meqale nivîsandin.
Di van rojan de Doza Kurd-Kurdistanê, 3 kesên xwe yê xebatkar û têkoşer û evîndarê Kurdistanê û kurdperwer wenda kir. Ew sê kesan dost û heval û hevxebatê min yên hêja bûn.
Ez nivîsa xwe ya hefteyî ji bona ev sê kesên qedirbilind û mirovên Doza Kurd û Kurdistanê peşkeş dikim.
XEYREDDÎN ATABAY DOSTÊ MIN Ê BAŞ BÛ. MIN EW DI SALA 1975-AN DE NAS KIR. ME BI HEV RE DI DKPÊ DE KAR KIR
Piştî ku Kek Xeyreddîn Atabay jiyana xwe ji dest da Necdet Gundem û min jî di derbarê wî de nibvîsand. Ez wan nêrînan parve dikim.
Di 9ê meha çirîya pêşîn sala 1950î de li Dihê hate dinê. Bavê Xêreddîn memûr bû. Dibistana seretayî li Êlihê(Batmanê), dibistana navî li Sêrtê, dibistana mamostetî jî li Amedê xwend. Xêreddîn zarokê malbateke fireh bû. Zewicî bû, kürek û du keçên xwe hene.
Jîyana xwe ya sîyasetê di salên 1967-68an de bi saya damezrenêrê T-KDP Emer TURAN (Emerê Şebab) bû. Dem ali Amedê dibistana mamostetî dixwend bi ezimandina Emer TURAN tevlî sohbetên li Otêla Demir bû. Di van sohbetan de rehmetî Seîd Elçî jî ku sekreterê giştî yê T-KDP bû amade bû. Di dibistana mamostetî de hestên xwe yên neteweperwerî pêşde çû. Pir di bin bandora Emer TURANê ku bi caran dihate Dihê, mabû. Danûstendina wî bi Emer TURAN re heya sala 1969an dom kir.
Di sala 1969an de ji dibistana mamostetî mezûn bû. Tayîna xwe ya pêşî derkete gundê Buzukra. Di sala 1970an de eskerîya xwe kir. Di sala 1971an de bû endamê KDP-T ku sekreterê xwe yê giştî Dr. Şivan (Said Kirmizitoprak) bû, tevlî kampa li Kurdistana Başûr bû. Ji ber kuştina Seîd Elçî û derdestkirina Dr. Şivan û hevalên xwe vegerîya Dihê. Di sala 1973an de bû endamê PŞDK (Partî Şoreşger î Demoqrat î Kurdistan) ku di sala 1972an de ji alî Emer TURAN û hevalên xwe hatibû damezrandinê. Wê demê PŞDK li herêmên Mêrdîn, Êlih û Sêrtê xebata rêxistinî dikir. Lê temenê PŞDK pir kin bû. Dema Necdet Gundemê ku li Zanîngeha Mamostetî ya Amedê dixwend ji PŞDKê dûr ket û bû endamê T-KDP, wek gelek endamên PŞDKê Xêreddîn jî bi pêşnîyara Necdet Gundem û Muhterem Bîçîmlî bû endamê T-KDP. Xêreddîn bû berpirsyarê T-KDP yê herêmê.
Di sala 1976an de di mitînga Farqînê de tevlîbûna mitîngê bi kincên netewî (Şal û Şepik) û bi girseyî bala herkesİ kişan ser xwe.
Di sala 1976an de bi tevî hevalên xwe liqekî TÖB-DERê (Komela Mamosteyên Tirkiyê) li Dihê damezirand. Piştre wek delegeyê Grûba Serbixwe ya Mamosteyên Rojhilatê tevî kongra TÖB-DERê bû.
Di sala 1977an de pêşengîya damezirandina liqekî DDKDê li Dihê bi awakî aktîf cîh stend.
Di meha adara 1978an de li Sûrîyê tevlî kampa eskerî ya KİPê (Partî Karkerî Kurdistan) bû.
Dema vegerîya ji ber sihêf û heqaretên ku serbazekî li kurda kiribû sîllekî li serbazî da û heftîyek li hepsê ma. Wî sirgûnê Aybastî ya navça Orduyê kirin. Di sala 1978an de hikûmet guherî û paşde hat Dihê.
Xêreddîn li Dihê ji alî xelqê ve pir dihat hezkirin û rûmetek mezin nîşanî wî didan. Dema li gundê Buzûkrayê di dawetekî de zava û birazava ji ber teqîna tifingan ji pîyên xwe birîndar dibin serbazekî tê gund û dixwaze bi dara zorê bi gundîyan bide gotin ku sedema vê yekê Xêreddîn e. Serbaz gundîyan li ser berfê dide dirêjkirin û li wan eziyet dike. Gundî li dijî Xêreddîn tu tişt nabêjin. Ji ber vê bûyerê TÖB-DER beyanek da û bûyerê bi tundî şermezar kir. Xêreddîn sirgûnê Mersinê û ji wir jî sirgûnê Mutê kirin.
Di sala 1977an de bû namzedê serokatîya şaredarîya Dihê. Di hilbijartinê de Muhterem Biçimlî roleke aktîf cîh stend. Hilbijartinê bi 19 dengan wenda kir.
Di hilbijartina senatoyê ya sala 1979an de performanseke bêhempa nîşan da û ji bo namzede DDKD-KİPê rehmetî Gani Sungur re ji herêmê 4.000 deng bi dest xist. Hilbijartin bi hezar dengan hat wenda kirin.
Di derba eskerî ya sala 1980ê de li herêmê yên ku pêşî hatin derdestkirin ew û hevalên xwe bûn. Dema derba eskerî saet 03:00an de hate îlankirin bi tevî 18 hevalên xwe hatin girtin. Di êşkencexaneya 5an a bi navûdeng a Amedê de bi tevî hevalên xwe raza. Mêrxas bû! Tevî ku hewqas êşkence lê kirin jî berxwe da tu agahdarî neda wan.
Di sala 1982an de dema KİP bû parçe li gel Emer Çetîn cîyê xwe girt.
Ji berk u ji mamostetîyê hatibû avêtin bi karen cüda mijûl bû. Dema xaima wî sirgûnê Afyonê kirin ew jî pere çû Afyonê lê piştî demek kurt xanima wî ji kar dûr xistin û vegerîyan hatin Dihê.
Demek li hepisxana Mamakê raza û vegerîya hate Amadê. Liv ir di şirketeke kargoyê kar kir. Piştre li Çukobîrlîka li Edenê dest bi kar kir. Sala 1996an dev ji kar berda emeklî bû û li Mersînê bi cîh bû.
Di sala 1994an de tevlî Platforma Demokratîk a Kurd bû. Di sala 1996an de bû damezrênerê DKP(Demokratik Kitle Partisi) û bû serokê liqê Mersînê.
Di sala 2000an de di avakirina Platforma Yekîtîya Demokratîk a Kurd (KDBP) de cîh stend. Li hember avakirina HAK-PARê derket û dev ji sîyasetê berda.
HEVALÊ MIN Ê HEPISÊ Û XEBATKARÊ TEVGERA RIZGARÎ-KOMALÊ ABDURRAHMAN DEMÎR JIYANA XWE LI DIYARBEKÎRÊ DEST DA….
Ez îro (duho) bi telêfonên hevalên hêja agahdar bûm ku hevalê min ê hepisê û xebatkarê Tevgera Rizgarî-Komaleyê jiyana xwe li Diyarbekîrê dest daye. Dê li Erganiyê bê binax kirin.
Hezar mixabin Ez ji bona ku ne li Diyarbekîrê me nikarim beşdarî seramoniya wî bin. Bila min bibaxşîne.
Min Abdurrahman Demîr di sala 1971an de li hepisxaneya Derbaya Leşkerî ya 12ê Adar a 1971an ya Diyarbekîrê nas kir. Beriya ku ez wî şexsî nas bikim, min dizanî ku her çiqas temenê wî dest neda bû ku bibe damezrênêrê DDKO ya Erganiyê, ew ji destpêkê de wek damezrênêrê DDDO yê hat nas kirin û xebat kir.
DDKO li Kurdistanê di destpêkê de li Erganiyê ava bû. Pişt re li Kozlukê, li Diyarbekîrê, li Batmanê ava bû. Abdurrahman Demîr, dema DDKOyên li Kurdistanê tên damezrandin, ew jî beşdarî civînên wan dibe. Di wan civînan de helbestan dixwîne.
Abdurrahman Demîr loma jî di dema derbaya leşkerî ya 1971 an bi grubeke mezin ya Erganiyê ve hate hepis kirin. Dema ez, Mumtaz Kotan, Nezîr Şemmîkanli, Sabrî Çepîk ji hepisxaneya sivîl ya Ulucanê hatin hepisxaneya leşkerî ya Diyarbekîrê, min Abdurrahman Demîr şexsî nas kir.
Di hepisxaneyê de di nav gruba Kurdistanîxwaz û rêxistinbûna neteweya kurd ya serbixwe de cîh girt. Di hepisxaneyê de li hemberî çalakiyên derbayê û berpirsiyariya hepisxaneyê çalak bû.
Piştî ku em di sala 1974an de ji hepsê derketin, me Tevgera Rizgarî-Komalê ava kir. Ew di destpêkê de beşdarî Tevgera Rizgarî-Komaleyê de bû. Xebata xwe ya Doza Kurd-Kurdistanê bi rêxistinî meşand.
Ez ji bona li Erganiyê rûniştvan bûm, bi malbata wî jî wek malbata me/min bû. Em ji hev re bi her babatê alîkar bûn. Me bi hev re rojên tehl û şîrîn parve kirin.
Dema di sala 1978an de di Tevgera Rizgarî-Komaleyê de veqetandin çêbû, rêya me ji hevûdû qetiya. Di destpêkê de car carna di pêwendiyên me de nexweşî çebûn jî, heta roja jiyana xwe ji dest da, em dostê hev yê nêzik û baş bûn.
Ew di Derbaya 12ê Îlona 1980yî de jî hepis bû. Di Doza Rizgarî-Ala Rizgarî de hat darizandin û ciza girt. Ez jî wê demê li derveyî Kurdistanê bûm.
Kek Abdurrahman Demîr piştî cizaya xwe qedand ji hepisxaneyê derket. Pêwendiyên me ji nêzik ve domand.
Piştî ez di sala 1998an de vegeriyam Kurdistanê û Tirkiyeyê jî, pêwendiyên me her dem baş bû.
Ez bi mirina dost û hevalê xwe, xebatkarê Doza Kurd-Kurdistanê Abdurrahman Demîr gelek xemgîn im.
Ez baş dizanim ku hemû Kurdperwer û Evîndarê Kurdistanê jî gelek xemgîn in. Peyama hatine û tên nivîsandin jî ve xemgîniyê diyar dike.
Ew nûha beriya me dê bibe mêvanê Abla Şefîqayê û hemû kurdperweran û serokên Kurdistanê yên di sedsalî de jiyana xwe ji dest dane.
Ez ji bona malbata wî ya delal, Birayên wî yê mezin Muharrem, Remzî, Murat û xwîşka wî Zehrayê, hezkir û dostên wî, kevne hevalên wî yên di Tevgera-Komeleyê de cîh girtibûn, gelê me sersaxî û sebir dixwazin.
Ez baş dizanim ku Ciyê wî dê ronî û gulistan û Kurdistan be.
GELÊ KURDISTANÊ EVÎNDAREKÎ KURDISTANÊ DOSTÊ MIN GURGÎN MELE HESENÊ HIŞYARÊ SERDÊYA LICEYÊ JIYANA XWE JI DEST DA…
Gûrgîn Mele Hesenê Hişyarê Serdeyê jiyana xwe li Norwecê ji dest da.
Ew dostekî minê baş bû.
Ew kesekî gelek zana û proaktîf bû.
Ez gelek xemgn im. Piştî Abdurrahman Demîr nûçeya Kek Gûrgîn ez şokê kirim.
Ez û Gulfer Xan gelek caran li mala wî bûn mêvan. Me bi hevre wextên gelek xweş û tijî derbas kir.
Wî di salên 80yî de ji bona penaberên siyasî yên Bakurê Kurdistanê gelek fedakarî û alîkarî kir.
Ew ji bona Yekîtiya Kurdistanê xebatkar bû.
Ez ji bona Birayê wî dostê min ê nêzik Kek Mistefa ku jiyana xwe li Stenbolê didomîne û Kek Kamuran û xwişkên wî û keç û kurên wî û hevaldostê wî yê nêzik Mistefa Kiliç û malbata wan û kurdperweran û gelê me sersaxî dixwazim.
Ew dê li dinyaya din jî dê proaktîf be û henekçî be.
Bila ciyê wî ronî û Kurdistan be.
24 Sibat 2023