Mafê Zarokan

Ji alî Yekîtîya Neteweyan cara yekem di 1959 an de, Daxwiyanîya Mafê Zarokan Ya Navnetewî hat weşandin. Piştî ku mafê zarokan li temamê cîhanê hat rojevê, sala 1979 an Sala Zarokên Cîhanê hat îlankirin. Vêya li her welatî rê li gengeşîyên germ vekir. Li cîhanê hîna bi milyonan zarok ji îmkanê perwerdebûnê bêpar in, di mercên karê giran de tên eciqandin, di nav malbatê de tade li wan tê û tên merisandin. Hîn bi zaroktî ji nexweşîyên cûrbecûr û yan jî di şeran de dimrin an tên kuştin. Ji alî Yekîtîya Netewan ve di 20 Mijdarê 1989 de Peymana Mafê Zarokan yên Navnetewî bi yekdengî hat pejirandin ku,mafên zarokên temenê wan di bin 18 salî re û watiniyên ku dewlet li hember zarokan pêkbîne hat tesbitkirin.

Zarok berhema mirov, ya berhimandin û berdewamiya malbat û civakê ye. Pêwîstîya anîna zarokan li gorî lênerîn, daxwaz û pêwîstîya malbatê û civakê tê guhertin. Lê armanca temamê jîndaran ya bingehîn, bi berhimandina berdewamîya jîyana xwe re berhimandina dola xwe ye jî. Civakên bi şûnde û yên pêşde bi zanîn û armancên cuda zarokan tînin. Lê armanc çi dibe bila bibe, zarok ji dervî îrada xwe, ji alî dê û bav tên dinyayê. Wê gavê, hetanî bistewin divê dê û bav li gorî îmkanên di dest wan de bêtade û gazin, bi hezkirin û rûmet wan xwedî bikin û bigehînin.

Gotinek pêşîyên Kurdan heye, divên: ”Mal mekteb e!” Rewş û mercên zarok tê de mezin dibin yên aborî, malbatî û civakî, li ser psîkolojîya zarok bandorek mezin dike. Civatên pêşde, bi zanîn û di îmkanên fereh de û biqasî hejmarek ku kanibin têr û tije li wan binêrin wan tînin dinyê. Lê civakên bi şûnde, bêplan û bêaheng zarokan çêdikin, lê bi piranî ew zarok di rewşek xerab û bi pirsgirêkan mezin dibin. Heta di gelek civakan de ji bo ku nikanin zarokên xwe xwedî bikin, hîn bi zaroktî wan di karên giran û ji qeweta wan zêdetir dixebitînin, wan bera kuça didin an difroşin. Mîna ku ji bo keda wan ya erzan, zarok tên firotin, lê li gelek deverên cîhanê bi armanca “sex”ê, ji alî malbat an mafya tên kirîn û firotin. Li Afrîka û gelek welatên cîhanê, ji bêxwarinî û kêmxwarinî zarok ji birçîna dimirin. Li gelek welatên bi şûnde zarok ji mafê perwerdekirinê û alîkarîya dewletê bêparin.

Rewşa zarokên Kurd, bi rewşa netewa Kurd ve girêdaye, bi her awayî di hundir alozî û pirsgirêkan de ye. Piranîya zarokên Kurd, bêyî ku pêşeroja wan hatibe fikirandin tên dinyayê. Ne di hundir mercên hijyen, bêalîkarîya sazî û dewletekê, bi kêmxwarinî û di mercên zor de mezin dibin. Hetanî ku temenê wan nebe heft sal ne xwediyê îmkanê kreş û perwerdexana ne. Piştî heftsalîya xwe biçin dibistanan jî, di navbêna zimanê dêya wan û zimanê wan dibistanan de cudahîyek heye; lewra ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên mêtinkaran, qedexekirina ziman û çanda gelê Kurd, zarokan mecbûr dihêle ku li ser înkara ziman û çanda xwe, yê biyanî hîn bibe. Ev jî di zanîn û psîkolojîya zarok de nakokî, xerabûn û tevlehevîyê çêdike. Êdî zarok nikane bi zimanekî baş biaxive û daxwazên xwe îfade bike. Loma bi piranî zarok di xwendinê de bi ser nakevin. Ji ber vê rewşê û ji xizanî, gelek malbat, ji dêvla bidin xwendin, bi zarokên xwe kar dikin. Zarokên Kurd, li gelek deveran li kuçan dijîn, ji ser sergoyan xwarinê didin hev, di bin piran de radikevin, dizîyê dikin, 15-16 saetan li zevîyan an konfeksîyon û kargehan karên zor û zahmet dikin. Zarokên cîhanê li dibistan, lîstikgeh û lunaparkanin, lê yên Kurd li metropolan ji bo çend quruşên ziktêrkirinê pêlavan boyax dikin, pakêtên çixara, destmal û tiştên hwd. difiroşin. Ji bo ku perwerde nabin, zarokên Kurd ji pêşerojê re wek karkerên bêwesif tên amadekirin.

Di civaka Kurd de, bi gelemperî di navbêna zarokên keç û kur de jî cudahî tê kirin: malbat ji keçê bêtir dixwazin kur ji wan re çêbibe, lê ku keç çêbibe jî, weke ku keç malê xelkê be tê dîtin. Loma keç di hundur de cudahîya wê û kur tê kirin. Li keçê wek eşyakî malê û biyanîyek tê nerîn, bi piranî ji malê derketina der qedexe ye û mafê wê yê xwendinê tune ye. Hîn bi zaroktî her karê malê yên giran û sivik pê tê kirin. Gelek caran bi zaroktî bi qelen tê dan, an malbatên xizan beranberî qelenekî zêde, keçên 12-13 salî dikarin bidin kalekî 70 salî. Keç heta niha jî, ji alî gelek malbatên Kurd ji mafê mîrasê bêpar e. Ev rewşa keçan, ne li Kurdistanê tenê, li hemû welatên şûndemayî û di huqûqê dîn de xwe rê dide.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *