Erdhej, qedera Kurd û Kurdistanê ye. Lê mirin qeder nîne…


Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Di 24ê Çileyê 2020an de li Bakurê Kurdistanê Xarpêtê erdhejeke bi dereceya 6,8an çêbû. Vê erdhejê bandora xwe bi taybet li bajarê Meletiyê danî. Lê bendora xwe li hemû bajarên din ên Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurtdistanê Hewlêrê danî. Erdhej, li Xarpêtê û beşek jî li Meletiyê bû sedema ziyanê mezin ên jiyanî û malî. Gelek xanî xerabe bûn. Bi taybetî jî li gundan xanîyan zirareke mezin dîtin. Gundek bi tevayî ji holê rabû. Dîroka jiyana wî gundî dawî hat. Li gund 2 mirî çêbûn, gelek heywanên gundiyan telef bûn.

Encamên dawî yên erdhejê hatin diyar kirin. Li gorî encamên hatine diyar kirin: Heta niha 41 kesan di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. 45 kes bi saxî ji bin kavilan hatine xelaskirin û bi tevayî bi qasî 2 hezar kes bi awayê sivik birîndar bûne. Lê çend birîndarên xeter jî hene. Di hemandem de hat diyarkirin ku li Xarpêt û Meletiyê 87 avayî rûxîyane û 1287 avayî jî xisar dîtine û 12 avayî jî dê bi bilez bên hilweşandin.

Hîç şik tune ye ku zirare mezin, psîkolojîk e û tirsa ku di laşê însanên me de çêbûye. Ev yeka wek travmayekê dê di însanên me de demeke dirêj bandora xwe çê bike.

Piştî erdhejê ji bona ku bi lez û bi plan midaxale çêbû, zirar kêmtir bû. Diyar e ku di çêbûna avayiyan de jî guhertinên biçûk jî zerara erdhejê kêmtir kir. Ji bona erdhejzadeyan di wextê de alîkarî hat kirin, kon ava bûn; ciyê lê bimînin hatin organîza kirin; dest bi avayîyên konteynera hat kirin. Plana alîkarîya gel hat dîyarkirin.

Dîsa hîç şik tune ye ku neteweya me kurd û Kurdistan careke din ket bin êşa erdhejê. Ez ji bona malbatên şehîdên me yên erdhejê sersaxî û sebir; ji bona birîndarên me şîfa û selametî daxwaz dikim. Hêvîdar im ku bandora erdhêjê dirêj nebe.

DIYAR E KU ERDHEJ QEDERA KURD û KURDISTANÊ YE…

Însan welatê xwe hilnabejirîne. Însan di welatekî de tê dinyayê. Kurdistan jî welatê me ye. Welatê me pîroz e û şêrîn e. Welatê me ji bona ku hatîye dagîrkirin û kolonîkirin, 200 sal e ku neteweya me şerê rizgarîxwazîyê û serxwebûnê didomîne. Ew jî diîyar dike ku welat qedera kurdistanîyan û neteweya kurd e. Her bûyera li Kurdistanê bê qewimandin tu car nabe sedem ku neteweya kurd û kurdistanî dev û dest ji Kurdistanê berdin.

Her welatek jî xwediyê erdnîgariyeke taybet e. Li her welatekî rengekî dewlemendiyê û taybetiyên din yên her welatekî hene. Dema ku em li dîroka neteweya kurd û Kurdistanê ji çav derbas dikin, em gelek eşkere dibînin ku welatê me welatê erdhejê ye.

Dema ku erdhêjên li Kurdistanê di van sedsalên 20emîn û 21emîn a dawî de rûdane binêrin, gelek eşkere derdikeve holê ku erdhej qedera me ye. Em nikarin xwe ji vê rastiyê û taybetîyê rizgar bikin.

Ji bona ku qederbûna erdhejê li Kurdistanê diyar bikin, divê em erdhêjên li Kurdistanê hatine holê diyar bikin.

Di dema Împeratoriya Osmanî de çend erdhej li Kurdistanê çêbûne, ne diyar in. Lê di ev sedsalên dawî de erdhejên li Kurdistanê hatine holê, bi awayekî diyar in.

Em wan ji çav derbas bikin:

  1. Gorî tespîtan di destpêkê de di 28.04.1903an de li bajeroka Melezgîrta Mûşê erdhej qewimiye. Di vê erdhejê de 600 kesan jiyana xwe ji dest dane.
  2. Di 13.09.1924an de li Erzorimê Pasînlere erdhej çêbûye 60 kesî jiyana xwe ji dest daye.
  3. Li Qersê di 22.10.1926an de erdhej çêbûye, 360 kes mirî ye.
  4. Li Çolemerîgê (Heqariyê) di sala 07.05.1930yî erdhej çêbûye, 2514 kesan jiyana xwe ji dest daye.
  5. Li Qersê li bajeroka Dîgorê di 01.05.1935an de erdhej çêbûye, 200 kesî jiyana xwe ji dest daye.
  6. Li Erzîncanê 3 caran erdhej çêbûye. Cara yekem: Di 26-27. 12. 1939an erdhej çêbûye. 32.962 kesan jiyana xwe ji dest daye. Cara duyemîn, di sala 1982an de çêbûye, 653 kesan jiyana xwe ji dest daye. Cara seyemîn: Di 13 Adara 1992 de erdhej çêbûye, 653 kesan jiyana xwe ji dest daye.
  7. Li Erzorimê jî 3 caran erdhej çê dibe. Cara yekem: 07. 03. 1966an de erdhej çê dibe. 14 kes jiyana xwe ji dest didin. Cara duyemîn: Di sala 19. 08 1966an de erdhej çê dibe.2394 kes jiyana xwe ji dest dide. Cara seyemîn: di 30. 10. 1983an de erdhej dibe. 155 kes jiyana xwe ji dest didin.
  8. Li Wan Ercîşê di sala 10.09.1941an de erdhej dibe. 194 kes jiyana xwe ji dest didin.
  9. Li Mûşê bajeroka Wartoyê du caran erdhej pêk tê. Cara yekem: Di sala 10. 09. 1941an de çêdibe. 194 kes jiyana xwe ji dest didin. Cara duyemîn: Di sala 19.08.1966an de erdhej çê bû. 2394 kesan jiyana xwe ji dest da.
  10. Li Dersîmê bajeroka Pulumurê di sala 26.05.1967an de erdhej çê bû. 97 kesan jiyana xwe ji dest da.
  11. Li bajarê Çewlikê (Bîngolê) du caran erdhej çêbû. Cara yekem: Di 22.05.1971an de erdhej çêbû. 878 kesan jiyana xwe ji dest da. Cara duyemîn: di sala 01.05.2005an de pêk hat. 178 kesan jiyana xwe ji dest da.
  12. Li bajeroka Diyarbekîrê Liceyê di sala 06.09.1975an de erdhej pêk hat, 2385 kesan jiyana ji dest da.
  13. Li Wanê du caran erdhêj pêk hat. Cara pêşî li Çaldiran û Mûradiyeyê erdhej di sala 24.11.1976 an de pêk hat, 3840 kesan jiyana xwe ji dest da. Cara duyemîn: Li navenda Wanê di sala 23.10.2017an de erdhej pêk hat. Di erdhejê de 601 kesan jiyana xwe ji dest da.
  14. Li Bazîdê, di sala 02.07.2004an de erdhej pêk hat. 17 kesan jiyana xwe ji dest da.
  15. Li Xarpetê jî du caran erdhej pêk hat. Cara yekemîn: Di sala 08.03.2010an de bû. 41 kesan jiyana xwe ji dest da. Cara duyemîn: îsal, di van rojên dawî de di 24. 01. 2020an de pêk hat. 41 kesî jiyana xwe ji dest da.

(Serkanî: Vikipedi)

Ev tebloya diyar dike ku erdhej qedere kurd û Kurdistanê ye. Em kurd û Kurdistan nikarin xwe ji vê rastiyê bidin aliyekî. Loma jî divê ji bona ku pêşiya mirina însanên me bê girtin, xebat bê kirin û tedbîr bê girtin.

LI KURDİSTANÊ DIYAR E KU ERDHEJÊ JÎ QETLÎAMEK PÊK ANIYE…

Dema ku mirov erdhejên li Kurdistanê pêkhatine ji çav derbas bike û şirove bike; eşkere derdikeve holê ku erdhej bûye sedema qetlîamekê.

Dema mirov qetlîamên ji aliyê dewletên kolonyalîst ve hatine plan kirin û hatine li darxistin, ev qetlîama erdhejê bide ser hevûdu dibîne ku em kurd û kurdistyanî çiqas tune bûne.

Bi kurtî welatê me ji hemû aliyan de di bin xeteriya tunebûnê de ye.

EREDHEJ NAKÛJE LÊ XANÎ DIKÛJIN Û SIYASETA DEWLETA KOLONYALÎST…

Alim dibêjin ku “erdhej nakûje, lê xanî dikûjin.” Dema ku li ceribandin û jiyana Japonyayê bê mêze kirin, ev rastiye gelek eşkere derdikeve holê. Lewra Japonya welatekî erdhejê ye. Di demên bihûrî de wan jî di erdhejan de gelek kesên xwe û bı hezaran kesên xwe gor kirine. Lê piştî ku statuya xaniyên xwe guhertin, ev mirinan kêm bûn û heta tune bû.

Rastî demeke erdhejên nûha li Dewleta Tirk jî,  ji çav derbas bibin, ferq gelek eşkere xuya dike. Di rewşa xaniyan de û di midaxeleyan de guhertinên biçûk pêşiya mirina însanan digire.

Loma di erdhejê de tunebûn û mirina gelek însanên me de ji aliyekî de dewlet, ji aliyê din de jî em hemwelatiyên Kurdistanê berpirsiyar in.

Dewlet eşkere ye ku berpirsiyariya bi giştî hem li aliyê Kurdistanê û him jî li aliyê metropolên Tirkan pêk nîne. Lê dewlet, li Kurdistanê ji bona ku xwediyê zihniyeta kolonyalîst e, zêdetir  berpirsiyariya xwe cîbicî nake.

Lê ji aliyê din de jî ew kesên bazirgan in ku li Kurdistanê xaniyan çê dikin, berpirsiyariya xwe pêk neanîn. Ji bona zêde pere qezenç bikin, di xaniyên çêdikin de malzemeyên nebaş bi kar tînin. Ev jî di erdhejê de dibe sedem ku gelek însanên me jiyana xwe ji dest bidin.

Divê ev herdu teref jî berpirsiyariya xwe pêk bînin.

Diyarbekîr, 31. 01. 2020

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *