YEK, DUDO, SISÊ HER DEM KURDÎSTAN

Em hemû baş dizanin ku di sed salên dawî de, gelê Kurd di gellek demên dijwar re derbas bû.Di qeyranên nav dewletî de, ji ber ku weke netewên din ne xwedî rêxistin û hêz bû, Kurdîstan di nav dewletên dagîrker de hat par kirin. Şerê Dunyayê  yê yekê û dudoyê de, gelê Kurd li ser masê wenda kir. Îro carek din gelê Kurd di demên dijwar re derbas dibe û rastî derfetên zêrîn dibe. Sîyasetek Kurdîstanî û xetek netewî ku bixwaze vê derfeta hanê bi karbîne,  dikare bi encamek dîrokî û destketên zêrîn bixemilîne.

Di demên dijwar û tengasîyê de, helwesta netewî ew e ku mirov nasnameya xwe ya îdeolojîk, partî û rêxistinî deyne alîyekî û weke endamê malbatekî, weke Kurdekî niştîmanperwer, di bin sîya ala Kürdîstanê de helwestên Kurdîstanî nîşan bide!

Di demên qeyranên civakî û êrîşên dagîrkerî de, mirov nikaribe helwestên netewî nîşan bide, alîkarî neke û rê li ber çareserîya alozîyan peyda neke, tu wateyek nasnama netewî namîne.

Kadirên ku doza welatekî azad û dewletbûnê dikin, ger  bi hêstên netewî tevbigerin, li hemberê dijmînê xwe serî netewînin, bi daxwaz û armancên xwe re rast bin, em baş zanin  ku her qeyranekî civakî bi xwe re pêngavek nû tîne. Ger ew kadroyên  xwedî bîrdozî, di warê hêzbûn û rêxistinbûnê de amade bin, rizgarî û azadîya welatê me jî wê nêzîk be!

Em baş zanin ku di hemû deman de, mirovên welatparêz û dilsoz, egîtên rojên teng in! Fedakarî û keda bê hempa ji alîyê wan ve tê nîşandan! Xwedî xîret û hestên mîrovahîyê ne: çêkir in, fedakar in, avakir in; li dijî fesadî û neyartîya birakujîyê xwedî helwest in! Ew zanin ku gava li qada sîyasetê deng û rengê fesadan, “Beko Awan” an zêde derkeve, li wir xirabî û malwêranî heye. Di bin bandorek bi vî şeklî de, jîyan rastî berdêlên giran û xirab dibe..

Carekî din em dibêjin gelê Kurd di demên girîng û zêrîn de derbas dibe. Pêşketin û destkeftîyên li beşekî Kürdistanê, ji bo beşê din dibe mînak, dibe piştgirî û bingehek.. Weke xelekên hevdû temam dikin, rolek zêrîn û dîrokî bi cîh tîne. Destketinên Başûrê Kurdîstanê ji bo perçeyên din, dibe mînak û nîrxên kêfxweşîyê. Parastin û xwedî lê derketina destketinên Kurdistanê, pîvana welatparêzîyê ye jî.

Di rojên hebûn û tunebûnê de, divê civata Kurd bi hemû şêweyan weke kesayet, partî û rêxistin helwestên netewî, seknandina Kurdîstanî nîşan bidin.  Di van rojan de, pêwîstîya me bi hev hey e; cûdahîya rê û rêbazan, divê li ber me dîwaran ava neke! Li hemberî dagîrker û êrîşkaran, ji bo em derfet û deskeftîyên zêrîn bi dest bixin, divê em karibin bi reng û bawerîyên xwe yên cuda helwest u seknandinên netewî bi şêwakî yek rêzi, yek dengî nîşan bidin.

Dijîtî, neyartî, bêahlaqî û bêbawerî, hêvîya gelê Kurd dişikîne û destê dagîrkeran xurttir dike. Ew kesên bi zanîn an bi nezanî nakokîyên navbera hêzên Kurd de, dixwazin bixurînin û birînan kûr bikin hizmetkarên dagîrkeran e.

Ew kes û hêzên li ser tora medyayê, di nava hêzên Kurd de şerê qirêj û tawanbarîya bêpîvan didomînin, dijîtî di navbera perçêyên Kurdîstanê de avadikin û sînoran di mejîyê Kurdîstanîyan de kûr dikin, ne Kurd in û ne jî hevalbendê gelê Kurd in. Ew kes di odeyên sirrî (kozmîk) de wezîfedar in. Xwedî mûçe, meqam û armanc in….

Roj, ne roja dijîtîyê û li pey berjewendîyên şexsî û rêxistinî bazdan e! Roj, xwedî lê derketina berjewendîyên Kurdîstanê ye! Roj, li hemberê hêzên hov û dagîrker, yek helwestî û yek rêzîya neteweperverîyê ye! Dagîrkerên hov, hebûna xwe li ser dijîtî û tunebûna netewa Kurd dimeşînin! Ji ber van sedeman, divê gelê Kurd, bi her şêweyî li doza xwe, li destketîyên xwe, li serkeftin û serfirazîyên xwe xwedî derkevin. Li ser erdnîgerîya Kurdîstanê, di bin sîya ala rengîn de, xwedîyê doza netewî bin.

Em hemû zanin ku gellek cûreyên şer hene. Şerê heq û ne heq, her tim di ûjdanê mirovahîyê de hatiye nîkaşkirin. Dagîrker û zulumkar, her tim li ser tunekirina netew, an civatan şerê neheq dimeşînin. Li hemberî neheqîyê jî şerekî meşrû derdikeve holê. Ev jî parastina welat û gelê xwe ye.

Gelê Kurd, di demek gellek dirêj de, şerê tu netew û dewletan nekirîye. Gelê Kurd, di hemû deman de bûye armanca êrîşên dagîrker û mêtinkaran yên hovane! Gelê Kurd, ji bo parastina xwe dem dem dest avêtîye çekan û li dijî dagîrkeran şer kirîye. Lewra her tim Kurdîstan bûye dergûşa ol û gelên cuda. Îro disa Kurdistan bûye wargeh û sitargeha kêmnetew û olan. Kurdîstan dîsa di bin êrîş û şerê êrîşkaran de ye!

Bi salan e ku welatparêz û şoreşgerên vî welatî, dîrok û çîroka şoreşa gelan û welatên bindest diqîrîyan û pesnê wan didan, têkoşîn û şoreşa wan weke şoreş û têkoşîna xwe didîtin. Ji Amerîka Latin heta Asya û Efrîka çiqas şoreş û gelên bindest hebûn, li ser zimanê me bû. Di salên 1970 an û 1980 an de şoreşgerên wê demê, ji navê Kurdîstanê pirtir, navê wan dewletên hanê diqîrîyan:

Erître, Mozambîk, Efrîka Başûr, Cezayîr, Dofar, Angola, Sahra Rojhilat, Polîsero, Kamboçya, Laos, Çin, Kore û Vîyetnam, Kolombîya, Urugay, El Salvador, Arjantin, Şili, nikeragua, Kuba, Filistin û hwd…

Gelo çima oldar,  çepgir, şoreşgêr û sosyalistên Tirk, Ereb û Faris an yên Ewropa nabêjin “Bijî tekoşîn û berxwedana Kurdistan!”  Doh diqîrîyan digotin yek, dido, sisê Vîyetnam!. An Filistin!.. Çima îro zimanê wan nagere û nabêjin yek, dido, sisê hemû Kurdîstan… Çima?  Kurdîstan çima weke kelemekî di mejîyê wan de, di jiyana wan de, di îdeolojîya wan de, cih girtiye?  Gelo çi  sedem hene ku oldar û çepgirên Tirk, Ecem û Ereb neyartîya gelê Kurd dikin? Gelo çima li hemberî  êrîşên li seranserî Kurdistanê bêdeng in!

Divê rewşenbîr û kadroyên Kurdîstanî van rastîyan ji bîr nekin û her tim li ber çav bigirin. 15.10.14

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir