“Kurd çar kursiyan jî bidest bixin mûcîze ye”

Hewlêr (Rûdaw) – Di hilbijartina gera niha ya Parlamentoya Iraqê de 150 hezar deng anîn û li Kerkûkê 5 kursî bo partiya xwe misoger kirin, lê niha nikare vegere wî bajarê ku xelkê wê bi wan hemû dengan bawerî danê.

Parêzgarê Kerkûkê û Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Necmedîn Kerîm, behsa pêşbîniyên xwe bo dengê Kurdan li bajarê Kerkûkê dike û dibêje: “Eger Kurd çar kursiyan bidest bixin mûcîzeya herî mezin e.” Dr. Necmedîn pêşbînî dike ku li Kerkûkê Kurd tenê sê kursiyan bidest bixin.

Derbarê Kongreya YNKê de jî Dr. Necmedîn Kerîm, diyar dike ku ew nizane kongre tê kirin an na, lê eger were kirin bi merc beşdarî dibe. Dr. Necmedîn di hevpeyvînekê de ligel Rûdawê nehêniyekê derbarê rêkeftina Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê eşkere dike û wiha dibêje: “Wê dema li Kerkûkê bûm, Aras Şêx Cengî ligel kompanyayekê hatin ba min bo danîn-rakêşana boriya petrol ya navbera Kerkûk-Kirmaşanê, ew ligel wê fikrê bû, lê ji min re gotin divê ev karê han bi rêya Wezareta Petrolê ya Iraqê bê kirin.

Hîwa Husamedîn: Endamekî Parlamentoya Kurdistanê di civîneke çapemeniyê de got ku 60 milyon dolarê pereyên petrodollar ketiye ser hesabê bankê yê we, ev çi mesele ye?

Necmedîn Kerîm: Berê hikûmeta Herêma Kurdistanê mehane 10 milyon dolar wek pereyên petrodollar dişande Kerkûkê, pere jî bi navê îdareya Kerkûkê dihatin şandin, ne bi navê min, ew pere bo dema şeş mehan bi navê îdareya Kerkûkê dihatin şandin, xerckirin jî ne tenê di destê min de bû, lê di warê yasayî de her dolarek ji wan pereyan bihata xerckirin, divabû sê îmze li ser bin, pere jî tenê bo temamkirina projeyên kevin û cîbicîhkirina projeyên nû dihat xerckirin, hinek jî pê deyn dihatin dayîn, jiber Kerkûk sê sal bê butçe bû gelek deyn li ser hev kom bûbûn. Elî Heme Salih ew tohmet xiste estoyê min, ti belgeyeke wî jî nebû, wî heta niha nikariye karekî bo xelkê bike, tenê bi pey propagandayê de ye, berî wî karî bike divabû ji min bipirse yan ji Banka Kurdistanê bipirse, lê jiber ez teşhîr kirime û ti belgeyeke wî nîne, min doz derheqê wî de vekiriye û di demeke kurt de li dadgehê rûbirûyê hev dibin.

Lê tê gotin ku ji bo îspatkirina wê mijarê belge li ber destê wî parlamenterî hene?

Nexêr ti belgeyeke wî nîne, ez dê roja dadgehê ji bo hemû xelkê Kurdistanê îspat bikim ku armanca wê progandeyê reşkirina min û karê min e. Ew dixwazin bi wan karan deng kom bikin, bi taybetî li Kerkûkê piştî bo wan derket ku pêgeha Necmedîn Kerîm çawa bû, dizanin heta niha bi hezaran alîgirên min li Kerkûkê hene. Van rojên dawî wêne li ser malan belav kirine û daxwaz kirine em vegerin û hêz û rûmeta Kurdî vegere, van karan ew dîn kirine. Loma di van çend rojan de nûçeyel li ser torên civakî belav kirine ku qaşo ez li nexweşxaneyê bûm û min canê xwe ji dest daye, lê bi rêya dadgehê ez nahêlim bigihin wê armanca xwe.

Heta çi astekî haya we ji rewşa Kerkûkê heye?

Danûstandina hêzên Iraqê di 16ê Cotmehê de li wî bajarî çawa bû û bi çi rengekî bû, her wek xwe maye. Li ser sivikayetîkirin bi pîroziyên Kurdan berdewam in, li ser peykerê Pêşmerge ala Iraqê bilind kirine. Ew kesên derfet dan hikûmeta Iraqê û bi xiyanetê ev roj anîn, di wê baweriyê de bûn ku dê ew bi xwe azad bin, lê niha neku nikarin Ala Kurdistanê bilind bikin, herwiha nikarin ala partiya xwe jî bilind deynin. Li Kerkûkê her şev taxake Kurdnişîn dibe armanc, kuştin û revandin zêde bûye û azadî tê de nemaye, xelk nikare bi otomobîlên modelên bilind bigerin. Xelkê bajêr bêzar in û bi zorê ev rewşa han li ser wan hatiye ferzkirin.

Rûdaw: Baş e eger evna rewşa niha ya Kerkûkê be, hun bo hilbijartina meha Gulanê çi pêşbîniyekê dikin?

Berî niha min daxwaz kiribû ku aliyên siyasî li wan cihên dagîrkirî de beşdarî hilbijartinê nebin, ji ber zêdeyî 200 hezar kesan Kerkûk bicîh hiştine, nêzîka 60 hezar kes dengder in û nikarin roja dengdanê vegerin, ew kesên berî 2003ê koçber bûn û li bajarên din ên Kurdistanê diman û bo dengdanê vedigeriyan Kerkûkê, ew jî nayên, wate ji sedî 50ê dengan çûye, tuyê çawa beşdarî hilbijartinekê bibe ku eger heye ew Kurdên li Kerkûkê jî mane deng nedin ji ber baweriya wan bi tiştekî nemaye, dema rewş jî wiha bêguman dixesirî û serkeftinê bidest naxî.

Pêşbîniya we bo kursiyên Kurdan çiye?

Di vê hilbijartinê de YNK zerarmendê yekem dibe, ez nikarim bi zelalî hejmarê diyar bikim, lê eger 4 kursiyan bînin mezintirîn mûcîze ye. Bi baweriya min 2-3 kursiyan dibin, lê pirsgirêk ew e beşdarbûna hilbijartinê rewatiyê dide proseyê, piştre nikarî tiştekî bibêjî di warê yasayî de, li Bexdayê herçiqasî bînê jî kar pê nayê kirin, eger Kurd du-sê kursiyan bidest bixin ên din bo Ereb û Turkmenan diçin.

Ji bo çi hun nebûn berbijêr, di demekê de ku hun dibêjin deng û alîgirên we li wî bajarî gelekî zêde ne?

Ez beşdarî hilbijartinekê nabim ku li bajarekî dagîrkirî tê kirin, li bajarekî ku azadî lê nebe, ez dizanim di vê rewşê de 8 kursî bo Kurdan nayên û li gor min niha doza Kurd ji derketin an derketina min gelekî girîngtir e.

Dibêjin Necmedîn Kerîm çûye Kerkûkê û li Keywan bûye, tiştekî wiha heye?

Peywendiya me ligel aliyên derveyê Kurdistanê heye. Rewşa Kerkûkê dişopînin û em dixwazin hertim moralê wan bilind be. Li ser vê pirsê tenê dixwazim bibêjim rewş wiha namîne û bo vê mijarê jî min kar kiriye.

Pêşbîniya we bo sazkirina kongreya YNKê çiye? Kongre tê kirin? Hun beşdar dibin?

Her kesek dema diçe nav partiyekê berê xwe dide wê yekê ka gelo ew partî armancên gelê xwe bidest tîne, ewên bûne YNKyî ji bo vê armancê bûye, demeke hewl ji bo sazkirina kongreyê tên dayîn, lê bi baweriya min berî ku vê pêngavê biavêje, daku di nav xelkê de û bi taybetî li Kerkûkê rêza wê hebe, YNK pêwist e destpêkê derbarê 16ê Cotmehê de lêkolînê bike, bizane kî ji vê rewşê berpirs e, bi biryar û raspardeyên kê hatiye kirin, lêpirsîn ligel wan kesan bê kirin ku bûne sedama ji destdana ji sedî 50ê axa Kurdistanê. Duyem; divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê jî lêkolînê ligel wan berpirsên Pêşmerge bikin û sengerên xwe berdan, evana ji sazkirina kongreyê girîngtir in. Heta ew baweriya xelkê bo YNKê venegere 10 kongre jî bên kirin bêfêde ye. Herwiha nizanim kongre tê kirin an na. Ez dê tevî kongreyê bibim û, xwe bo serkirdayetiyê hilnabijêrim, lê ji bo beşdarbûna min, merc e destpêkê lêkolîn ligel wan kesan bê kirin ku hevkarê 16ê Cotmehê bûn.

Baskekî nav YNKê gelekî pêdagiriyê li ser sazkirina kongreyê dike, gelo ew dikarin YNKê ber bi kongreyê ve bibin?

Ewana ew kes in ku hewl didin bizanin ka mîratê Mam Celal dikeve destê kê? Mam Celal qet nexwestiye kongre bi wî awayî bê kirin, îro biryar li ser bê dayîn û piştî hefteyekê bê kirin. Îro nîvê axa Kurdistanê ketiye destê dijmin, çawa dibe kongre bi vî awayî were kirin?

Piştî 16ê Cotmehê peywendiya we ligel malbata Mam Celal çawa bû, hun ligel wan axifî ne?

Piştî nemana Mam Celal, ew peywendî ne her bo min bo kesî çênabe. Ji wê malê ji xeynî kek Qubad Talabanî, min kesekî din nedîtiye û ligel wan jî neaxifî me.

Ligel partiyên din hun hev dibînin û diaxifin?

Ez û kek Mesûd zû zû hevdu dibînin û morale wî bilind e, bo xelkê Kerkûkê jî gelekî dilzîz e, min û kek Kosret jî hevdu dîtiye û ligel beşek ji endamên polîtburoya YNKê axifî me, rojane em ligel endamên polîtburoya PDK, YNK û endamên parlamentoyê hev dibênin û gotûbêj di navbera me de heye.

Ji bo hilbijartinê ti liste an hevpeymaniyekê têkilî ligel we daniye, wek mînak lîsteya Berhem Salih?

Nexêr, berî ku lîste û hevpeymanî bên pêkanîn, min nerîna xwe anîbû ziman ku baştirîn rê daku rewatiyê nede dagîrkirina Kerkûkê beşdarnebûna hilbijartinê ye.

Hun di wê baweriyê de ne ku Berhem Salih surprîza vê hilbijartinê be?

Kek Berhem ji piştî sala 2003ê ve gelek berpirsyarî wergirtine, çi li Bexda, Hewlêr û li nav YNKê jî, bêguman alîgirên wî hene, lê ew û Nifşê Nû dengên YNKê dibin.

Tu agahiyeke we derbarê rêkeftina navbera Iraq û Îranê de li ser petrol Kerkûkê heye?

Pêngava yekem a rêkeftinê danîna boriya veguhestina petrol ye ji Kerkûkê bo Kirmaşan û heta ew kar bidawî jî dibe bi tanker rojane 60 hezar bermîl petrol tê hinardekirin. Di serdema min de jî qala wê rêkeftinê hat kirin, kompanyayek ligel Aras Şêx Cengî hatin ba min û behsa wê kirin. Li gor min baş bû ji xeynî boriya Kerkûk-Ceyhan boriyeke din jî hebe, lê wê demê min ji wan re got ku divê ev karê han bi rêya Wezareta Petrolê û Encûmena Wezîran bê kirin, bi mercê nûnerê Kerkûkê jî agahdar be, wê demê ez û Ebadî dijî wê yekê bûn bi tankeran petrol were hinardekirin. Çi ji ber wêya rêyan têk dide û neşefaf jî dibe, heta demekê ew fikir hat ragirtin, lê piştî 16ê Cotmehê hat îmzekirin.

Pirsa serekî ya xelkê ew e ka gelo rewşa Kerkûkê bi asanî normal dibe?

Bi asanî nabe, lê em hêvîdar in bi aştî were çareser kirin û bi rêkeftinê be, lê her divê em vegerin.

Behsa dubare derketina DAIŞê li sînorê Kerkûkê tê kirin, ti zanyariyeke wiha gehiştiye we jî?

Agahdar im ku li sînorê Hewîce hene, divê em bipirsin çima ew sînor kun û hatiye rizgarkirin, DAIŞ lê maye, ji Bexda hewqasî bilez bû hêzê bişîne ser Kerkûkê, negehişt bi tevahî wan navçeyan rizgar bike. Tenê bi wesayîtên xwe yên leşkerî di nav bajêr re derbas bûn û xwe gihandin Kerkûkê. Armanca wan a zelal Kerkûk bû ne derxistin û nehiştina DAIŞê. Eger me referandûm jî nekira her dihatin Kerkûkê daku Kurd û Pêşmergeyan jê derxînin. Rêkeftina wan a ligel çend kesên nav YNKê jî karê wan asantir kir, loma nikarîn DAIŞê paqij bikin. Loma pêşbînî dikim li nav Kerkûkê jî çalakiyên çekdarî bikin û berpirsyariya vêna jî di stoyê Serokwezîrê Iraq û fermandeyên Heşda Şabî de ye.

http://www.rudaw.net/kurmanci/interview/27022018

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir