Xewna serxwebûna Kurdistan dibe rastî!

Gelê Kurd li Başûr, ji bo yekîtîya Iraq û Kurdistana Başûr, fersendek din da gel û hêzên Iraq, lê hêzên ku dewleta Iraq saz kirin, ne di mustewa ku bi pîvanên demokratîk û zagonî bi gelê Kurd û hûrgelên din re bijîn. Heta ku qanûnên magezagona ku wan bi xwe jî qebûl kiribû binpê kirin.

Piştî êrîşa DAIŞ`ê li Iraq`ê ku xaka Kurdistana Başûr ya dabînkirî ket bin parastina artêşa pêşmergeyên Kurdistan, Serokê Kurdistan Mesûd Berzanî biryara referandûmê û îlankirina Dewleta Kurdistan ya serbixwe pêşnîyarî gelê Kurd û Parlamentoya Kurdistan kir.

Di vê rewşa ku fersendek dîrokî ji bo serxwebûn û dewletbûna gelê Kurd li Başûrê Kurdistan derketîye holê, ji bo gelê Kurd şensek mezin e ku Serokekî Kurd wek Mesûd Berzanî, parlamentoyek Kurd ya bi yekdengîya partîyên Kurdistanî û artêşek pêşmerge heye!

Ji dema ku Kurdistan bû du perçe (1514) û piştre bû çar perçe (1923) û ket bin dagîrîya mêtinkaran û heta îro gelê Kurd tu xêr û xweşî, aramî, têrxwarinî û ewlekarî nedîtîye. Bi ser de, mêtinkaran li hemberî gelî Kurd sîyaseta înkar û tunekirinê meşandine.

Kengî hêzek an ferdekî Kurd, doza mafê xwe yê azadîya çandî, sîyasî, civatî an aborî kiribe, bi îşkence, zîndan, nefîkirin an kuştinê hatîye cezakirin.

Ne tenê ji ber serhildan û berxwedanan, ji bo îhtîmala serhildanê jî li Koçgîrî, Amed, Dêrsim, Berzan, Mahabat û Qamişlo bi hezaran Kurd heta îro hatine qetilkirin û hîna jî li van deveran ewlekarîya jîyanê ji bo Kurdan nîn e.

Kî li hember dewletbûna gelê Kurd derê, ya bêûjdan û ehmaq e yan jî dijminê gelê Kurd û pêlîstokên wan e!

Bala xwe bidin dewletên ku li Rojhilatanêz an bi giÅŸtî li Rojhilatanavîn serwer in; kîjan dewlet li gor pîvanê demokrasî, mafê mirovan û dadwerîya gerdûnî tevdigere? Li kîjan perçeyî Kurd û hûrgelên bi Kurdan re dijîn xwedîyê mafên demokratîk û netewî ne; jîyana kê di ewlekarîyê de ye? Çima îro Kurd li her çar perçê Kurdistanê di bin sî û gefa çekan û tirsa mirinê de dijîn? Kurdan, ji xeynî van çend salên azadîya Başûr, çi gavê jîyanek azad bi dest xistine û têr parîyek nan xwarine?…

Em karin van pirsan gelekî zêde bikin; loma serxwebûn û dewletbûna gelê Kurd, li kîjan perçî dibe bila bibe, mîna nan û avê pêwîstîyek e!

Biryara Serokê Kurdistan Mesûd Berzanî ya referandûmê û daxwaza wî ya serxwebûnê, mafekî rewa yê her netewê ye.

Ev daxwaza serxwebûnê, daxwaza her şehîdekî Kurd bû ku canê xwe di vê rê de gorî da! Ew kes û partîyên ku ji bo dewletbûna netewa Kurd banga şerê rizgarîyê kirin û îro jî dibên em dewleta Kurd naxwazin, xiyanetê û bêrêtîyê li hember şehadeta wan kesên di vê rê de şehîd ketin dikin!

Dewletbûna gelê Kurd, ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên nav xwe û hemû gelên li herêma Rojhilatanavîn dîjîn wê bibe temînata demokrasî, aştî û azadîyê.

Dewlet û hêza ku li dijî serxwebûna Kurdistanê be, îro û sibê jî wê li dijî demokrasî, aştî û azadîyê bin!

Îro bi daxwazên xwe yên serxwebûn û dewletbûnê, Serok Mesûd Berzanî û her kes û hêza ku wek wî difikirin, di rêya rast de ne. Ji bo hevkarîya di vê rê de, her Kurdekî welatperwer çi ji destî wî bê divê bike.

Ya wê netewa Kurd bibe dewlet yan jî wê wenda bibe û nemîne!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *