Referandûma Serxwebûna Kurdistanê beriya 3 salan (25. 09. 2017) hat li dar xistin. Referandûma Serxwebûna Kurdistanê gelek serkeftî bû. Neteweya me ji %93-4an di referandûmê de “êrê” gotin. Ew tê wê wateyê ku hemû kurdan li Başurê Kurdistanê dewleta serbixwe dixwazin. Lewra di referandûmê de hatibû pirsîn ku “gelo hûn dewleteke serbixwe dixwazin û an dewleteke serbixwe naxwazin?” Gelê me got ku “ez dewleteke serbixwe dixwazim!”
Kurdên hemû beşên din û kurdên li dinyayê dijîn jî ji referandûmê re bûn piştgir, di encamê de wan jî daxwaza dewleta serbixwe ya Kurdistanê re gotin “erê”.
Her çiqas piştî serkeftina referandûmê, dewletên kolonyalîst û Haşdî Şabî (Hêza İranê) û beşekî YNKê (Hevalên Îranê) û PKKê (hevalên çar dewletên kolonyalîst) bi êrîşeke mezin xiyanetî li encama referandûmê kirin û Kerkûk îşgal jî bû, hemû kurd ji encama referandûma serxwebûna Kurdistanê re her seat, her roj, her meh, her sal xwedî derketin. Ew xwedîderketina kurdan îro jî gelek zindî ye. Hemû kurd ji bona ku encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk bê û cîbicî bibe xebat dike.
Her kurdekî Encama referandûma serxwebûna kurdistanê ji bona xwe kiriye stratejîyeke dîyar. Hemû kurd û beşên Kurdistanê gor şertên xwe ji bona encama referandûmê xebat dimeşînin.
BERIYA REFERANDÛMA SERXWEBÛNA KURDISTANÊ ÇI QEWIMÎN Û ÇAWA BIRYAR HAT GIRTIN?
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê di gelek qonaxên dijwar re derbas bû. Biryara referandûmê gelek zehmet hat girtin. Lewra li Kurdistanê nekokîyên sîyasî û partîyan zêde bûn. Midaxeleyên dewletên kolonyalîst û bi taybetî jî bandora Dewleta Îslamî ya Kolonyalîst a Îranê zêdetir bû.
Bi hewildan û însîyatîfa Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, di encamê de YNKê qane bû û di derbarê referandûmê de biryar da. Ev biryara YNKê gelek girîng bû. Piştî biryara YNKê, ji derveyî Komala Îslamî û GORANê hemû partî û dezgehên Kurdistanê ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re “erê” gotin.
Di 7ê Hezîrana 2017an biryar hat girtin ku referandûma serxwebûna Kurdistanê çê bibe.
Piştî vê qonaxê jî, ji bona ku Serokê Kurdistanê û Serokatîya Kurdistanê dev ji referandûmê berde, hewildaneke xûrt û êrîşkarîyekê dest pê kir. Lê qerardarîya serokatîya Kurdistanê bû sedem ku paşve gav neyê avêtin.
Ev car jî, dijminên referandûmê ji bona ku pêşîya referandûmê bigrin dest bi êrîşên provakatîv kirin. Di van êrîşan de jî bi serneketin.
Di heman dem de dewletên mezin Emerîka, Engilîstan û.w.d ji bona ku referandûm paşve bê xistin hewildeneke xûrt meşandin.
Serokê Kurdistanê û serokatîya Kurdistanê li hemberî vê daxwazê pêşniyarên xwe yên stratejîk pêşkêş kirin. Lê ew pêşniyarên wan nehatin pejirandin. Loma jî Serokê Kurdistanê û serokatiya Kurdistanê jî paşve gav neavêtin. Ji bona referandûma serxwebûna Kurdistanê hemû amadekarîyên xwe kirin.
Di 25ê îlona 2017an de bi awayekî gelek demokrat û kêfxweşî referandûma serxwebûna Kurdistanê hat li dar xistin.
Hemanşev bi giştî encam derketin ku Kurdistanîyan ji bona Dewleta Kurdistanê “erê” gotîye! Piştî du rojan jî encamên fermî dîyar bûn ku Kurdistanîyan ji %93-4an ji Dewleta Kurdistanê re “erê” gotine.
Di şertên neasayî de beşdarî jî gelek baş bû. Ji sedî 73ê bû.
BI REFERANDÛMÊ LI KURDİSTANÊ ŞOREŞEKE SİVîL Û MİLÎ Û DEMOKRAT A GEL QEWIMÎ…
Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê pîroz û dîrokî û civakî û girîng e. Divê ev encaman baş bên analîz kirin.
Divê em bi serbilindî dîyar bikin ku li Kurdistanê neteweya kurd û tevayî kurdistanîyan Şoreşeke Sivîl û Milî û Demokrat a Gel pêk anîn. Encama vê şoreşê li Kurdistanê qonaxeke nû dest pê kir. Kurdistanîyan di ser 200 salî re bazdan.
Piştî referanbdûmê gûhertin û reformên esasî ji bona kesan, dezgehên dewletê, berpirsîyarên Kurdistanê û partîyên sîyasî di rojevê de bûn. Kes, berpirsiyar, dezgeh û partîyên ku di xwe de gûhertin nekin, nikarin di dema nû de li ser piyan bisekinin.
Encama referandûma serxwebûna Kurdistanê dîyar bû ku Serokê Kurdistanê û Hikûmeta Kurdistanê û Partîyên Kurdistanê û Tevayî Berpirsiyarên Kurdistanê xebatek baş û hêja û bi plan meşandine.
Encama referandûmê derxist holê ku Meclîsa Bilind ya Referandûmê gelek teknîkî û elektronîkî kar kiriye. Loma jî di demek kurt de encamên referandûmê bi awayekî fermî û şeffaf hatin dîyar kirin.
Referandûma Serxwebûna Kurdistanê yekîtîya kurdistanîyan û neteweya kurd pêk anî. Diviya bû ew yekîtîya bi awayekî plûral û demokratîk bihata domandin.
Encama referandûmê derxist holê ku Kurdistan welatekî gelek aram e. Loma jî li Kurdistanê di şertên gelek dijwar de hîç bûyerek û pevçûnek di dengdanê de pêk nehat. Ev yeka jî, serkeftina hêzên ewlekariyê dîyar dike. Piştî referandûmê arambûna Kurdistanê girîngtir bû. Hîç şik tune ye ku parastin û hêzên ewlekarî di vê qonaxê de jî vatinîyên xwe anîn cîh.
Encama referandûma serxwebîna Kurdistanê derxist holê ku kurdistanî Dewleta Kurdistanê dixwazin; ew dewleta jî divê dewleta hemû kurdistanîyan be. Ne bes dewleta kurdan be.
Dewlet, demokrat û federal û parlamenter be.
Di heman dem de bi encama referandûmê, siyaseta stratejîk a Kurdistanê a serok Barzanî “erê” bû.
Kurdistaniyan carek din di hemandem de deng dan serokê Kurdistanê. Meşrûîyet û seroktaîya wî “erê” kirin.
PIŞTÎ REFERANDÛMÊ DIVIYABÛ DEWLET BI LEZ BÊ ÎLANKIRIN. LÊ NEBÛ, PİŞT RE KARESATÊ DEST PÊ KIR…
Divê Dewleta Kurdistanê piştî referandûmê bi lez bihata Îlan kirin. Diviya bû ku ji bona dewlet avakirinê pêvajoyê dest pê bikira. Lewra wê demê di navbeyna Kurdistan û Erebên Mezhebî yê Iraqê de sînor dihat kişandin û rewş zelal dibû.
Dewleta Federal bi her awayî îflas kiribû. Di parlamentoyê de gûh nedidan parlamenterên kurd. Dema biryar dihatin girtin, jî bîra dikirin ku ev dewleta dewleteke muşterek e.
Tê zanîn ku li hemberî Kurdistanê çar dewletên kolonyalîst, wek di dema Otonomîya Kurdistanê de li Cezayîrê îtifaq çêkirin, hewildenê dest pê kiribû. Loma jî di hemandem de li hemberî îtîfaqa çar dewletên kolonyalîst, bi dewleta serbixwe xebatkirin hîn zelal û hêsan dibû.
Dewlet îlan kirin rewşa dunyayê û dewletên ku Dewleta Kurdistanê “erê” bikin jî zelal dikir.
Hezar mixabin ev stratejîya pêk nehat.
Dewletên kolonyalîst û hevalbendên wan yên Kurd li hemberî dewleta Kurdistanê şer îlan kirin. Di wî şerî de bi îşgalkirina Kerkûkê bi serketin.
Piştî îşgala Kerkûkê xwestin ku Hewlêrê jî îşgal bikin. Di şer de şikest xwarin. Pêşmergeyên Kurdistanê serkeftî bûn.
Lê îşgala Kerkûkê jî encama referandûmê nikarî ji holê rake. Ew tiştekî gelek baş e. Divê her kurdek û berpirsiyarên Herêma Federe yên Kurdistanê di xebata xwe de her dem encama referandûma serxwebûna kurdistanê bidin ber çav.
Dîyarbekîr, 24. 09. 2020