NEWROZ: Cejna neteweyî- Sembola azadiyê û serxwebûnê…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com) 

Sibê ( 21ê Adarê) Newroz e. Rojek û demsaleke nû ji bo kurdan û mirovatiyê dest pê dike. Newroz,  cejna kurdan ya neteweyî ye. Sembola azadî, serxwebûnê, xweşî, vejînê, têkoşîn û efirandinê ye. Ji bona dewlet û hêzên dagîrker û kolonyalîst û nîjadperest, roja tirs û hejandina sîstem û pergala wan e. 

Rojên beriya Newrozê, keç û bûkên, kal û pîrên, jin û mêrên, zarok û ciwanên, karker û gundiyên, rewşenbîr û hunermendên Kurdistanê ji bona ku li Başurê- Rojhialatê-Rojavayê Başurê-Bakurê Kurdistanê Newrozê pîroz bikin, bi heyecaneke mezin, bi hestekî paqij û bi azadî xwe amade dikin. Ji bona stranan bibêjin, govendê bigrin, gotarên naverok dagirtî pêşkêş bikin; kirinên dewletên kolonyalîst mehkûm bikin; li çiya û deştan, li gund û bajaran ji bona ku dengên xwe yên azadiyê û serxwebûnê bilind bikin, xew nakin û hemû karên xwe îptal dikin. 

Hezar mixabin îsal di bin dîktatoriya PKK/PYDê de Newroz qedexe ye. 

Newroz û rewşa Kurdistanê…

Di sedsala 21-an de jî, beşbûna Kurdistanê û statuya ji kolonîbûnê xerabtir li Kurdistanê dom dike. Kurdistan wek koloniyekê jî, xwediyê statuyeke hiqûqî nîne û bêstatû ye. Li dinyayê neteweyên ji neteweya kurd wek serhejmar û erd qelstir in, xwediyê dewlet in. Lê kurd li Rojhilata Navîn wek neteweyeke bi serhejmar duyem, ji dewletbûnê merhûm e.  Ji derveyî Başurê Kurdistanê, neteweya kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî yên bingeh û milî û kollektîf bêpar e. 

Li Başurê Kurdistanê, ew statuya de factoyî ya ku piştî Şerê Korfezê (Kendavê) Yekem pêk hatîbû, di sala 2003-an de piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û hevalbendên wê di çarçewa Projeya Mezin ya Rojhilata Navîn de midaxeleyî Iraqê kir û encama midaxeleyê rejîma saddamî û baasî hat rûxandin, ket pêvajoyeke nû. Li Iraqê di sala 2005-an de makezagonek (destûrek) amade bû û di makezagonê de federalbûna Iraqê û federebûna Kurdistanê, encama referandûmê hat pejirand. Di makezagonê de Kurdistan, wek “Herêma Federe ya Kurdistanê” hat qebûl kirin. 

Başurê Kurdistanê, nûha xwediyê Meclîs, Hikumet, serok dewlet, hemû dezgehên din yên dewletê ye. Kurd, li Başurê Kurdistanê xwediyê hemû mafên bingehî yên neteweyî ne û li Kurdistanê serwer û desthilatdar in. Hezar mixabin sîstema federal li Iraqê gorî pîvan û zagonên federalî nameşe. Desthilatdariya merkezî ya beşa ereb, hîn ji helwesta xwe ya baasî û nîjadperestî bi tevayî dev bernedaye. Serokwezîrê Iraqê Malikî, ji kurdan û ji sîstema federal re şer dike. Bi dewletê dagîrker re pêwendiyên xwe, ji bona ku di dipêşerojê de zerar bide kurdan xurt dike. 

Dîsa li Başurê Kurdistanê pirsa Kerkûkê wek pirseke girîng û bingehî di rojevê de ye. Diviya bû ku encama referandûmê statuya Kerkûkê diyar bibûya,  ku dê Kerkûkê bi hikumeta merkezî re û an jî bi destilatdariya Herêma Federe ya Kurdistanê re bê girêdan. Hezar mixabin hîn referandûm pêk nehatiye û di pirsa Kerkûkê de hem li aliyê kurdan û hem jî li aliyê ereban tevliheviyek û sergêjiyek heye. 

Loma jî dewleta serbixwe ya Kurdistanê di rojevê de ye. 

Di van salên dawiyê de ji bona pêşiya dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê girtin, êrişa DAEŞê dest pê kir. Li Kurdistanê xwîn herikîya. Taybetî gelê me yê êzîdî zerarek mezin dît. Hatin qetil kirin. Jinên wan hatin firotin. 

Bi piştgiriya Îranê, Iraqê, Sûriyeyê GORASN, beşekî YNJKê, PKK, beşek îslamî li dijî deeletbûna Kurdistanê xebat dikin. 

Li Bakurê Kurdistanê neteweya kurd, hîn di statuya kolonî û metîngehkar de dijiye. Gelê kurd li Komara Tirkiyeyê ji hemû mafên xwe yên bingehî bêpar e. Hîn ew pêvajoya tunekirin, tirkkirin, jenosîdkirina neteweya kurd bi awayekî modern û bi taktîkên nû tê meşandin. Hebûna kurdan hîn ji aliyê hiqûqî de nayê naskirin. Lê ew îdeolojiya fermî ya Komara Tirkiyeyê, ku hebûna kurdan înkar dikirin, digotin “kurd jî, tirk in”, encama têkoşîna gelê kurd îflas kiriye û di vê merheleyê de jî, tuneqebûlkirina kurdan di çarçeweya konsepteke nû de tê meşandin. 

Li aliyekî bi kurdî televîzyon û radyo, li zanîngehan beşa kurdologî û perwerdeyî ya sînorkirî ava bûn. Li aliyê din ji bona van karan bingeheke hiqûqî nayê avakirin; îradeya kurdan di van karûbaran de xwediyê qedir û qiymetekê de nîne. 

Li Rojhilata Kurdistanê, her çiqas Kurdistan ji aliyê îdarî de wek eyalet jî tê pejirandin, desthilatdariya kurdan li eyaleta Kurdistanê ji aliyê hiqûqî de nayê pejirandin. Neteweya kurd, ji mafên neteweyî yên bingehî û desthilatdarî bêpar e. Ew mafên çandî û çapemenî yên hebûn jî, di ev merhelaya dawî de hatin sînor kirin û mafê perwedeyî ya kurdî hat qedexe kirin. Li Rojhilata Kurdistanê zulmeke mezin dom dike. Her rojê kurdperwerek tê daleqandin û îdam kirin. 

Li hemberî Dewleta Îranê mixalefeteke xurt ya kurdan ku bi babeta çekdar, sivîl û siyasî heye. Tevgera kurd xwediyê stratejiyeke hevbeş e. 

Li Rojherlata Kurdistanê xebata pêşmergeyan dest pê kiriye. PKKê dixwaze ku pêşiya wan bigre. Xebata pêşmergetiyê rewa nabîne. 

Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, gelê kurd ji hemû mafên xwe yên neteweyî, îdarî, desthilatdarî bêpar e. Li Suriyeyê dîktatoriya baaasî ya faşîst û elewiyan heye. Zulmeke mezin li Kurdistanê dom dike. 

Li Rojavayê-Başurê Kurdistanê, ji sala 1957-an vir ve mixalefet û têkoşîneke gelek xurt heye. Ev têkoşîna di 12-ê Adara 2004-an de gihîşte merheleya serîhildaneke sivîl. Encama vê serîhildan û bêîtaatkariya sivîl gelek kurdperwer hatin kuştin.  Nûha jî li hemberî hikumeta merkezî ya baasê têkoşîna neteweya kurd pêş dikeve. 

 Li Rojavayê Kurdistanê tevgera kurd, xwediyê stratejiyeke hevbeş e. 

Hezar mixabin piştî ku Rejîma Baasê bi PKK/PYDê re dîktatoryek ava kirin, li ser gelê me zulmek mezin heye. Vê dîktatoriyê îsal jî NEWROZ yanî cejna milî ya kurdan qedexe kir. 

Divê çi bê kirin?

Divê Tevgera Kurdistanê û Herêma Federe ya Kurdistanê di Newroza 2017-an de, xwe jinûve terîf bikin û senaryayo xwe jinûve binivîsinin û fireh û kûr bikin. Dewletê kolonyalîst û siyaseta wan ya vê merheleyê baş nas bikin. 

Berjewendiya giştî ya kurd ji bona ku li Rojhilata Navîn û li her dewleteke kolonyalîst bê parastin helwesteke hevbeş bê diyar kirin. Pirsgirêkên heyî gorî pîvanên edaletê, wekheviyê, pîvanên demokrasiyê bên çareser kirin. Divê kurd ji çand û awayên xebatê ya dema şer, ji modela rêxistinî yên otorîter  xelas bibin. Tevgera Kurdistanê demokratîze û nûjen bibe. 

Divê em bi vê şuurê Newroza xwe pîroz bikin. Ez,  Newroza hemû hemwelatiyên Kurdistanê û mirovatiyê pîroz dikim. 

Ez hêvîdar im, Newroza 2017an jî, ji bona pêşketina Tevgera Kurdistanê û Dewletbûna Herêma Federe ya Kurdistanê bibe wesîleyekê. 

 Divê kurd cejna NEWROZê:
*Gorî standart û pîvanên milî yên giştî;
*Gorî çanda kurdî,
*Gorî kevneşopiya dîrokî ya NEWROZê,
*Gorî rûhê milî,
*Bi kurdî,
*Ji hêjayiyên kurdan re rêzgirtî,
*Bi awayekî pirrrengî,
*Bi awayekî milîter ne, bi awayekî sivîl û demokrat,
pîroz bikin.

Loma jî divê kurd ji derveyî Dewletê û PKKê gorî van pîvanan NEWROZê pîroz bikin.

Hêvîdar im ku Newroza îsal ji dewletbûna Kurdistanê re derfet çêke.

Ew rêxistinên li dijî dewletbûna Kurdistanê ne, deşîfre bibin û gelê me ji wan dûr bikevin; ji dewletbûna xwe re xwedî derkevin.

Ji bona dewleta Kurdistanê, ji Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî re piştgir bin. Lewra ew îro temsîla tevgera milî û miletê Kurdistanê dike. Ew xwediyê projeya dewleta serbixwe ya Kurdistanê ye.

Dîsa ez hêvîdar im ku DAEŞ li Kurdistanê û li Rohilata Navîn ji holê rabe, xwîna gel ya diherike bisekine. 

Amed, Adar 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *