Yekîtî rizgarîyê bi xwe re tîne!

Xwanê ye, ne tenê dost û neyar, em Kurd jî hîna baş hev nas nakin. Tu tiştekî ku Kurd bi hev re par nekin tune ye.Gelê Kurd û Kurdistan têra hemû partî û rêxistinên Kurd dike. Tifaqa Kurdan, tu hêzê qels nake, berevacî, tenê bi hêztir û xurttir dike.

Mercên cîhanê ji sîh salî û virde gelek hatin guhertin. Du bilok bûna cîhanê û şerê sar bi dawî hat. Li cîhanê, êdî emperyalîzma lîberal serwer e. Dewletên ku qaşo şoreşa sosyalîst pêkanîn, êdî ya di rêka emperyalîstbûnê û yan jî kelandina bi sîstema kapîtalîst re ne.

Amerîka, Ewropa û dewletên din yên emperyal li gorî berjewendîyên xwe kêsim û fesalek nuh didin cîhanê. Divê em baş bibînin ku dewletên mîna Turkîye, Îran, Rûsya û Çîn ji dewletên emperyal yên lîberal paşverûtir in. Loma divê em Kurd stratejî, armanc û hevkarên xwe ji nuh de di ber çav re derbas bikin û li gorî mercên cîhana nuh û berjewendîyên gelê xwe sîyasetê bikin.

Çep û dîndarên welatên serdest, bi bahaneya dij emperyalîzmê her tim sîyasetek ku rejîmên wan berdewam bike parastine û li cem mêtinkarên xwe helwest girtine û berdewamîya mêtingehbûna Kurdistan meşrû kirine. Lewra berî serxwebûna Kurdistan, şoreşên sosyalîst û îslamî ku wê qet çênebin parastine û gel û rêxistinên Kurd jî dawetî tekoşîna wan şoreşan û demokratîzekirina dewletên xwe kirine.

Lê ji wan şoreşan yek jê jî li Îran çêbû(!) Me dît ku ew rejîma bi navê şoreşa Îslamî çêbû, ji qiralîyeta Pehlewî jî dijwartir derket. Sosyalîzma Baasî ya Sûrî û Iraq mîna faşîsma Hîtler encam da.

Piştî serokê PKK A. Ocalan ket nav destê rayedarên Tirk û “Xweserîya Demokratîk” parast û got: “Em naxwazin ji bira-gelên Tirk, Ereb û Faris biqetin, emê rûmetê rê sînor, al û zagonên wan yên mêtinkar bidin”, vê carê jî van dewletana DIÎŞ kirin bela serê Kurdan ku armanc kirin Kurdan ji kokê de biqelînin!

Wê gavê çareserî ma çi? Hêzên Kurd yên her çar paçeyan, li gorî mercên cîhanê û berjewendîyên gel û netewa Kurd destê biratîyê dirêjî hev bikin, bi hevkarî û yekîtî welatê xwe rizgar bikin û dewleta xwe ya netewî ava bikin!

Piştî ku serokê PKK hatîye girtin û heta niha şik û gumanbarîyek mezin li ser vê partîyê û seksîyonên wê yên li perçeyên din hey e ku di destê dewleta Tirk û îtîkbarata wê de rehîn hatîye girtin. Loma ji 1999 û virde armancên vê partîyê yên dihatin parastin tev serobino bûn û daxwazên ku mêtinkar û muhendîzên wan yên civakî diparastin ji alî serokê vê partîyê hat parastin. Ev jî dijî mercên Rojhilatanavîn û berjewendîyên gelê Kurd bû.

Em bixwazin yan nexwazin îro PKK hêzek mezin e, helwesta wê bandorek mezin li doza Kurd dike. Gelê me yên ku xwe pê girtîye, beşek mezin ji sîyaseta rast û xwar fam nake, lê ked û xwîn dayê û xwe pêve girêdaye û hêvî dike ku ew her tim li ser rêyek rast e!

Dema ku PDK-Iraq otonomî (xweserî) diparast, serokê PKKê ew bi xayintî tawanbar dikir û digot: “Çima ew serxwebûna Kurdistanê naxwaze(!?)” Lê werin li vê îronîyê binerin ku îro Mesûd Barzanî serxwebûna Kurdistanê dixwaze, PKK jî xweserîyek Kantonal! Ev ne bes e, bi ser de li hember serxwebûnê dertê! Gelo rastî çi ye? PKK doh rast bû, yan îro? Wê sibehê çi biparêze ne xwanê ye?

Lê hin rastî hene, mîna zagonê xwezayê ne û eşkere li ber çavan e: Heger ji sîh salî û virde helwesta dewletên mêtinkar, yan netewa serdest hatibe guhertin, wê gavê gerek armancên Kurdan jî bên guhertin(!)

Helwesta Serok Mesûd Barzanî ya ji bo peymana Hewlêra I. II û ya Dihokê jî di cîh de ye. Ew dildar û dilşewatê doza netewa Kurd li her çar perçeyan e. Ew divê “destê xwe bidin min, ez ji her fedakarî û xizmetê re amade me, em bi yek dengî bitekoşin û xwe rizgar bikin!”

Şandina çekan ji bo Kobanî û razîkirina Amerîka û hevpeymanan gelekî girîng bû. Lewra dijminên gelê Kurd, her tekoşîn û tevgera Kurd wek eşqîyatî û terorê bi cîhanê dabû naskirin. Lê Barzanî dixwaze van lîstîkên dijmin tevan vala derxe.

Pêwendî, hevkarî û yekîtîya mêtinkarên Kurdistanê hilweşîya ye. Dewletên Sûrî û Iraq otorîte û meşrûyeta xwe wenda kirine. Îran wek dewletek terorîsît, paşverû û hevkarê terorê tê qebûlkirin. Turkîye wek hevkarê terorîstan tê dîtin.

Îro di Rojhilatanavîn de dewlet û hêza herî bi bawer ya Kurd e. Dewletên emperyal 90 û 50 sal berê çawa dewletên mîna ya Tirk, Iraq û Sûrî avakirin, îro jî kurdistan avadikin.  Ev sed sal e ev cara yekê ye ku dewletên emperyal Kurdistan û hêzên Kurd nas dikin û alîkarîya wan dike. Gelên van welatan jî piştgirî û alîkarîya Kurdan dixwazin.

Firsendek dîrokî ketîye destê Kurdan, divê Kurd vê ferasetê nerevînin. Loma Peymana Dihokê gelek girîng e û yê vê peymanê têk bide, wê zerarek mezin bide gelê Kurd. Tevlî ku gelek şikên me hene jî em hêvî dikin ku ev peyman geş bibe û tifaqa hemû Kurdan pêk were. Wek ku Kek Mesûd got: “Ev yekîtî bersîfa ji dijiminên gelê Kurd re ye!” ya herî watedar e! 26-10-14

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir