”Divê Kurd ji hevdu re rûpeleke nû vekin!”

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk Li Londonê Axaft:

”Divê Kurd ji hevdu re rûpeleke nû vekin!”

Roja 04.09.2016an  li Londona paytexta Îngilîstanê, ji alîyê Serokê giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ve konferansek hat li darxistin. Mijara Konferansê ”Rojeva Kurdistanê û helwesta PAKê” bû. Konferans bi axaftina Dr. Alî Kemal Yildirim hat vekirin. Dr. Yildirim xêrhatina mêvana kir û spasîya  Komelaya Civaka Alxas-Kistikê li Brîtanyayê kir ku bi salon û îmkanên xwe ve bûn alîkar ku ev konferans pêk hat. Û piştî  ku Dr. Alî Kemal Yildirim  li ser awayê rêvebirina civînê aghdarî da, Serokê Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK) teqdîm kir.

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di destpêka axaftina xwe de di derbarê damezrandina PAKê, prosedura wê ya legalîzebûnê û xebatên wê de agahdarî da. Paşê jî behsa bîr û rayên PAKê yên di derbarê çareserîya pirsa Kurd û Kurdistanê kir.

Mustafa Ozçelîk got  ’’PAK partîya fedakarên Kurdistanê ye. PAK eve 2 sal e bi aborîya xwe, bi sîyaseta xwe, bi rêvebirin û  xebatên  xwe îspat kirîye ku partîyeke ku îradeya wê di destê wê de ye. Ev jî cîhê serbilindîyê ye’’.

Mustafa Ozçelîk di  berdawîmîya axaftina xwe de pêwîstîya çareser kirina pirsgirêkên navxweyî yên Kurdan kir û got: ”Divê Kurd di her warê jiyanê de ji hevdu re rûpeleke nû vekin. Pêwîstîya gelê Kurdistanê ji rêzgirtineke navxweyî heye. Bêyî ku kes xwe li ser kesî ferz bike pêwîstî bi dîyalog, hevkarî, yekgirtin û tifaqan heye. Ji bo balansek di sîyaseta bakurê Kurdistanê bê çêkirin, pêwîstî bi partîyeke xurt ya azadîxwaz, demokrat, Kurdistanî heye. Ev partî jî bi fedekarî û dilsozî dikare bê ava kirin. Bila kes nebêje `were cem min`. Divê herkes bêje `werin em bi hevdu re yeka xurt ava bikin`. Belê heger her alî weha bifikire dê kar hêsantir be”-

Konferansa Londonê1 fotoMustafa Ozçelîk di axaftina xwe de bal kişand ser destkeftinên her perçeyên Kurdistanê û got ”Serxwebûna başûrê Kurdistanê pêwîstîyek e û divê hemû kurdên cîhanê  piştgirîya wê bikin. Dagîrkirina Cerablûsê ji alîyê Dewleta Tirk ve careke din aşkere kir ku divê hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî, aborî damezrînin”.

Mustafa Ozçelîk di dawîya axaftina xwe de got ”Li ser nirxên Kurdistanî, divê hemû Kurd ji hevdu re rûpeleke nû vekin. Heta Kurd hebûna xwe, hebûna Kurdistanê wek bingeheke esasî nebînin, dê tu kes jî wan tiştekî nehesibînin”.

Konferans piştî gotara Mustafa Ozçelîk bi pirs û bersîvan berdewam kir. Gelek beşdarên konferansê bi pirsên xwe, bi pêşkêşkirina nêrînên xwe mistewaya konferansê bilindtir û bi renktir kirin.

Endamê Meclîsa PAKê Nîmet Mumtaz Aydin û endamên rêvebiriya PAK-Fransa Faysal Taşkiran û Yakup Karademîr jî di konferansê de beşdar bûn. 05.09.2016

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *