”KÜRD TEAVÜN VE TERAKKİ GAZETESİ” (Stanbol- 05.12.1908- 30.01.1909)

Siddik BOZARSLAN

(Nûçenama Hevkarî û Pêşketina Kurdan)

”Nûçenama Hevkarî û Pêşketina Kurdan” (Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi), gerçî bi navê ”gazete” derketibe jî, lê belê ew kovareka hefteyî bûye. Jimara pêşîn a kovarê di tarîxa 11 zîlqe´de 1326´ê Hîcrî, 22 çirîya paşîn 1324´ê Romî da derketîye ku ev tarîx li gora tarîxa Mîladî 5 kanûna pêşîn 1908 e. Yanê, bi peyveka dî ev kovar di 05.12.1908´an da dest bi derketinê kirîye û ketîye xizmeta Kurdan. Zimanê kovarê Kurdî û Tirkî bûye. Lê belê piranîya nivîsar û xeberên wê bi Tirkî hatine nivîsîn ku ew Tirkî jî Tirkîya Osmanî bûye. Mamosta M. E. Bozarslan, ewil hemî jimareyan ji tîpên Erebî wergerandîye tîpên latînî û paşê Tirkîya Osmanî jî kirîye Tirkîya îroyîn ku neslên nû û siberojê bi hêsayî karibin wê bixwînin û têbigîhîjin.  Di derheqê jimareyên kovarê da M. Emîn Bozarslan weha dibêje:

”Ji kovara ”Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi”yê tenê neh jimar gihane dema me. Ew her neh jimar, wek berhevokek, digel jimara pêşîn a kovara ”Hetawî Kurd” a ku di sala 1913´an da derketîye, li Almanyayê, di Enstituya Rojhilatnasîyê ya Zanîngeha Munihê da ne. Berê haya min ji wê berhevokê tunebû. Di sala 1985´an da dema min cildê pêşîn ê kovara ”Jîn”ê derxist, min yek ji wî cildî ji dostê gelê Kurd ê hêja, Kurdolog û Rojhilatnasê Hollandî Berrêz Martin von Bruinessen ra şand. Hingî wî ji min ra name nivîsî û bi min da zanîn ku berhevokeka ”Kürd Teavün ve Terakki Gazetesi”yê di Enstituya Rojhilatnasîyê ya Zanîngeha Munihê da heye, pirsî ku haya min ji wê berhevokê heye yan na, û da zanîn ku ew dikare ji min ra fotokopiyeka wê bişîne.

Ez bi wê xeberê gelek kêfxweş bûm û min jê tika kir ku ji min ra fotokopiyeka wê bişîne, yan jî navnîşana wê enstituyê bi min bide zanîn, da ku ez fotokopiyeka wê berhevokê bixwazim. Martin ji kerema xwe fotokopiyeka wê berhevokê ji min ra da derxistin û şand. Lê belê gelek mixabin ku ew fotokopi baş derneketibû û xebata li ser wê gelek zor bû, tewr li ser hin rûpelên wê xebat bêmikûn bû. Ji ber wê yekê, min paşê mikrofilmeka wê berhevokê da girtin, min ji wê mikrofilmê jî fotokopi da derxistin û ez li ser wê xebitîm.

Ji ber ku zanyarê hêja Martin von Bruinessen ez ji hebûna wê berhevokê haydar kirim û fotokopiyeka wê ji min ra şand û bi wî awayî rê ji xebata min a li ser vê kovarê ra vekir, ez jê ra gelek sipasên xwe pêşkêş dikim.” (Kürd Teavün ve Terakki Gazetesî, yê ku wergêra wê kirîye Kurdîya xwerû û Tirkîya îroyîn, M. E. Bozarslan, Weşanxana Deng, Swed, 1998, r. 15-16)

Jimareyên berhevoka vê kovarê, wek li jor hat gotin hemî 9 hejmar in ku seydayê Bozarslan wan ji nû ve amade kirîye û di cildekî 497 rûpelî (orijinala wê ya bi tîpên Erebî jî 116 rûpel e) da çap kirîye. Eger kovarê piştê jimareya 9´an jî weşandina xwe domandibe, mixabin jimareyên wê yên piştê ya 9´an negîhîştine dema me û destê me.

Berpirsîyarê kovarê, hozanê Kurd ê nemir Pîremerd (1867-1950) bûye. Wek ku tê zanîn Pîremerd, hozanê marşa ”Newroz”ê ye. Pîremerd, hem berpirsîyarê kovarê û hem jî yek ji nivîskarên wê bûye û tê da hin nivîsar û helbestên hêja nivîsîne. Hin nivîsar û helbestên wî bi Kurdî, hin jî bi Tirkîya Osmanî ne. Wî di nivîsar û helbestên xwe da navê xwe yê rastîn Tewfîq bi kar anîye û navê xwe carna bi Tirkî ”Süleymaniyeli Tevfiq” yanê Tewfîqê Silêmanîyeyî, carna jî ”M. Tevfik” nivîsîye. Xwendevanên ku bixwazin zêdetir li ser hozanê me yê nemir Pîremerd haydarî werbigrin, dikarin li pirtûka Malmisanij binêrin. (Malmisanij, Kürt Teavin ve Terakki Cemiyeti ve Gazetesi, Weşanxana Apec 1998, s. 53-84,  Stockholm/Swed)

Sernivîsarê kovarê jî Ehmed Cemîlê Amedî bûye. Nivîsarên wî gişt bi Tirkî derketine. Hin kesên ku di kovarê da Kurdî nivîsîne ev in: Mela Seîdê Kurdî (Bedî´uzzeman), Ercîşlî Seyyah Ahmet Şewqî, Xelîl Xeyalî, Mihemed Tahîr Cizîrî û Pîremerd. Hin kesên ku bi Tirkî nivîsîne jî ev in: Babanzade Îsmail Hakkı, Diyarbekirli Mazharzade Mazhar, E. A., Erzincanlı Hamdi Süleyman, Haydarîzade İbrahim Efendi, Hüseyin Paşazade Süleyman, Mahmud Muîn, Malatyalı Bedri, Mela Seîdê Kurdî, Seyîd Abdilqadir, Süleyman Nazif, Süleymaniyeli Fethi, Süleymaniyeli Seyfullah ve Süleymaniyeli M. Tewfîq (Pîremerd). (Malmisanij, Eynê eser, r. 52)

”Komela Hevkarî û Pêşketina Kurdan, hema piştê sazbûna xwe dest bi kar û xebatê kirîye. Berê berçav ê vê xebatê,  ”Nûçenama Hevkarî û Pêşketina Kurdan” bûye. Komelê, bi rîya wê kovarê, hem dengê gelê Kurd bilind kirîye û alûzîyên wî anîne ber çavan, daxwazên wî bi kargêrên Osmanîyan ragihandine, hem jî hêz daye xwe ku rejima meşrûtî ya Osmanî ya nû di nava Kurdan da bide naskirin, di heqê wê da Kurdan serwext bike. Wek merkeza komelê, cîyê kargêrî û weşandina wê kovarê jî Stanbol bû; navnîşana wê jî merkeza komelê bû, ku li taxa Wezneciler a Stanbolê bû…”(M. E.  Bozarslan, Eynê eser, r. 6)

Nûha em di 2020an da dijîn û îsal 112 salîya vê kovarê ye. Loma ez pêwis dibînim ku bi kurtayî li ser naveroka kovarê û bergehê kovarê yê siyasi rawestim. Ji ber ku ez dê di beşeka dî ya lêkolîna xwe da muqayeseya vî sedsalî bikim; ewil divê em rengên komele û weşanên sedsal berê bînin ber çavan û miqayese bi rojên îroyin ra bikin. Bi tabîreka dî, rezên di navbera mêjedemê û pêşedemê bi pirralî divê werin nirxandin.

Naveroka kovarê

Di kovarê da ji rewşa Kurd û Kurdistanê heta rewşa dewleta Osmanî, ji şolên eskerî heta  şolên çandeyî, ji xeberên Kurdistanê û Osmanîyan heta xeberên navberneteweyî, li ser gelek babetan gelek nivîsar hatine nivîsîn û xeber hatine weşandin. Li vir cî nabe ku ez li ser hemî nivîsar û xeberan rawestim. Tenê ji hin nivîsaran bi kurtî hin numûne bînim ber çavan ku mamoste Bozarslan jî bi xetên qalind wan anîye zimên.

”Di jimara pêşîn da nivîsarek bi îmza E.E. û bi sernivîsara ”Şolên siyasi” (sîyasîyat) derketîye. Di wê nivîsarê da hatîye ragîhandin ku dê li ser rewşa berê û ya wê demê haydarîyên pêwist ji Kurdan ra bên pêşkêşkirin û haydarîyên wisa hatine nivîsîn. Îsmaîl Heqî Baban (ew hem nivîskarê kovarê bû û hem jî Gelwekîlê Baxdayê bû) jî di nivîsara xwe ya jimara pêşîn da bi sernivîsara ”Kurd û Kurdistan” (Kürdler ve Kürdistan) qala neheqî û zordestîyên rejima berê li gelê Kurd kirîye, di dûwayîya nivîsara xwe da jî daye zanîn ku divê mirov jibo belavkirina xwendinê bixebite.

Dîsa di jimara pêşîn da Ehmed Cemîlê Amedî nivîsarek bi sernivîsara ”Osmanlı Amerikası ve Saadet-i Müstakbele-i Aşair” yanî ”Emrikaya Osmanî û Bextyarîya Eşîretan a Pêşedemê” nivîsîye û tê da qala rewşa eşîretan kirîye; jibo pêkanîna ewletîyê di nava eşîretan da jî hin daxwaz pêşkêş kirine,

Bedîuzzeman Seîdê Kurdî jî di jimara pêşîn da nivîsareka Kurdî di binê sernivîsareka Tirkî da nivîsîye; ew sernivîsara Tirkî ev e: ”Bediuzzaman Molla Said-i Kurdî´nin Nasayihi” yanî ”Şîretên Bedîuzzeman Mela Seîdê Kurdî”. Nivîskar bi banga ”ey gelî Kurdan” dest bi nivîsara xwe kirîye û tê da giringîyeka mezin daye yekbûn û xwendinê. Wî, di wê nivîsara xwe da daye zanîn ku sê cewherên Kurdan hene; yek dînê Îslamê ye, yek mirovî ye, yek jî netewetî ye ku wî jê ra gotîye ”millîyeta me”. Her weha daye zanîn ku sê dijminên me hene; yek xizanî, yek nezanî, yek jî dijhevî û pevçûna xwebixwetî. Di dûwayîya nivîsarê da jî şîreta xwe ya paşîn nivîsîye û ji wê şîreta xwe ra gotîye ”wesîyeta paşîn”; ew şîreta wî ya paşîn ev e: Xwendin, xwendin, xwendin û hevgirtin, hevgirtin, hevgirtin. Ew nivîsar bi Tirkî jî hatîye wergerandin û di jimara 2´yan da hatîye weşandin.

Silêman Nezîf jî di serê jimara 2´yan da di binê sernivîsara  ”Kürd ve Kürdistan” yanî ”Kurd û Kurdistan” da nivîsareka Tirkî nivîsîye û tê da daye zanîn ku edebîyatzanekî mezin ê Rojavayî gotîye ”çîya hêlînên azadîyê ne” û nivîsara xwe weha domandîye: ”Lê belê di çîyayên Kurdistanê da têkilhevîyeka wisa fermanrewa ye ku, ewletîyê ji holê radike; ew têkilhevî jî esera îhmalkirina dewleta fermanrew e. Çima neyê gotin, çima birîn û talûke bê veşartin. Kurd, roja ku bi daxwaza xwe ketin binê kargêrîya Osmanîyan, ji wê rojê heta nuha, rûyê kargêrîyeka bişefqet nedîtin. Hin demên der´adet ên ku bi zeman û tevgerên şexsî ve girêdayî ne, eger mirov wan deman bavêje alîyek, Kurdan di van çar sed (400) salan da ji bilî zilm û heqaretê tiştekî dî nedîtîye.”

Di jimara 7´an da jî Silêman Nezîf bi sernivîsara ”İzmir Kürdistan Değil” yanî ”Îzmîr ne Kurdistan e” nivîsareka Tirkî ya gelek balkêş nivîsîye. Nivîskar di wê nivîsarê da ragîhandîye ku, Gelwekîlê Îzmîrê Seyîd Beg di Meclisa Osmanîyan da peyîvîye û rexne li hukumetê xistîye ku guh nade Îzmîrê, û gotîye ”Îzmîr ne Kurdistan e”; bi wî awayî Kurdistan piçûk xistîye û daye zanîn ku guhnedana Kurdistanê tiştekî siriştî ye. S. Nezîf di  nivîsara xwe da rexne li wî gelwekîlî xistîye û daye zanîn ku divîya ew gelwekîl ew qas teng nefikirîya û bigota ”Çima li Kurdistanê ew qas zulm û wêrankirin heye?”

Bedrîyê Melatyeyî jî di jimara pêşîn da dest bi nivîsarek kirîye û nivîsara xwe di jimarên 2´yan û 6´an da domandîye. Ew nivîsar, bi sernivîsara ”Kürdler ve Şecaat-i Akvam” yanî ”Kurd û Mêrxasîya Gelan” derketîye. Nivîskar di wê nivîsara xwe da xwetîyên (xisûsîyet) hin gelan û yên gelê Kurd dane zanîn. (Wek di pirtûka Malmisanij  ku min li jor behskiribû da – r. 85 – hatîye nivîsîn; haydarî di heqê Bedrîyê Melatyeyî da tune ye. Pirr mixabin cîyê balkêşîyê ye ku ev nivîskarê me yê nenas, yek ji wan berpirsîyar û sereknivîskarê rojnama ”Rojnama Kurdistan û Şark” yanî  ”Şark ve Kürdistan Gazetesi” yê ye ku li Stanbolê di 1908´an da derketîye. Ev anekdoteka min e.)

Tiştekî gelek balkêş ev e ku Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, di kovarê da berevanîya Alayên Eşîretan kirîye, ku di dewra Padîşahê Osmanî Evdilhemîdê 2´yan da ji eşîretên Kurdan hatibûn pêkanîn û ji wan ra dihat gotin ”Alayên Hemîdî”. Wek ku tê zanîn, ew alay di nava gel da bi xirabî hatibûn naskirin û gel li dijê wan bû. Lê belê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî wisa nefikirîye. Wî, di jimara 2´yan da bi sernivîsara ”Kürdler Neye Muhtac?”  yanî ”Kurd muhtacên çi ne?” nivîsareka Tirkî ya gelek balkêş nivîsîye û di wê nivîsara xwe da daye zanîn ku ji Kurdan ra yekbûn û teknika medenîyetê pêwist in; ragîhandîye ku xwendegeha wê teknika medenîyetê jî tenê Alayên Eşîretan in; jîyana eskerîyê şibandîye tîrêjên elektrikê; daye zanîn ku ew tîrêjên elektrikê, wek maddeyên kîmyayî dê di nava eşîretên Kurdan da pêwendî peyda bikin û wan bigîhînin hev.

Teşxîseka wî ya balkêş jî di wî babetî da ev e ku bi zordana  koçerîyê, bi teessubê, bi bêhukumetîyê û bi xizanîya ku ji zulma hukumetê derketîye, daxwaz û xerez li hev dikevin. Yanî ji rûyê jîyana koçerî û hişkîya bîr û bawerîyan û rewşa Kurdan a bêhukumet û xizanîya ku ji zulma hukumeta  Osmanîyan derketîye, xerez û daxwazên Kurdan li dijê hev radiwestin û li hev dikevin; ji ber wê yekê jî  yekbûn û hevgirtin di nava Kurdan da pêknayê. Di dûwayîya nivîsara xwe da jî yekbûn wek unsurekî jîyanê qebûl kirîye; yekbûn şibandîye koşkek, Alayên Eşîretan û eskerîya ku hemî unwanan zorbirî dike, ew jî şibandine hîm û qatîyên wê koşkê. Li vir tiştê balkêş ev e ku nivîskar, ”unwan”ên ku bi jîyana eşîrîyê derdikevin pêş, ên wek begîtî û axatîyê, yek ji nexweşîyên wisa teşxîs kirîye ku li ber yekîtîya Kurdan bûne rêgir.  Nivîskar, her weha tespît kirîye ku ew nexweşî bi zorbirina wan unwanan tê dermankirin, havila wê dermankirinê jî di jîyana eskerîyê da dîtîye; lewra ew jîyan, mirovan hînê jîyana tevayî dike.

Seîdê Kurdî, ji gelwekîlên Meclisa Osmanîyan ra bi Tirkî nameyeka vekirî nivîsîye.  Ew name,. .. di jimarên 3´yan û 4´an da hatîye çapkirin. Nivîskar di wê nama xwe da ji gelwekîlan ra gelek tewsîye û pêşnîyaz pêşkêş kirine, di dûwayîyê da jî peyv anîye ser rewşa Kurd û Kurdistanê û dîsa pêşnîyaz kirîye ku Alayên Hemîdî, bi munasebeta eskerîyê, di dibistanên xwe da hem dersa dînî bidin, hem jî jibo medenîyetê teknikên pêwist bidin fêrkirin.

Di wê dîtinê da Bedîuzzeman ne tenê bûye; hin nivîskarên dî jî ew dîtin ragîhandine û berevanîya   wan alayan kirine. Mesela, Fethîyê Silêmanîyeyî jî, di nivîsara xwe ya jimara 2´yan da, ku bi sernivîsara ”Aşayir Askerliği” yanî ”Eskerîya Eşîretan” derketîye, ew dîtin daye zanîn û ragîhandîye ku ji Kurdan ra eskerîya eşîretan pêwist e.

Tê zanîn ku jibo pêkanîna yekbûnê di nava Kurdan da, gîyanê jîyan û xebata tevayî yê ku jîyana eskerîyê dide mirovan, pêwist hatîye dîtin.

Di jimara 3´yan da Îsmaîl Heqî Baban, di nivîsara xwe ya bi sernivîsara  ”Kürdçeye Dair” yanî ”Li Ser Zimanê Kurdî” da,  tilîya xwe danîye ser şola zimanê Kurdî. Nivîskar di wê nivîsara xwe da bi bîr anîye ku, gelên ne musulman ên nava sînorên Osmanîyan ên wek Bulgaran, Ermenîyan û Roman di dibistanên xwe da bi zimanên xwe dixwînin; daye zanîn ku ji ber ku Erebî zimanê dînî ye, Tirkî jî zimanê resmî ye, heqê Ereban û Tirkan jî heye ku bi zimanên xwe bixwînin; ragîhandîye ku gelên Musulman ên wek Kurdan û Lazan û Arnawudan ji wî heqî bêpar mane û daxwaz kirîye ku ji wan ra jî ew heq bê naskirin; di dûwayîya nivîsarê da jî ji Kurdan xwestîye ku giringî bidin zimanê xwe, rêzimaneka Kurdî amade bikin û dîroka Kurdistanê binivîsin.

Di jimara 8´an da nivîsareka Xelîl Xîyalî bi Kurdî derketîye. Nivîskar di wê nivîsara xwe da berê pesnê welêt daye, paşê qala dewra berî meşrûtîyetê kirîye û ragîhandîye ku hukumeta zalim Kurd li dijê hev rakirine, ew zalim şibandine Fîr´ewn û daye zanîn ku wan warên Kurdan wêran kirine, jinên wan jinebî û zarûkên wan sêwî hiştine. Paşê ji Kurdan xwestîye ku dûwayî li şer û pevçûnên xwebixwetî bînin û destên xwe bidin hev, wek Tirkan û Ereban û Arnawudan bixebitin; her weha daxwaz kirîye ku dibistanan vekin û zarûkên xwe bidin xwendin.” (M. E. Bozarslan, Eynê eser r. 10-14)

Bergehê Kovarê yê Siyasî

Wek li jor jî hat nivîsîn kovar (gazete), ”…organa resmî ya komela ”Kürd Teavün ve Terakki Cem´îyetîyê bûye û bi navê wê komelê hatîye weşandin. Di nivîsarên wê da jî sîyaseta wê komelê rû daye û hatîye ragîhandin. Wisa tê zanîn ku sîyaseta wê komelê li ser du bingehan hatîye avakirin. Yek ji wan her du bingehan, di nava çarçova meşrûtîyetê û azadîyê da yekîtîya dewleta Osmanî bûye; yek jî azadîya Kurd û Kurdistanê bûye di nava sînorên wê dewletê da.

Hêj di jimara pêşîn da Tewfîqê Silêmanîyeyî nivîsareka Tirkî ya kurt nivîsîye û tê da ew sîyaset ragîhandîye. Wî, di despêka wê nivîsara xwe da bi bîr anîye ku gelê Kurd bi daxwaza xwe ya wijdanî ketîye nava sînorên dewleta Osmanî, rexne li karbidestên Osmanîyan xistîye ku jibo pêşketina Kurdan tiştek nekirine û daye zanîn ku Komela Kürd Teavün ve Terakki Cemiyetî dê di binê navê Osmanîtîyê da jibo pêşketina gelê Kurd bixebite.

Dîsa di jimara pêşîn da di binê sernivîsara ”Belavoka Komelê” (Cem´iyetin Beyannamesi) da nivîsareka kurt a Tirkî derketîye. Di wê nivîsarê da dûzennama komelê hatîye bîranîn; paşê hatîye ragîhandin ku di nava sînorên Osmanîyan da dê jibo pêşketina gelê Kurd di rîya medenîyetê û zanînê da xebat bê kirin. Tiştekî balkêş ev e ku di wê nivîsarê da îşaret bi alîyê du daxwazan ve hatîye kirin. Yek ew e ku îmtîyaza çu gelek li ser gelekî dî tunebe; yek jî ew e ku selahîyeta wîlayetên Osmanîyan bê zêdekirin. Ew her du daxwaz bi awayekî pirr kurt hatine nivîsîn; lê gelek giring in û rûmeta wan gelek bilind e. Lewra bi daxwaza pêşîn wekhevîya gelan, bi daxwaza 2´yan jî tewirek nemerkezîtî (edem-i merkeziyet) hatîye ragihandin. Di dûwayîyê da hatîye gotin ku di şolên dî da komele, bernama Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanîyan (Osmanlı İttihat ve Terakki Cemiyeti) qebûl dike. Ji wê peyvê tê texmînkirin ku hevkarîyek, belkî jî peymanek di navbera her du komelan da hebûye.

Di jimara pêşîn da belavokeka Serokê Komelê Seyid Evdilqadir jî hatîye weşandin. Wî, di wê belavokê da qala rewşa Kurdistanê ya dema rejima berî meşrûtîyetê kirîye û rexne li karbidestên wê rejimê xistîye ku li Kurdistanê hin eşîret li dijê hev rakirine, her weha di navbera hin unsurên ne Musulman da jî hin lêkdan û pevçûn dane derxistin. Paşê ji karbidestên meşrûtîyetê xwestîye ku jibo pêçana birînên dewra berî meşrûtîyetê tedbîrên pêwist bistînin û ji rîya Serqanûnê (destûr bi ya Erebî ye û anayasa ya bi Tirkî ye) dernekevin.

Di jimara pêşîn da  Îsmaîl Heqî Baban jî di binê sernivîsara ”Kürdler ve Kürdistan” yanî ”Kurd û Kurdistan” da nivîsareka Tirkî nivîsîye û di cîyekî wê nivîsarê da weha gotîye: ”Kurd hêj jî Kurd e; netewetîya xwe, awa û dîtina xwe ya derîn, pênasîya (bi Tirkî kimlik û bi Erebî huwîyet e) xwe ya maddî û manewî bi qasê zerreyek neguhartîye. Digel vê yekê jî, bi benekî zexm ê yekbûnê bi Osmanîtîyê ve girêdayî maye. Di dinyayê da çu hêzek nayê fikirandin ku bişê vê têkilhevîya kevn, vî benê zexm ê navbera Kurdîtîyê û Osmanîtîyê ji meydanê rake”. ” (M.E. Bozarslan, Eynê eser, r. 9-10)

”Hêvî û Dilşayîya Gelê Kurd”

”Di kovara ”Kurd Teavun ve Terakkî Gazetesi”yê da, ji bil nivîsaran, li ser bûyerên Kurdistanê û Osmanîyan û welatên dî gelek xeber jî derketine. Her weha gelek telgraf û nameyên xwendevanan jî hatine weşandin. Ew telgraf û name ji herêmêm Kurdistanê yên cure cure hatine şandin. Hin ji alîyê hin kesan ve, hin jî ji alîyê şaxên herêmî yên Komela Kürd Teavün ve Terakki Cem´iyetîyê ve hatine nivîsîn.

Ji wan telgraf û nameyan bi awayekî pirr zelal û vekirî tê famkirin ku sazkirina komela Kürd Teavün ve Terakki Cem´iyetîyê, li her derê Kurdistanê di nava kîtleyên gelê Kurd da dilşayî û kêfxweşî û hêvîyeka gelek mezin çêkirîye. Dîsa ji wan bi awayekî pirr vekirî tê famkirin ku li gelek herêmên Kurdistanê şaxên wê komelê hatine sazkirin û di nava gel da dest bi xebatê kirine.

Tiştekî gelek balkêş jî ev e ku li hin bajarên Kurdistanê şaxên komelê ji alîyê me´mûrên Kurd ve û di binê serokîya hin me´mûran da hatine sazkirin; tewr hin ji wan, di binê serokîya hin miftîyan da hatine sazkirin û wan miftîyan jî ew sazkirin bi telgrafan bi merkeza komelê dane zanîn, ew telgrafên wan  jî di kovarê da hatine weşandin. Mesela, şaxa komelê ya Amedê di binê serokîya Miftî Subhî da hatîye sazkirin û telgrafên wî yên di heqê wê yekê da di jimarên 4´an û 5´an da hatine weşandin.

Tiştekî dî yê ji vê yekê jî balkêştir ev e ku li hin bajarên Kurdistanê, mesela li Amedê û Bedlîsê, di merasima vekirina şaxên Komela Kürd Teavün ve Terakki Cem´îyetîyê da walî, fermandarê eskerîyê û hin karbidestên resmî yên dî jî beşdar bûne. Ew xeber jî bi telgrafan ji kovarê ra hatine şandin û ew telgraf di jimarên 5´an û 6´an da derketine. Ev jî bi eşkeratî nîşan dide ku di dewra Osmanîyan da hebûna gelan nedihat înkarkirin; sîyaseta înkarkirina hebûna gelan piştê sala 1923´yan dest pê kir û ji alîyê rejima Tirkîyê ve hêj jî tê meşandin.

Ew telgraf û nameyên ku di kovarê da hatine çapkirin, bi awayekî vekirî nîşan didin ku, hilweşîna îstîbdadê û sazkirina meşrûtîyetê di nava sînorên Osmanîyan da, li Kurdistanê jî rê ji kêfxweşîyeka mezin û bêsînor ra vekirîye, li hemî cîyên welêt kîtleyên gelê Kurd rakirine ser lingan. Lê belê gelek mixabin ku demeka kurt paşê, Komela Yekîtî û Pêşketina Osmanîyan (Osmanlı İttihad ve Terakki Cem´iyeti), ku bi rastî ji alîyê cûntayek ve dihat îdarekirin, li wê kêfxweşî û hêvîya gelê Kurd jî, li hêvî û kêfxweşîya hemî gelên Osmanî yên dî jî bêbextî kir û ew azadîya ku digel meşrûtîyetê hatibû, gişt ji holê rakir û di şûna wê da diktatorîyeka wisa xwînî saz  kir ku, wan gelan xwezîya xwe bi dewra îstîbdadê anî.

Di binê wê diktatorîya xwînî da hêvîya gelê Kurd bi qetlîaman, bi sêpîyên îdamê, bi girtin û îşkence û cînayetan, bi cîhilkirin û wêrankirinê hat fetisandin. Wê rejima xwînî, tenê li Bedlîsê di sala 1913´an da 18 rewşenbîrên Kurd ên welatevîn û qedirbilind idam kirin, 150 kes jî cîhil kirin.” (M. E. Bozarslan, Eynê eser, r. 10-11)

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *