Em Dr. Abdurrahman Qasimlo bi giramî bibîr tînin

Dr. Abdurrahman Qasimlo 25 sal bere, di roja 13.07.1989 an de, ji aliye dewleta Îranê ve li Wîyanayê hate qetil kirin.

Em Dr. Abdurrahman Qasimlo bi giramî bibîr tînin
Dr. Abdurrahman Qasimlo 25 sal berê, di roja 13.07.1989 an de, ji aliyê dewleta Îranê ve li Wîyanayê hate qetil kirin.
Qetil kirina Dr. Qasimlo, êrîşeke ku ne bes li dijî Partiya Demokrata Kurdistana Îranê bû. Ew êrîşa li dijî doza neteweyî ya her çar perçeyên Kurdistanê û hemû Kurdên li cîhanê bû.
Dr. Qasimlo, bi zanebûna xwe, bi tecrûbeyên xwe, bi têkiliyên xwe yên navneteweyî ji bo hemû Kurdan rêberekî hêja û pişteke xurt bû.
Dr.Qasimlo, ji bo çareser kirina pirsa Kurdistanê li gel Dewleta Îranê guftûgoyên xwe jî didomand. Di pêvajoya van guftûgayan de, ,di hevûdu dîtineke li gel nûnerên Komara Îslamî ya Îranê de ji aliye îstîxbarata Îranê ve bi awayekî dijminane, bi awayekî ne mirovane bi sûîqastekê hate qetil kirin. Li gel Dr. Qasimlo, Ebdulla Qadirîazer nûnerê PDKÎ li derveyî welat û Dr. Fazil Resûl ê ku kurdê başûr bû jî hatibûne şehîdkirin. Mixabin heta îro jî dewleta Awûstûrya`yê ew kes û hêzên ku ev sûîkasta pêk anîne dernexistiye holê, di derbarê wan de tu doz venekiri ye.
Dewleta Îranê piştî Qasimlo jî li dijî doza neteweyî ya miletê me êrîş û qetlîamên xwe ranewestandiye. Piştî Dr. Qasimlo , Dr. Muhammed Sadık Şerefkendî bibû Sekreterê Giştîyê PDK-İ ê. Dewleta Îranê di sala 1992 an de jî, Dr. Muhammed Sadık Şerefkendî û 2 hevalên wî li Berlînê bi êrîşeke çekdarî qetil kiribû. Îro jî dewleta Îslamî ya Îranê siyaseta xwe ya li dijî miletê Kurd didomîne. Rojane bi dehan ciwanên Kurd îdam dikin. Li hember daxwaza mafê serxwebûna Başûrê Kurdistanê bi awayekî dijminane helwestê digirin.
Dîroka miletê me bi dehan caran îspat kiri ye ku, bi jenosîd û qetlîam û bi îxanetan doza Kurd û Kurdistanê ranewestiya ye. Ew alaya ku Dr. Qasimlo û şehîdên kurdistanê bi rûmetî hilgirtibûn , îro li Başûrê welatê me, bi serfirazî li ser Parlemena Kurdistanê diheje. Îro gele me yê başûr bi ber serxwebûnê ve dimeşe. Evê berhema ked û emeka hemû Kurdistaniyên li her çar perçeyên Kurdistanê dijîn e.
Dr. Qasimlo û hemû şehîdên Kurdistanê bila çavê we li dûv we nemîne. Doz û ala we di destên nivşên nû de bi ber serfiraziyê ve dimeşe.
Em di 25 saliya şehîd bûna Dr. Qasimlo de , wî û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî û bi hestên Kurdewarî bi bîr tînin. 12.07.2014
Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *