Nameyên Diakurdê bo rêzdar Mesûd Barzanî – نامەکانی دیاکورد بۆ بەڕێز مەسعود بارزانی

Silav û rêz,

Di nav 4 salên proseya damezrandina Diakurdê de, komîteya damezrandinê hewla çêkirina pêwendiyên baş di gel hemû aliyên Kurdistanî û desthilata kurdî li başûrê Kurdistanê kiriye. Komîteyê çêkirina pêwendiyên baş girîng dîtiye, lê her tim tekez kiriye ku rêkxistinek ku bixwaze Kurdên diaspora di bin sîwanekî neteweyî de kom bike, pêwîste serbixweyiya xwe ya siyasî û rêkxistinî biparêze. Li ser daxwaza raya giştî em 3 nameyên ku di nav wan çar salan de bo rêzdar Mesut Barzanî re hatine şandin, bo raya giştî belaw dikin. Mixabin heya îro me tu bersiv bo wan nameyan wernegirtiye. Di gel rêz û silavan, Komîteya birêveberiya Konfederasyona Kurdên Diaspora – Diakurd

سڵاو و ڕێز، کۆمیتەی دامەزراندنی دیاکورد لە ماوەی چوار ساڵی خەباتی خۆی دا هەولی بەردەوامی دا کە پەیوەندیی باشی لە گەل هەموو لایەنە کوردستانیەکان و دەسەڵاتی کوردی لە باشووری کوردستان چاک بکا. کۆمیتەی دامەزراندن سەرەڕای هەولی چاکردنی پەیوەندی لە گەڵ لایەنەکان جەختی کردووە کە ڕێکخراوی کوردانی دیاسپۆرا پێویستە سەربەخوییی لە بوواری سیاسی و ڕێکخستنیەوە بپارێزێت. لە سەر داوای ڕای گشتی ئەم ٣ نامەیەی کە لەم ماوەیە دا بۆ بەڕێز مەسعود بارزانی نێردراون لێرە بڵاو دەکەینەوە. بەداخەوە تا ئێستا وڵامی هیج کام لەم نامانەمان وەرنەگرتووە. لە گەل ڕێز و سڵاو، کۆمیتەی بەڕێوەبەریی کۆنفیدراسیۆنی کوردانی دیاسپۆرا – دیاکورد

12/12/2019 Cenabê Serok Mesûd Barzanî

Di gel rêz û silavên germ, em dixwazin derheq xebata me ya Diyaspora çend zaniyariyên girîng pêşkêşî cenabê we bikin.

Nêzikî du sal in, bi beşdarîya 7 Federasyonên Kurd ji welatên Ewropî û Soviyeta berê xebateka koordînasyonê di navbera rêkxistinên Kurd li diyaspora dom kiriye.  Di nav vê demê da me pênc konferansên taybet (agahdarîyê zêde li dawîya nameyê da hene) li welatên cawaz pêk anîn û xebata me li gor armancên ku me danîbû pêş xwe, berdewam e.

Di Konferansa Moskovayê da nûnerek li ser navê Cenabê we amade bû û peyama Cenabê we pêşkeşî beşdarên konferansê kir. Herweha nûnerek ji mekteba rêzdar Nêçîrvan Barzanî di heman Konferans û Konferansên li Bruxsel û Kopenhagê hazir bû. Xebata me ya du salên bihûrî bi agahdarî, çavdêrî û rênimayiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêveçûye. Ew xebate ji aliyê komîteyek hevbeş birêvediçe.

Pirsa rêkxistinkirina xebata diyasporayê wek pirseka girîng demeke ketiye rojeva kurdan de. Di herdu hevdîtinên me yên dawiyê bi Cenabê we ra (berîya Referandûmê û di rojên merasîma sondxwarina Serokatîya Herêm da) derfet bo me çebûn ku em nêrîn û pêşniyarên xwe bi firehî pêşkesî Cenabê we bikin.

Pistî çend civînên taybet, reşnivîsa destûr û prensîbên giştî yên DIAKURDê di konferansa Kopenhagê ji aliyê nûnerên hemû Federasyonan ve hat pejirandin. Di wê Konferansê de herwiha biryar hat standin ku em di meha nîsana 2020 an da Kongra DIAKURDê encam bidin. Em di gel wê nameyê reşnivîsa destûra pêşniyarkirî ya DIAKURDê ji bo we dişînin.

Em dixwazin Kongreya Diakurdê bibe hingaveka dîrokî, platformeka hevbeş ya federasyon, sazî, dezgeh û kesayetiyên Kurd li diyaspora ji bo piştgîrî û parastina berjewendiyên neteweyî.

Ji bo serketina armancên me yên hevpar em daxwaza alîkarî û piştevanî ya Cenabê we dikin. Em bi hêvî ne hûn bi bîr û nêrînên xwe yên giranbiha wê xebatê dewlementir bikin.

Spas û pêzanîn ji bo destek û piştgiriya we, û bi hêvîya temenek dirêj û herdem serketî bo cenabê we!

Di gel silav û rêzan, bi navê Komîteya damezrandina Konfederasyona Kurdên Diyaspora (Diakurd) Keya Izol

Agahdarî derheq Konferansên Diakurdê: 

  • Konferansa Stockholmê – 10 sibat 2018
  • Konferansa Moskova – 4 tebax 2018
  • Konferansa Bruksel – 24 îlon 2018, salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê
  • Civîna gistî Köln – 14 tîrmeh 2019
  • Civîna gistî Kopenhag– 5-6 cotmeh 2019 Ji bo pejirandina reşnivîsa destûra DIAKURDê

Sê nameyên ji cenabê Serok Mesûd Berzanî re:

20191212-Diakurd-Name-bo-serok-Masud-Barzani[8771]

20200117-Diakurd-Name-bo-serok-Masud-Barzani[8772]

20211211-Diakurd-Name-bo-serok-Masud-Barzani[8770]

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *