Îbrahîm GUÇLU
Meha Adarê di dîroka Neteweya Kurd û Kurdistaniyan de meheke gelek girîng e.
Meha Adarê ji bona Neteweya Kurd û Kurdistaniyan him bûyê meha kêfxweşiyê û him jî bûye meha xemgînî ye. Ez di ev nivîsa xwe de dixwazim li ser du bûyerên dîrokî rawestim.
DAMEZRANDINA OTONOMIYA KURDISTANÊ…
Wek tê zanîn Serokê Efsanewî Mele Mistefa Barzanî piştî ku serhildana 1943-45-an têk çibû, ew û gelek pêşmergeyên wî çûn li Rojhelatê Kurdistanê cîwar bûn. Li wir li hemberî Dewleta Iraqê xebat û têkoşîna rizgarîxwaz domandın û di hemandem de ji Tevgera Rojhelatê Kurdistanê re bûn alîkar.
Dema ku Damezrandina Komara Kurdistanê di bin serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê ya İranê (PDKÎ) û serokkomar Pêşewa Qazî Mûhemmed de hate rojevê, bê qeyid şert beşdarî dammezrandina Komara Kurdistanê bû. Barê leşkeri yê giran girt ser mile xwe.
Dema ku beşdarî damezrandina Komara Kurdistanê bû, serokiya Pêşewa Qazî Mûhemmed û serokatiya Komara Kurdistanê re rêzgirtî bû û berpirsiyariya wan qebûl kir.
Serokê Efsanewî bi ev helwesta xwe Hiqûqeke nû û bi adalet dê di navbera rêxistinn û Gele Kurdistanê yên 4 beşan çewa bibe, nîşan da.
Hezar mixabin dema ku Yekîtiya Sovyetan li Komara Kurdistanê û Gelê Kurdistanê xiyanetî kir, êrîşa Dewleta Kolonayalîst ya Barbar Îranê hat rojevê.
Serok Barzanî xwest ku hemberî Îranê şer bike, lê Pêşewa Qazî Mihemed ji wî daxwaz kir ku ew xwe bide aliyekî û nekeve deste Deleta Îranê. Xwe.
Serokê Efsanewî jî biryar da ku ew û hevalên xwe derbasî Yekîtiya Sovyetan bibin. Di şertên gelek zehmetî de derbasî Yekîtiya Sovyetan bûn û hatin qebûl kirin.
Wan, heta sala 1958-an li Yekîtiya Sovyetan di nav gelek zehmetiyan de jiyana xwe domandin. Lê dîsa jî xebatên xwe bi xurtî di şertên zehmet de meşandin.
Li Iraqê di sala 1958-an de cûntayek pêk hat û Ebdûl Kerim Kasim desthilatdarî girt deste xwe. Biryar da ku li Iraqê guhertinan çê bike. Loma jî hewcedarî bi Kurdan hebû û. ji Serok Mele Mistefa Barzanî daxwaz kir ku vegere Iraqê û Kurdistanê.
Wî jî, vegera xwe û hevalên xwe di berjewendiya Kurdistanê û Neteweya Kurd de şirove kir, ew daxwaza hikûmeta nû ya Iraqê erênî bersîv kir.
Serok Mele Mistefa Barzanî û hevalên wî, di sala 1958-an de vegeriyan Iraqê û Kurdistanê. Rastî jî di destpêkê de vegera Serok mele Mistefa Barzanî û PDKê li Iraqê bûn sedema guhertina Makezagonê.
Di makezagona nû de hebûna du neteweyan û du herêman û du zimanan hat pejirandin.
Di destpêkê de gorî guhertinên di makezagonê de gav hatin avêtin. Mixabin vê pêvajoyê dom nekir. Hikûmeta Iraq vegeriya siyaseta xwe ya bere ya nîjadperest û guhertinên di makezagonê de pêkhatî bûn, cîbicî nekir.
Di îlona 1961-an de Şoreşa Neteweyî ya Gelê Kurdistanê li hemberî Dewleta Iraqê dest pê kir.
Vî şerî heta sala 1970yî domand. Gelê Kurdistanê di bin pêşengiyê PDKê û Serok Barzanî de zora Dewleta Iraqê bir. Cara pêşîn bû ku Kurd bi hêza xwe zora dewleteke kolonalîst birin.
Di 11ê Adara 1970yî de di navbera Dewleta Iraqê û Gelê Kurdistanê de Peymanek hat erê kirin. Li Kurdistanê Statuya Otonomiyê ava bû û Gelê Kurdistanê bû desthilatdarû serwer..
Vê bûyerê li hemû Kurdistanê kêfxweşiyek pêk anî û ji Cejna Neteweyî re rê vekir.
DI ÇÊBÛNA CÛNTAYA 1971-AN DE ROLA OTONOMIYA KURDISTANÊ ÇI BÛ?
Dewleta Tirk, li hemberî Împeratoriya Osmanî bi metoda cûntayê ava bû. Encama vê Cûntayê, Dîktatoriya Atatirk û CHPê hat damezrandin. Sîstemeke zilûmkar hat domandin. Hebûna Neteweya Kurd hat înkar kirin. Ji bona ku Neteweya Kurd ji holê rabe her metodek bi kar anî û hemû mafên neteweyî yên Gelê Kurdistanê xesîp kir.
Di hemandem de li hemberî misilmanan yanî li hemberî Gelê Tirk jî şer domand.
Kurdan ev sîstema û xwesipkirina mafên xwe yên neteweyî neecibandin. Li hemberî Sîstema nîjadperest û Kolonyalîst di sala 1919-an de dest bi serhildanan kirin û ew serhildan”n neteweya Kurd heta 1938-an domand.
Mixabin hemû serhildanên Kurdistanê bi qetlîaman û bi îdamên Serokên Kurdistanê û kuştina Şervanên Kurdistanê hatin temirandin. Kurdistan ji bona ku bê vala kirin, tehcîreke mezin pêk anîn.
******
Dewleta Tirk, piştî Şerê 2emîn ya Cıhanî mecbûr bû ku sîstema xwe ya partiyên siyasî biguhere.
Biryara pirrpartîtiyê di sala 1946-an da. Encama vê biryarê, Tirkan derfet dîtin ku ji derveyî CHPê partiyekê, Partiya Demokrat (PD) ava bikin.
Lê ji bona kurdan partî ava kirin, dîsa qedexe bû.
CHPê di sala 1946-an de bi sextekarî û bı hîle hilbijartin qezenç kir. Lê di hilbijartina 1950yî de Partiya Demokrat hilbijartin bi dengekî bilind qezenç kir.
Di qezençkirina Partiya Demokrat de dengên Kurdan gelek girîng bûn. Vê yekê bal û dijminitiya Kurdan û Dewleta Kemalîst xurttir kir.
CHP, Kemalîstan piştî ku hilbijartrin wenda kirin, ji bona ku siyasetê di bin kontrola xwe de bigrin xebat kirin. Di encamê de bi deste Erteşê (leşkeran) di 27ê Gulana 1960î de cunta li dar xistin. Serokkomar û Serokwezîr û hemû wezîr û parlamenterên PD û gelek berpirsiyarên wan yên bajaran, bajerokan, beldeyan, gundan; gelek kurd jî hepis kirin.
Ji bona ku piraniya Kurdan û bi taybetî jî karbidestên Kurdan piştgirên PD bûn, 400 karbidestên Kurdistanê; serokeşîr, mîr, şêx, axa, rewşenbîr sirgûnî Siwasê kirin û di kampaên de dîl girtin..
Lê piştî darbeye dema hilbijartin çêbû, CHPê dîsa hilbijartin wenda kir. Partiya Edaletê bû hikûmet.
******
Di navbera salên 1960-70yî de jî Tevgera Çep ya Tirkan pêş ket.
Tevgera Neteweyî ya Kurdan jî xurt bû.
Tevgera Kurd xwe bi Partiya Demokrat a Kurdistana Tirkiyeyê (PDKT) û bi DDKO yê xwe bi rêxistin kir û qerektereke kîtlewî qezenç kir.
Bi taybetî li Başûrê Kurdistanê avabûna Otonomiyê jî; Dewleta Kemalîst xist bin bandora tirseke mezin.
Kemalîstan di hemandem de jî, ji bona xwe Hikûmeta Sivîl xeter didîtin.
Kemalîstan didîtin ku sîstem ji bin bandor û kontrola wan derdikeve.
Loma dîsa di 12ê Adara 1971-an de li hemberî Hikûmeta Sivîl û Tevgera Kurd û Tevgera Çep ya Tirk cûnta leşkeri li dar xistin.
DDKO hatin qedexe girtin. Berpirs, damezrênêr, endamên DDKOyan hatin hepis kirin, li wan êşkence hatin kirin. Endamên herdu PDKê hatin girtin û hepis kirin û êşkence kirin.
Karbidestên Kurdan ji bona piştgiriya Tevgera Neteweyî ya Başûrê Kurdistanê û Serok Mele Mistefa Barzanî hatin girtin û hepis kirn.
Di hepisxaneya leşkerî de kîtleke mezin ya hemû beşên civaka Kurdistanê hatibûn girtiin.
Ew girtiyên Kurd û Kurdistanê wek her deme û dema 12ê îlona 1980yî cizayê giran girtin.
Ez jî wê deme wek damezrênêr û berpirs û serokê DDKO ya Enqereyê hatim girtin.
Dewlet di girtina Kurdan de gor baweriya min zirareke mezin dît.
Lewra, li hemberî wan Kurdan li ber xwe dan û di parêznameyên xwe yên sedan rupel de siyaseta Dewleta Kolonyalîst teşhir kirin û mehkûm kirin.
Diyarbekîr, 12. 03. 2025
(Ev nivîs tenê nêrînên şexsî yên nivîskar derdixe pêş û temsîla nêrînên giştî yên malpera me nake. Berpirsiyariyên huqûqî yên vê nivîsê aîdî nivîskar in.)