1940-2017 MAHFÛZ AYTEK

Kedkar û xebatkarê doza Kurdîstanê Mahfuz Aytek, ev demek dirêj bû li dijî nexweşîya penceşêra pişikê hewl dida. Lê mixabin weke gelek nas û dostên din, ev nexweşîya bêbext Kekê Mahfûz Aytek, ji nav me girt!

Em bi wendakirina Kekê Mahfûz gellek xemgîn in!

Mahfûz Aytek, ji dema ciwanîya xwe heta roja (12.04.2017) nefesa xwe da, dilsoz û evîndarê doza serxwebûna Kurdîstanê bû. Xwedî bîr û bawerîyên netewî, kedkarekî dilsoz bû.

Mahfûz Aytek piştî damezrandina PDKT yê, demek şûnda têkilîyê wî bi şehîdê gorbihuşt Seîd Elçî re çêdibe. Piştî wan têkilîyan, pêwendîyên Kek Mahfûz bi partîyê re çêdibin û hêdî hêdî tevlî kar û xebtên partîyê dibe.

Weke hemû dilsozên Kurdîstanê Mahfûz Aytek jî sînornenasêkî Kurd bû. Sînorên dagîrkeran, di nav beşên Kurdîstanê ku saz kiribû, nasnedikir. Çûndin û hatina wî ya di nav Bakûr û Başûr, Rojhilat û Rojeva de, di jiyana wî de tesîrek mezin çêkir. Têkilîyên wî yên Başûr, li ser piştgirî û pêwîstîyên alavên şoreşê bû. Du meh berê, di sohbetekî de, bahsa alîkarîya şoreşa Gulanê kir û têkilîyên wî yên taybet ku bi rahmetî Îdrîs Barzanî re kiribû qal kir. . .

Digot:” Dîroka Kurdîstanê dîrokek xwedî trajedî û bi xwîne!”

Li gor heval û hogirên Mahfûz Aytek ji nêzîk de nas dikin, Mahfûz Aytek, di navbera salên 1970 û 1977 an de, di komîta navçê de cîh girtîye. Gellek kar û barên girîng û hêja kirîye û bi cîh anîye.

Piştî salên 1977 an şûnde, weke xortekî cîwan, di dema girsbûn û rêxistinbûna PDKT/KUK de cîh girtîye.

Weke hûn jî dizanin, di dîroka PDKT yê de, du demên zêrîn hene: Yek jê dema destpêka avabûna partîyê ku xebat û karûbarên rahmetî Seîd Elçî ye, ya din jî 1977 an heta 1981 an xebat û têkoşîna nûbûna partîyê ye.

Di wan her dû deman de jî, tekoşînek mezin, fedakarî û kedek mezin hatîye nîşandan. Kek Mahfûz Aytek di her dû deman de jî tekoşerekî partîyê bûye. Mahfûz Aytek, wek hemû Rizgarîxwazên Netewa Kurdîstanê, serî li ber dijmînê xwe netewandîye û weke Kurdekî welatparêz helwest nîşan daye.

Piştî Cûntaya 12 îlonê 1980 an şûnde, çendîn car hatîye girtin, îşkencên giran dîtîye û di bin zilmek bê sînor de jiyaye..

Jiyana kekê Mahfûz, weke jiyana her Kurdekî dilsoz, dişibe rûpelek dîroka têkoşîna navbera gelê Kurd û dewletên dagîrker!

Mahfûz Aytek hevalekî hêja, Kurdperwerekî qadir bilind bû.

Carek din, bi hestên dilgiranîyê ji malbata wî re, ji heval û hogirên wî re sersaxî dixwazim!

Cîhê wî bihûşt be!

Oxir be ji te re kedkar û xebatkarê doza Kurdîstanê!..

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *