Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Thursday, November 15, 2018

Em êrîşa Qeretepe bi tundî şermezar dikin! Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanê

Di roja 12.10.2014 an de li Başûrê Kurdistanê, li bajarokê Qeretepeyê dijmênên miletê Kurd êrîşeke hovane lidarxistin.

Di encama êrîşa DAIŞê ya bi rêya teqîna otomobêlên barhilgir ve , 70 kes ji gelê me şehîd bûne, bi dehan jî birîndar hene. Ev êrîşa li dijî avahiya her yek ji asayîş û şaredarîya Qeretepe û komîteya Qeretepe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hate lidarxistin.

Em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.Sersaxiyê ji malbatên şehîdan , gelê Kurdistanê û ji YNKê re dixwazin.Tu êrîş dê nikaribe rê li ber azadî û dewletbûna Kurd û Kurdistanê bigire.13.10.2014

Bijî Kurdistan!

Bijî mafê çarenûsiya miletê Kurd!

Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanê

Nerîna te