Ziman / Netew / Welat

Cano AMEDÎ

Ji bo gihaştina armancên sereke, divê em xwedî asoyekî netewî, xwedî nexşerêyek stratejik û zimanekî çêkirbin. Zimanê çêkir, rê li ber zimanekî avakir û hestîyar vedike,zimanekî çêkir, avakir û hestîyar rê li ber refên hevpar û germîyê vedike. Zimanê çêkir avahîyan li hev zede dike. Zimanê tûj û bi jahr, rê li ber karên xirabîyê vedike, piştre stargeha xwe hildiweşîne û pûç dike. Rê li ber demsalên bêhêvîtîyê û têkçûnê vedike.

Di nav rûpelên dîrokê de, bi hezaran mînakên balkêş hene. Divê em ji dîrokê ders û tecruban bigirin, siûd û dahatuya xwe bi destê xwe tayin bikin.

Zimanekî giştî, dikare bibe sîwana berjewendîyên netewî û dikare menfatên hemû beşên civata Kurd biparêze. Pêşketin û jîndarbûna ziman, fikir û ramanên netewbûnê bi xwe re tîne û darizandinekî civakî û sîyasî derdixe holê. Ji ber vê yekê, divê hemû beşên civata Kurd baş bizanibin, zimanê me, hebûna me ye. Gava ziman têkbiçe, hemû beşên civata kurd (oldar, liberal, muhafazakâr, demokrat an sosyalist û hwd) wê bihevre hunda bikin û ber bi têkçûnek trajedik û dîrokî ve herin.

Em baş dizanin ku ziman yek ji wan pîvanê netewbûnê ye. Gava zimanê me têkbiçe wê axa bin lingê me, wê bazar û berjewendîyên me jî têkbiçe. Hişmendî û xwedîtîya ziman, parastina xak û niştiman e!

Ji ber ku em, bi hezar salan e, di bin bandora travmayên giran de dijîn. Derûnîya me bawerî û sosyolojîya civata me serûbin bûye. Tirs û xofa sed salan, weke trawmayên kolektif, ji nifşan derbasî nifşan bûye. Ev dêrûnîya hanê, bi xwe re nexweşî û tirsên civakî derxistîye holê. Xwe kêm dîtin, şerm kirin, bi xwe re şer kirin, dêrûnîya bindestîyê xurt kirîye.

Dewletên dagirker, ji bo vê mekanizmayê weke aşê bişavtinê bi kar bînin, her dem bi hemû dezgeh û sazîyên serwerîyê têkoşîna xwe li dijî gelê Kurdistanê û zimanê Kurdî domandine. Sîyaseta asîmlasyonê, bi metodên cuda, ji dema avakirina komara Tirkîyê dest pê kirîye û îro jî bi hemû derfetên dewletê û bi pejirandin û alîkarîya civata Tirk didome.

Di kolanan de, di bazaran de, di nav malbatan û nifşan de, her diçe zimanê zikmakî lawaz dibe û ber bi têkçûnê ve diçe. Zimanê dagirker, weke zimanê serdest li hemû qadên jiyanê dibe xwedî bandor û desthilatdar. Ji bo em rastîya xwe bibînin û girîngîya rewşê li ber çav bigirin, divê em li derdora xwe û kolanan, li bazaran binhêrin bê kîjan ziman serdest e? Zimanê di nav malbatê de, di kolanan de, di bazaran de, ne xwedî hêz be, rewş û dahatûya wî zimanî di xeterê de ye.

Em baş dizanin ku bişavtina (asîmlasyona) ziman jenosaydek sipî ye! Bingeha wê sîyaseta asîmlasyonê, di destpêka “Îttîhat Terakkî“ de dest pê kirîye û didome.

Li ser fikir û projeya ku Yusuf Akçûre  gotibû: “sê tarzên sîyasetê” dimeşe. Çi bû ev sê tarzên sîyasetê? ‘‘Ji xwe re axekê/welatekî avabikin, Ji xwe re netewek ava bikin û ji xwe re zimanekî çekin.‘‘ Wateya vê projeya sîyasî jî ev e: Red, înkar, asîmlasyon û tunekirina netewên dinê bû!

Ziman mifta stratejîya netewî ye. Gava em li bersîva pirsgirêka welatê xwe bigerin, emê bi ziman re rûbirû bibin. Bi karanîn û xwedîtîya zimanê zikmakî, wêneya siyaset û armancên me yên netewî radixe ber çavan. Em kîne, zimanê me çi ye, welatê me li ku ye? Em bixwazin an nexwazin bersîva van pirsên hanê, wê me ber bi lêgerînekî ve bibe.

Wê gavê em bi rewşa sîyasetê ve rûbirû dibin. Lêgerîn, hewldan an tevgerên çandi, civakî û sîyasî pêwîstîya helwest girtinê û çareserîyê derdixe hemberî me. Ev jî, ji bo herkesi erkê mirovahî û netewî derdixe pêş. Bi cîh anîna vî erkî, ji bo her mirovên welatparêz ferz e!

Pirsa me ya sereke, rewş û pirsgirêka welatê me ye, azadîya me ye, mafê xwe îdare kirin û desthilatdarîya me ye. Mafên ji netewbûnê pêk tên û daxwazên dewletbûnê derdikeve pêşîya me. Ziman dibe formulasîyona parastina sembol û hêjayîyên netewî.

Armancên stratejik yên sereke ne. Armancên nêzîk û armancên dûrtirîn bi hevra girêdayî ne. Armancên dûr û dirêj serxwebûna welatê me ye.

Armancên nêzîk an jî daxwazên lezgîn, hebûna netewa Kurd, di zagona bingehîn de bê pesandin û zimanê Kurdî weke zimanê fermî bê qebûl kirin.

Dive her kurd, li zimanê xwe, li bazara xwe, sermaya xwe xwedî derkevin. Divê her dem, em hewl bidin û bi hevre tevbigerin ku karibin ji dîwarê dagirkerîyê kevir û tûxlan bikişînin, rê li ber rizgarîya neteweya xwe vekin.

Divê em her dem ji xwe bipirsin, gelo zimanê Kurdî, di jiyana me de çiqasî xwedî bandor e, em çiqasî bi zimanê Kurdî re eleqedarin!

Em hemû dizanin ku îro li Tirkîyê, kêm netewên weke Ermen, Rûm sînorkirîbe jî dîsa di dibîstanên xwe de dikarin zimanê xwe bi kar bînin. Civata Ermen û Rûm dibin zilim û zordarîyên mezin de, parastin û bi karanîna zimanê xwe didomînin.

Di van salên dawî de dewleta Tirk, zimanê Erebî jî bi fermi di dibistanan de bi kar tîne. Derfet û îmkanên dewletê, ji bo perwerda zimanê Erebî têr dike. Ew koçberên Ereb û netewên din, dibîstanên Erebî vekirine, bi zimanê xwe perwerda xwe dikin. Dewleta Tirk ji bo bandora zimanê Kurdî, li kolan û bajaran tune bike, bi zanebûnek stratejik, koçberên Ereb li ser axa Kurdan bi cîh dike.

Divê em baş zanibin ku bi berçavkên îdeolojîk û tercîhên sîyasî em nikarin zimanê netewa xwe biparêzin. Ji bo erka welatparêzîyê, divê bi hişmedîyek netewî, em doza ziman, netew û xaka xwe bi hevra bikin, biparêzin û rê li ber pêşketinê vekin. Çareserîya van hersê xalan, bi hev girêdayî ne! 10/01/2022

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir