Yekem Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê tê lidarxistin

Li Bakurê Kurdistanê dê bi amadebûna dehan nivîskar û weşanxaneyan, Yekem Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê were lidarxistin.

Yekem Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê bi amadekariya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Mêrdînê dê 17’ê Gulanê were lidarxistin li Baroya Mêrdînê were vekirin.

Di Yekem Mihrîcana Pirtûkan a Mêrdînê de, dê 60 nivîskar û helbestvan ji bo pêşkêşkirina panel, semînar û çalakiyên cihêreng ên çandî, werin malovanîkirin. Her wiha 22 weşanxaneyên kurdî yên Bakurê Kurdistanê dê di Mihrîcanê de ji bo firotin û danasîna pirtûkên xwe, amade bibin.

Mihrîcan ji 17 heta 19’ê Gulanê li Baroya Mêrdînê tê lidarxistin.

ch8

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *