PAK û TDK-TEVGERê, li gel kesayetên Kurdistanî, bi minasebeta 49emîn salvegera şehadeta Leyla Qasim û hevalên wê, roja 12.05.2023yê li Qoserê, li nav esnafan û li kolanan belavok belav kirin.

Endamên PAKê,TDK-TEVGERê û kesayetên Kurdistanî bi êlegên ku li ser wê ‘’Zimanê Kurdî Hebûna Me Ye’’ belavok belav kirin.

Di dema belavok belav kirinê da, namzedê palamenterîyê yên Mêrdînê yên HAK-PARê Halît Kahraman û hevalên xwe jî piştgirî dan vê çalakîya belavok belav kirinê.

Gelê Qoserê bi awayekî germ pêşewazîya vê çalakîya belav kirina belavoka di derbarê Leyla Qasimê û hevalên wê da kirin. Çalakî bi awayekî serkeftî bi dawî hat.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *