12 Îlonê û Zîndana Amed

Li Zîndana Amed Rewşa Rojane (1981-1984)

(Dua)

Li zîndana Amed ya 5 nolî Tipa-E ya salên 1980 yan de, îşkence bi duaya xwarinê destpêkir. Pêşî wek kiryarek leşkerî ya pêwîst bi me dan kirin. Lê piştre wek pêlinga îşkencê ya pêşî kirin serê me. Ev taktîka pêşî ya dana serî tewandina me bû.

Pêşî bê lêdan xwarin dihat û gardîyanan xwarin tanîn devê derî, lê piştre bi me hêsîran xwarin ji xwarinxanê bi tekmîl, merş û talîm û lêdan didan anîn. Hêsîr, li gorî hejmara qerwaneyan derdiketin.

Yê derdiketin, li devê derî kabokên xwe li hev didan û bi dengê bilind kunya xwe dixwendin. Gava gardîyan ne ecibanda, her yek deh dar li destê wan dixist.

Piştî ku xwarin ji xwarinxanê tanîn, me qerwane datanîn û disa bi şêweyê berê tekmîl dida û bi dengê bilind digot:

“Fermana te hat cîh, serdarê min!”

Lê “serdar”, wê dîsa jî bahaneyek bida pêş, ya wê bi cop, sîle û kulmizka li ser çav û ruyê me bida, yan jî wê bi rewtên daran li dest, ling û tilmeqûnê me bidana. 

Piştî anîna qerwanê, em tev diketin rista duaya xwarinê. Berpirsiyar derdiket hember me, di temenê de, dest bi duaya xwarinê dikir; wî digot, me jî ducar dikir:

“Rehet!.. Amade be!.. Ji xwedayê me re spas be, artêş û netewe sax be, dewleta me herhebe!.. Balkêş!..” berpirsiyar serê xwe berbe gardîyan difitiland û bi dengê herî bilind digot:

“Serdarê min!..” “Serdar”(!) jî wê bi mirûzekî tirş bigota:

“Zeqûm be, yan jahr, yan gû be!..” Me jî bi dengê herî bilind digot:

“Her bijî!..”

(Xwarin)

Xwarina ku ji me re tanîn jî, wer xerab çêdikirin ku him nedişibihî xwarinê û him jî gelek hindik bû: her roj ji sed mirovî re, nêzîka 30 nanê leşkerî, yên ku her yek bi qwasî destekî tanîn. Jixwe heta a`din`î rojê, ji me re nan tune bû! Ew nanê ku para me ketibû jî, me ji bo taştê, firavîn û şîvê dikir sê para!

Di taştê de, bi glemperî qerwaneyek çay, carna du-sê kulm zeytûnê zuha û tehl, yan jî tasek marmelad û du qalib rûn tanîn.

Lê ji bo ku me ji dêvila avê vedixwar, pê riya xwe kur dikir, yan pê diçûn destavê, çaya sibê ji me re wek derman bû!

Firavîn û şîv, gava derman tê de tuneba, bi piranî di du qerwaneyan de dihat, yek hişk û yek jî rohn bû. Qerwane bi piranî bi nêvî dikirin. Xwarinê wan bi giranî ji şorbeyên rijî, bê ava firingîya, ya kele, yan jî sûravk bû.

Gelek caran xwarinên me dermankirî bû. Lê me nizanîbûn ku çi dermanan davêjin nav. Em bi wan xwarinên dermankirî zikêşî û virikî dibûn. Gelek caran em alerjî dibûn; li canê me pizik, xurî û pitikên sor û reş çêdibûn. Carna em bi xwarinê gêj dibûn û ji hal diketin!

Carna jî di xwarina me de rovîyê tije pîsîyê heywên û mişkê lexeman jî derdiketin!

Hema hertim em birçî bûn. Ji bo ku bi rêya serlêdanîyan, ji derve anîna xwarinê qedexe bû, me dixwest bi rêya qantîna zîndanê, ji xwe re xwarin bistînin. Pêşî hinek tiştên xwarinê û nan jî difirotin, lê piştre ew jî ji ser me birîn. Gelek caran xwarin û piskewîtên dema xwarina wan derbasbûyî û kufik avêtibûnê difirotên me, lê ew jî dibirîn…

Pereyên ku malîyên me ji bo xwarin û vexwarinê ji me re radizandin jî êdî nema dan me, pê neft û boyax û firçeyên wêneyan dikirîn, da ku em li gor dilê wan nivîs, al û wêneyên qahremanên tirk xêz bikin. Yan jî tiştên ku pêdivîya me jê tune bû; wek şimik, sabûn, pênûs û defter tanîn ji me re…

(Vexwarin)

Di vê zîndanê de av, li hember me we îşkenceya herî giran bû. Nêzîkî sê salan Waneyên lûleyên kanîya avê li me hatibû girtin û nedihîştin dilopek av were qawîşa me.

Em ewqasî tîh dibûn ku gava carina baran dibarîya, ava ku ji ber paceyan dihat hundir, me kevnik pê şil dikir û di lêvê xwe yê zuha û qelişî dida.

Tenê bi qasî ku em ji tîhna nemirin av didan me. Ji ber tîhbûnê, hertim pişikên me mîna bizotê agir yan şîşên sorkirî têde bin, dişewitî.

Gava ji bo vexwarinê av tune be, meriv nikare ji bo tu tiştekî din jî bikar bîne.

Ji bo ku merivekî bi nivîskî li hevalekî me dabû, dozgerê bi navê Halit Karabulut, ji bo bi rûhevxistinê û nasandinê, bangî wî merivî kir û bangî me çend hêsîrên din kir. Gava em ketin nivîsgeha wî, me bala xwe dayê şerbikekî ji camê tije av û qedehek li ser rexek maseya wî hatîye danîn. Me jî bi lêvên ji tîhna qelişî û bi kezeba şewitî li avê dinerî. Hêsîrekî hevalê me li dora xwe nerî ku leşkerên qardîyan li dervî nivîsgehê ne û ji dozger pirsî:

– Ez karim pirsekê bikim? Dozger got:

– Kerem bike!

– Ez dikim ji tîhna bimirim, ez karim ji ava ser maseyê qedehekê vexum?       Dozger mirûzê xwe tirş kir, gotê:

– Hûn çi ji min dixwazin, zarokên min hene, mafê we tune ye ku hûn serê min jî têxin belayê!..

(Hejmartin)

Ji bo hejmartinê, wê pêşî gardîyan derî vekira û bigota; `Balkêş!` Piştre wê berpirsê qawîşê berê xwe bida me û bi dengekî bilind bigota; ` Rehet!.. Amade be, balkêş!` û wê li ber efser kabokên xwe li hev bida û bigota; `Ewqas kes ji ferman û awira te re amade ye serdarê min!` wê têketa rista xwe ya hejmartinê.

Her roj di pêşkêştîya efserekî, yan du-sêyan de, bi garanek leşkerên gardîyan, wê sibehê û êvarî, gelek caran nivro û gava derxistana hewşê û têxistina hundir jî em dihejimartin. Carcaran jî nîvê şevê yan destê sibehê ji nişka de wê derîyê hesin bi gurmîn û şingîn vekirana û bigotana: “ heta sisêya têkevin temene û rista hejmartinê! Ye.. du.. sê!” Ji tayşa xwê û ji tirsa lêdanê, herkes nikarîbû di wê zûbûnê bi lez têketa rista hejmartinê. Ji bo ku armanc lêdan û îşkence bû, her leşkerî ji texma xwe, bi jop, dar, peîn û kulmiskan dest bi lêdana hêsîran dikirin.

Glek şêweyên hejimartinê hebûn: ya wê cop bi şid li poz, guh, rû, hustî û sînga me bixistana, yan wê bi hêrs şîlmaq yan hutuk (kulmisk) li rû û sînga me bidana, yan wê aletekî tûj di destê xwe kirina û li rûyê me bidana û me yê jî yek bi yek bi rêzê û bi dengê bilind bihejimarta.

Di hejmartinê de, ji kîjan hêsîrî zêdebû ku xwe şaş bikira, lê di vê rewşê de ne mumkun bû ku me carna xwe şaş nekiriba, gava yekî xwe şaş bikira jî, him wê neh-deh leşker bi dar, cop, peîn û kulmiskan bikişiyan ser, wî bihingavtana û him jî wê îşkenca xwe ya hejmartinê ducar bikirana.

Carna jî Fermandarê Parastina Hundir yê zîndanê, serpel Esat Oktay Yildiran, bi kûçikê xwe yê navê wî Co bû, dihat hejmartinê!

Bi gelemperî, pê re serbazek, çawîşek, serdestak û deh-panzdeh leşker dihatin.

Gava leşkerekî cop li nav ser û pozê me dida û me jî bi qîrîn dihejmart, Co jî pêşî li ser nivînên me û paş renzeyên me, fitlonekek dudo dida xwe û pişt re kî diket ber, devê xwe davêt “nav şeqên wan” û qîlên xwe bi ser de dişidand. Ji bavê kê zêde bû ku xwe tevbida û ji temenê derketa. Lê tevlî vêya, dîsa jî merivna îdare nedikir, ji hişê xwe diçûn û ji qamet de diketin xwarê! Wê gavê, li ser serê wan dibû terpe-repa dar û copên leşkeran û di wê rewşa ku ji hişê xwe çûyî jî lêdan dixwarin!..

(Talîm)

Fermandarê parastina hundir yê zîndanê, Esad Oktay Yildiran, ji me re digot; “Vê dera ne hefs e, qişleyek leşkerî ye! Hûn jî ne mahkûm in, leşkerên Komara Tirkîye ne!” Loma îşkenceyek bi hawê leşkerî li me dida kirin.

Lê ji alî din jî bi eşofman talîm bi me dikirin û her yek ji me jî wek hêsîra hejmarek (numroyek) li sînga me, li ser eşofmanê me dabûn nivîsandin û bi wan hejmaran bangî me dikirin!

Divîyabû me hemû talîm, terbîye, qaîde, qûral û dîsîplîna ordîya tirk ya mêtinkar û nîjadperest pêkbanîya. Me kesên ku leşkerî nekiribûn jî me fêm dikir ku li leşkerîyê çi tînin serê hemwelatîyên me yên Kurd!

Divîyabû me her roj “Sonda Me” (Andimiz), “Merşa Serxwebûnê” (Îstiklal Marşi) û “Gotara Ciwanan” (Gençlige Hitabe) ji ezber bixwenda. Bi talîmê re jî, diviyabû me li dor 50 merşên leşkerî û nîjadperestî bixwenda. Yek bi yek her roj em dihatin îmtîhankirin, ku me van merşana ezber nekiriba, me têr lêdan dixwar.

Êdî derxistina me ya hewşê, ne ji bo ku em hewa paqij bistînin û bêhna xwe fireh bikin, ji bo îşkencê li me bikin.

Neh-deh leşkeran, wê dar û cop bigirtana destê xwe, me çar-çar têkirina rêzê û bigotana:

“Raweste!”

“Amade be!”

“Bi gavên li rê merş!”

-Gerek me sed kesî bi hev re milên xwe leşkerkî bilind bikira û daxista.

-Gerek me bi hevre çongên xwe rakira û li sînga xwe xista û lingên xwe bi hev re li erdê bida.

-Gerek me teva bi hevre, bi maqam û dengê herî bilind merşên deh rist biqîrîyana.

Ji xwe ne mumkun bû ku me van daxwazên leşkeran pêkbanîya; gava me pêkbanîya jî, leşkeran têr nedidîtin. Loma wê bi dar û copan li mil û çîpên me bidana. Wê bi girikê destan çen û argûşkên me bişikanda. Yan jî wê yek bi yek îşkenceyên taybet li me bikirana. Her rojê çend carekî wê em têxistana rista lêdanê ya destan, ya lingan û ya tilmeqûnan. Digotin:

“Hûn lingên xwe, yan milên xwe baş ranakin!” Yan wê bigotana:

“Hûn baş deng dernaxin!”

“Rûnin!”

“Rabin!”

“Vekevin!”

“Bi zikişkê herin heta dîwarê hembe!”

“Serpişt herin heta dîwarê din!”

“Bigirîn!”

“Bikenin!”

“Ala Tirk maçî bikin!”

“Sola me balêsin!”

“Bi dev û zimanê xwe hewşê paqiş bikin!”

Van ferman û kiryarên hovane dîsa têra wan nedikir; serî, çen/argûşk, diran, mil û tilîyên me dişikandin.

Carina jî em serserî bera koncala foseptîkê (koncala ku lûleyên destavê/tuvaletan dihat ser) didan!

Ne tenê li der, li hundir jî bi me talîm dikirin. Ji sibê heta êvarî nedihîştin em rûnin. Divîyabû me mîna li hewşê li hundir jî bi yek şêweyî bîqîrîya û merş bigota û me bi hev re çongên xwe li sîngên xwe bidana û lingên xwe li erdê bixista!

Ji ber gurmîna lingê me, mîna ku erdhej çê bibe, qawîş dihejîya. Vekirana paceyan qedexe bû. Ji bo ku em der nebînin bi boyaxa sor û sipî li ser camên paceyan ala tirkî hatibû çêkirin.

Ji bo ku pace tev girtîbûn, dengê sed mirovî li hudir vedida û dilefîya, dibû zingezinga mejiyên me û mîna gulehekê mejîyê me qun dikir. Werê ku, me digot qey serê me diwerime, çenek hiş û bîr di serê me de nedima.

Carna, mîna ku sîgorta serê me bavêje, weke brûsk di serê me de vede, em bi şoqekê vediciniqîn û ji bo ku ji hişê xwe nerin û dîhn nebin, me bi şid herdu guhên xwe digirt!..

Di navbêna me û dîhn bûnê de perdeyek pir tenik mabû! Ji xwe gelek ji me bi sara ketin û gelek jî dîhn bûn.

Gava me talîm nekira û merş nexwenda jî, divîyabû me li pêya û di temenê de, bi hev re û bi dengê bilind pirtûka bi navê “Prensîp û Şoreşên Ataturk” bixwenda. Divîyabû me ew pirtûk tev ezber bikira. Ji bo ku me çima pirtûk ezber nekirîye, wê hero li me bidana. Ji xwe xortekî ew pirtûk tev ji ber kiribû! Ez matmayî mam!

Ji ber tîhna û birçîna, her roj bi lêdan, tirs û heyecan, em ji sibehê heta êvarî li ser pêya bûn, êdî tu taqet û derman di çongên me de nemabûn; em dilerizîn û lingên me bi zorê xwe di bin laşê me de radigirtin!..

Carina hin hevalên me nema îdare dikirin û ji qam de dihatin xwarê, hinan jî îşkence, seqetî û mirin didan çavên xwe û rûdiniştin.

(Paqijî)

Ji bo ku av nedidan me, bi mehan me serê xwe û cilên xwe nedişuşt. Loma ji ber gemarê, bîna genî ji me û cilên me dihat!

Ji bo ku tu carî me nikarîbû hundirê xewxana xwe, ya ku me wek xwarinxane jî dixebitand, bişuşta, ji gemar û qirêjê qalikekî qalind girtibû; ewqas bîna genî ji hundir dihat, gava ku em ji hewşê dihatin hundir, ji bîna genî madê me dixelîya!

Rêvebirîya zîndanê, ji qazî ya roja berî lêgerînê yan jî roja ku wê lêgerînê bikin ji me re alavê qentînê (dikana girtîgehê) tanîn!

Di lêgerînan de çi xwarina me ji qentînê kirîbû, wê tevlî cilên me û nivînên me bikirana û leşkera li ser gêre dikir. Ev jî sipî, sipîpanik û çirçirk bêtir dikir.

Her derê me tije sipî bûbû. Rojê du caran, deh deqe lêgerîna sipîyan bi me didan kirin. Her carê, me her yekî, bi kêmanî sed sipî dikuşt!!

Firaxên me xwarin têde dixwar, ji mecbûrî me bi kaxet û kevnikan paqij dikir!

Ciyê destavê timî bîhna genî jê dihat û ji bêavî gelek caran dixetimî û herder dibû pîsî!

(Lêgerîn)

Li vê zîndanê lêgerîn, bi serê xwe îşkenceyek gelek giran bû. Ev îşkence, alîyê wê yê kesayetî û ehlaqî ji yê fizîkî girantir bû.

Heftê carekê lêgerîna qawîşa me dikirin. Cilê me, di ciyê kêl û derzan û ne derzan de diçirandin.

Balîf û doşekên me dibişkifandin û pemboyê wan tev bi ser cilên me û xwarinê hildiweşand û pêlê dikirinê.

Piştre wê me derxistana hewşê, li kêleka hev rêz bikirana û wê me bidana tazîkirin û yek bi yek li tabûta me binerîyana û wê em dûdirêj bisekinandana û li ser bedena me û organên me henekê xwe bikirana û bi copan bi organên me bilîstana.

Her ku em derxistana mahkemê, bi bahaneya lêgerînê, him li birinê û him jî li anîna ji mahkemê, wê em tazî bikirana, li me bidana û bi bahana lêgerînê wê bi kesayeta me bilîstana.

(Serlêdan)

Serlêdan, bi serê xwe îşkenceyek gelek alî bû. Gava ji bo serlêdanê navê me dixwend û em derdiketin devê derî, bi qasî hejmara tîpên bajarê me, dar li tilmeqûnên me dixistin.

Heta cîyê serlêdanê belkî sed metre zêdetir hebû. Bi merş, zikkişkê, lêdan û li me siwarbûnê me dibir û tanîn. Li jora derîyê ku em diçûn kabîneyên serlêdanê nivîsandibûn:

“Bi tirkî bipeyivin, pir bipeyivin!” Lê derew bû!

Serdanên me, ji du sê deqa zêdetir ne dajot. Em`ê bi serlêdanîyên xwe re çi bipeyivîyana, berê ji me re digotin hûnê bibên:

“Em baş in! Hûn çawa ne, baş in!?” Ewqas!

Bi dê, bav, jin û xûşkên xwe yên bi tirkî nizanîbûn, me nikarîbû wan du-sê gotinan jî bipeyivin! Ji bo wê jî, di kabîneyên yek mirovî de du leşker li herdû kêlekên me, dudo jî li kêlekên serlêdanîyên me bi cîh dibûn!

Gava me, yan wan, gotinek bi Kurdî bikira, yan gotinek qedexe bikira, wê em ji kabîneyê bikişandana û tevlî neh-deh leşkerên gardîyan bi dar û copan li me bidana.

Piştî ku em bi merş, zikkişk û lêdan bibirana qawîşê jî, wê ji hemû kesê qawîşê re bigotana:

“Ji bo ku hevalên we şaşî kirine, divê hûn jî têkevin rista lêdanê!” û me vê carê tevan bi hevre lêdan dixwar.

Armanca pêşî, li herkesî îşkence bikin; ya didoya, ew kesên serlêdanîyê wan hatine, dilê wan xweş nebe, kêfa wan di wan de bişikê; ya sisêya, em hevdû sûcdar bikin; ji hev re bêjin: “çima te şaşî kirîye, min di rûyê te de lêdan xwar!” û bi hev kevin û ji hev nefretê bikin!

(Qantîn)

Rojên serlêdanê ku serlêdanîyên me pere radizandin, êdî rêvebirîya zîndanê nema pere didan me. Bi perê me boyax, tîner û firçe dikirîn, tanîn ji me re û bi lêdan bi me ala tirk li ser dîwar û camên paceyan didan çêkirin!

Li dîwaran tabloyên mezinên tirkan yên xeyalî û qaşo “nene xatûnên” ku di “şerê rizgarîya tirkî de” xizmet kirine didan çêkirin û sloganên nîjadperestîya tirk didan nivîsandin!

Bi perên me, qaşo ji me re hemû rojname û kovar distendin, lê gardîyan, li devê derî ji xwe re li wêneyên wan dinerîn û bi me davêtin sergo!

Carna gardîyan, bi perê me, telîsek qelem û yek jî defterên ku me qet pê nedinivîsand ji me re tanîn.

Carna ji me re telîsek sol, yan şimikên ku me nedixebitandin tanîn.

Carna jî ji me re telîsek sabûna ku me xwe pê nedişuşt tanîn. Yanî perê ku ji me re dihat jî, bi her şêweyî, rêvebirîya zîndanê dixwar.

Rojekê ji me re neh-deh pakêtê helawê yê pênc kîlo anîn. Tevlî ku em pirr birçî bûn jî me biryar da ku em naxwazin. Çimkî wek tiştên din yên bi kêrî me nedihatin ji me re anîbûn. Gardîyan û efserê qantînê kir û nekir û çendîn em tehdît kirin jî me helawa wan qebûl nekir!

Êdî me li hev henek dikir, me digot: “berxedana me ya helawê bi serfirazî bi serket!”

(Nexweşî/Rewîr)

Ger leşkeran mil, tilî, ling û parsyê hêsîrekî bişikanda, yan derbên xerab lêbidana û ew di halekî xerab xistana, derhal kaxetek bi wî, yan bi berpirsê qawîşê didan nivîsandin ku “di renzê werbûye”, yan “li ser pêlingan şemitîye û ketîye”; û tevlî du şahidan bi wî kesî didan îmzekirin.

Yekî ji gardîyan re bigota ez nexweş im; gardîyan, wê xeberek xerab bidaya û bigota:

“Heydê bicehem e, ma ji bo ku tu nexweş bikeve, te ji min destûr sitendîye qûnek?!” Gava hêsîr israr bikira jî, ya wê têr lê bida, yan jî wê bigota:

“Ez`ê te bibim rewîrê, heger doktor bêje `tu rehet e û tiştekî te tune ye`, wê gavê mi wawayî dayika te kir, ji xwe re şêweyekî mirinê biecibîne dêqahp!”

Ji xwe ji bo ku em nexweş bikevin, çi ji destê wan dihat dikirin. Him ji ber tunebûna xwarin û avê, him ji ber îşkenceyên giran û qirêjê û him jî ji ber nexweşên bi nexweşîyên têger tedawî nedikirin û derman nedidan wan û ew dixistin nav hêsîrên ne nexweş, ew nexweşî hêdî hêdî li hêsîrên din jî belav dibû! Carna ji ber îşkencê, nexweşîyekê, yan ji tîhna hêsîrek ji hişê xwe biçûya û têketa komayê, ew dibirin nexweşxanê. Doktoran wê bigotana:

“Madem we vêya anîye serê vî mirovî û ew heta niha hîştîye, hema ji bo ku bimire, hewce nedikir we banîya vir!”

Carina hinek mirov ji mirinê xelas dibûn yan dîhn dibûn, ew dibirin nexweşxanê. Li wir jî ew bi renzê ve kelepçe dikirin! Birina wî hêsîrî ya destavê û pêwîstîyên din, ji însafa leşkerên gardîyan yê îşkencedar re dima.

Kesê ku di îşkenceyê de ji hişê xwe biçûya jî, leşkeran digot derewan dikin: Ya wê derzî di bin nenûkên wan rakira, yan jî wê çixare bi canê wan venîştana!..

Carna jî kesên dibûn dîhnê beradayî û cilê xwe diçirandin, ya li qawîşê dihîştin û her roj êrîşî hevalên xwe dikir, yan jî bi tenê dixistin hucreyekê.

Ji xwe zivistanî tu demê kalorîfer nedihatin vêxistin. Sala 1982-3 li Amedê êvaran di bin sifirê heta 35 pile germahî dadideket. Werê ku ji hilma me, ji hundur ve camê qawîşê deh santîman qeşa digirt. Gelek caran li hewşê, li ser qeşê û berfa hişk em şilfî-tazî dikirin û didan kaşkirin!..

Li qawîşa 27`an çarekê çar gardîyan li min tenê dan! Zêdetirî du sed darî li bin û rûyê lingên min dan û nenûkê her du lingên min jî bi dara rakirin! Ez neçûm doktor.

Li qawîşa 21`ê bi kulmisk û peîna parsûyê min yê çepê şikandin. Heta hefteyekê min nikarîbû baş hilma xwe bistînim, dîsa neçûm doktor, heta parsûyê min bi hev kelîya.

Li qawîşa 28`an ji bo diranê min qul bûbû çûm doktor. Ji dêbla doktorê rewîrê min bişîne nexweşxanê ku diranê min dagire, wî bi xwe diranê min yê kursîya bi pense hilkir.

Ji bo ku li zîndana Amed masûlkê qevda destê min bi kelepçê hatibû birîn, girêza nava movika qevdikê, di bin çerm de wek girêkekê çêkir û destê min pûç bû, wer diêşîya ku min nema karîbû rahîşta qedehek av jî! 

Ji bo qevda destê xwe çûm ba doktorê rewîrê. Doktor yekî ciwan û çepgîr bû. Çimkî ji sohbeta bi me re hez dikir. Doktor got: “çareya destê te tune ye! Ezê ji bo êşbirê derman bidim te; tu jî perakî madenî deyne ser û hişk girêde û ranehêje tiştê giran wek çaydan û diştê werê!” Min jê pirsî: “Ma bi neştergerîyê çareser nabe”, wî jî got: “na, wê xeraptir bibe!” Min jî got: “derman jî nenivîse!” min xatir xwest û berê xwa da qawîşa xwe.

Ez fikirîm ku ji kelemçê masûlkê destê min qusîyane û ji bo ku xwîn baş naçe û nayê masûlk sist bûne û her du alîyên movikê qevda min ranakişîne ber hev û girêza nava movikê derketîye der. Loma gava ku ez sporek baş bikim û xwîn zorê bide masûlkan, wê gavê dikare têkeve forma xwe ya berê!` Min ji wê rojê de, her roj li hewşê û li ber rojê seet û nîv/du seetan bazda û bi lebatên temamê laşê xwe jîmnastîk kir. Di nava sê heyvan de hêdî hêdî êş û girêka destê min wenda bû!

Piştre ez bi şewbek xerab ketim, ji bo derman çûm ba wî bijîjkî. Bijîjk ji min pirsî:

“Çi bi qevda destê te hat!?” Min jî xwe li xeşîmî danî:

“Çi qevd, çi dest bijîjk!?”

“Ma ne tu bû sê meh berê ji bo rehetkirina qevda destê xwe tu hat ba min!?”

“Na, tu şaş e; qey yekî din bûye bijîjk!!”

“Na welleh, ez ne şaş im, ew tu bû!”

“Baş e, heger ez bim, va ye li her dû qevdên min binêre, ka tiştê ku tu dibê hey e yan na!?”

Bijîjk matmayî, bi her du qevdê destê min girt, virde û wêde zîvirand, lê tiştê ku hêvî dikir nedît!.. Hinek sekinî û hizirî, dîsa ziq li her dû çavê min nêrî û got:

“Rahme de ka ji min re bêje, bê te çi kir; ez zanim ew tu bû!?” Bi ken min got:

“Tu rast dibê, min bi te henek kir! Min bi sporê destê xwe tîmar kir!” Bijîjk got:

“Min qet bîra çareserîyek werê nedibir! Ez zanim ku bi tîmara fizyoterapîyê û sporê gelek nexweşîyên bedenê çareser dibin, lê vêya min nizanîbû!”

(Dadgeh/Mahkeme)

Gava navê me ji bo birina mahkemê dixwandin, weke berê me têkeve dojehê em diketin tirs û tatoleka mezin.

Em`ê  bi tekmîldan û temene ji qawîşê derketana. Wê her derê me baş saxtî bikirana, bê ka kaxetek parastinê yan mesajek bi me re hey e yan na û wê bi merş û lêdan me bibirana cîyê montên leşkerî yên gemarî, qetîyayî û tije sipî.

Me yê her yekî milên xwe di montekî rakira û bihatana, li salonê têketana rêzê.

Pêşî destên me ji paş de bi şid kelemçe dikirin û em deh deh bi zicîran bi hev ve girêdidan.

Dûvre, wê navê me bixwendana, me yê jî navê bavê xwe bigota.

Piştre heta ku me dibirin dadgehê, bi me talîm dikirin, bi me “Sonda Me”, “Banga Ciwanan”, “Merşa Serxwebûnê” û merşên din didan xwendin.

Em bi wî halê zincîrkirî, bi lêdan û xeber dibirin dixistin erebên leşkerî yên “cenazeyan” ku her derê wan girtî, tenê qulek biçûk tê de hebû.

Erebeyên ku ji bo cenazeyekî hatibûn çêkirin, em carina 30-40 hêsîr dixistinê!

Ji bo em bi hev re nepeyivin jî 5 gardîyan jî diket hundir erebê. Yek bi yek bi copan li serê me didan, em dewx dikirin û didan xwarkirin û mîna mîhan serê me dixistin nava şeqên hev, li me siwar dibûn û li ser me vediketin!

Êdî ji bêhewatî û bîhnçikandinê, êş ji bîra me diçû, em dihatin ber fetisandinê. Gelek caran, gelek ji me bînfetiskî dibû û ji hişê xwe diçûn!..

Carna em di wî halî de, ji bo ku salonên mahkemê kêm bûn, yan hakim kêmbûn û li dozek din dinerîn, me bi seetan li devê derîyê mahkemê disekinandin. Gardîyan jî aciz dibûn û kerba xwe, bi lêdan, di serê me re derdixistin.

Ji bo ku zincîr bi kelemça yê pêşî û yê paşî ve girêdayî bû, gava gardîyanan, dar û cop li nav guhên yê pêşî werdikirin û digotin bilezînin, yan bi lêdan me li erebên cenazeyan siwar dikir û dadixistin, qevdên destên hêsîrên li pêş û li paş diçelitî, masûlke û damarên wan diqusîyan û carina qevda dest ji cîh derdiket. Ji ber vêya ez hîna ji qevdikên xwe êşê dikişînim!..

Gerek em wek pûtan li mahkemê rûniştana. Peyv, livandin, ken, girî, xurandin, heta bi mêş qewirandin qedexe bû.

Heta yê ku dadger navê wî negota, qedexe bû mafê peyvê bixwesta. Gava dadger navê yekî bigota jî divîyabû wek leşkera lingê xwe li hev bide û berê tekmîl bide, dûvre bersîfa dadger bide.

Yê pê li van qedexan bikira, gardîyana li pêş çavên heyata mahkemê, bi dar û jopan li nav guhên wan didan.

Di çûn û hatina dadgehê de jixwe, xwarin û vexwarin qedexe bû. Yê bixwesta biçe destavê jî sûc bû û lêdan dixwar.

Jixwe mahkemeyên leşkerî, yên dema rêvebirîya awarte, tu qanûn û huqûq lê nedimeşîya. Hema çi bigire delîl û şahidek tunebû.

Hêsîrên Kurd, li ser “fezleke”yên (raporên) polîsan û îfadeyên bi îşkencê hatibûn girtin, mahkeme dikirin û ceza dikirin. Ne dihîştin ku hêsîr û parêzer, parastinek huqûqî bikin. Ji xwe ji bo me tu huqûq jî tunebû! Li gor bawerîya me, fermandarên Kolordîyê biryar didan, bê wê çiqas ceza bidin kîjan dozê!

Ji xeynî vê bêdadîyê, keyfîyeta dozger û dadweran jî hebû: berî her tiştî, wek pirensîpê darazkirinê, nîjadperestîya Tirk û înkara Kurd û Kurdistan ji bo dozger û dadweran mercekî asasî bû.

Xwedîyê girtîyan bi rêkê karîba xwe bigehîne efserekî pile bilind, dozger yan dadwerekî, torpîl çêbikira yan bertîl bidana wan, karîbû merivê xwe bide berdan.

Malbata min, ji bo min û xwarzîyê min Zeynî B. bidin berdan, diçin Îstanbul parêzerekî têkilîyê wî bi leşkeran heye dibîne. Parêzer jî dibê: “ezê wan bidim berdan. Malbata me jî dibê: “mesrefê çûn û hatina te ya bi firokê, heqê otelê û tu çiqas pere dixwaze emê bidin, tenê wan bide berdan!” Ew jî dibê, “baş e!” Parêzer hat wekaleta min sitend, lê ne got wê parastinek çawa bike. Di rûniştina dadgehê de ji dêbla ku parastina me bike, got: “muwekîlên min bi doza perçekirina dewletê tên darazkirin, ji xwe ew ne Kurd in û ji xwe Kurd tune ne; naşî û cahil in; ketine nav bûyerên ku bibin maşika neyarên dewleta me yên hundir û derve; hatine xapandin; loma ez doza berdana wan yan cezayekî ku ji xwe heta niha kişandine ji we dikim!” Serek dadwer jî em rakirin û ji me pirsîn: “Hûn vê parastina parêzer qebûl dikin an na!?” Min jî got: “mafê parêzer tune ye ku li ser navê min vê parastinê bike. Ew ne dîrokzan e û ne jî sosyolog e, divîyabû parastinek hiqûqî bikira, loma ez parastina wî red dikim û parêzerîya wî jî red dikim! Heqê parêzer tune ye ku bêje Kurd tune ne: Kurd hene û ev der welatê Kurda ye û ez jî Kurd im; ji bo doza Kurd ez li vir têm darazkirin!”

Kesê girtî, yan şahidekî bi zimanê tirkî nizanîba, leşkerek, yan bekçî û yan jî polîsekî bi Kurdî zanîba, wek wergêr dihat, karê wergerandinê dikir: îfade bi giranî şaş werdigerandin û me nikarîbû dengê xwe jî bikira!

Piştî trajîkomedîya mahkemê, wê dîsa bi wî halê xerab û îşkence em bibirana zîndanê. Em dibirin ku derê, em li dera jê hatibûn poşman dibûn!

Em ji bin çav anîn hefsê, em li binçav poşman bûn, gava ji zîndanê jî tanîn dibirin rewîr, nexweşxane yan mahkemê, em li zîndanê poşman dibûn! Êdî hemû der li me kiribûn dojeha îşkencê!..

(Li Zîndanê Lêpirsîn)

Li tirkî, cûre cûre mahkeme hene, lê ez`ê behsa Mahkemeyên Rewşa Awarte bikim. Dozger leşker û hakim leşker.

Em Kurdên ku diçûn ber destê hakimê lêpirsînê, yan mahkemê, ji bo ragirtin/tewqîfkirina me, yan cezakirina me, şahid û delîl ne pêwîst bûn, îfade û fezlekeyên polîsan yên di binçav de ji alî polîsan de bi îşkencê hatibûn amadekirin bes bû.

Xwanê bû, ev jî têra general û rêvebirên dewleta tirk nedikir; loma îşkenceyên polîsan yê di bin çav de çavtirsandin û sûcdarkirina wan nebes bû, vê carê, li girtîgehan bi leşkerên xwe, ji polîsan xerabtir dest bi îşkence û nivîsandina mikurname/îtîrafnameyan kirin.

Berê li zîndanê, dest bi îşkenceyek sîstematîk, ya bêşexsîyetkirin û radestgirtin/teslîmsitendinê kirin. Piştî ku di vêya de serfiraz bûn, dûvre, ji nû de hêsîr kişandin lêpirsînê û bi îşkenceyên dijwartir, dest bi nivîsandina mikurnameyan kirin û ew mikurname şandin mahkemeyan. Yên li mahkemeyan wan mikurname qebûlnedikirin, dîsa û dîsa li wan îşkence dikirin.

Pêşî îşkenceya xwe bi gardîyênên leşker didan kirin, îfadeyên hêsîra jî efser û serpelan distend; piştre ji hinek berpirsênPKK yên mikurdar, tîmekî lêpirsînê ku bi îşkencê îfadeya mirovan digirtin çêkirin (ji merkeza PKK: Şahîn Donmez, Yildirim Merkît. Berpirsên herêm û bajaran: Erol Degîrmencî, Hidir Akbalik, Mehmet Girgîn, Halef Çarpar û hwd)

Vê grûba mikurdar, ne tenê endamên PKK dikişandin îşkence û lêpirsînê, gelek endamên parî û rêxistinên Kurd yên din jî kişandin îşkenceyan û li gor “îfadeyên doznameyan” doza mikurdarîyê li wan dikir. Yê di berxwe bidaya jî, li ser navê wî mikurnameyek dinivîsandin, bi tehdît û îşkenceyê pê didan îmzekirin û bi rêya îdarê dişandin dadgehê.

Ji doza me jî em çend kes birin lêpirsîn û îşkenceya zîndanê; lê ji bo ku em teslîm nebûn, Hidir Akbalik, Mehmet Girgîn û hevalên wan, îddîayên polîsan ku di îddîanamê de nivîsî bûn, wan jî li ser navê me nivîsand û şandin mahkemê; lê li mahkemême got ku ev îddîyên ji xwe di îddîanameyan de hene û kiryara rêvebirîya zîndan û hin mukurdarên PKK ne.

Ev mîzansen, bi daxwaz û hevkarîya kolordîya 7`an, dozger, hakim û rêvebirîya zîndanê dihat li darxistin.

(Çay)

Çi pêwîstîyên jîyanî û yên meriv karibe xwe pê wek mirov his bike, rêvebirîya zîndanê li hember me wek çek û îşkence bikar tanî.

Çaya ku me bi perê xwe dikirî, kulmek çay davêtin hundir galonekî sîh lîtir û ava kelîyayî bera ser dida û tanîn ji me re.

Gelek caran hêncetek derdixistin û hefteyekê yan mehekê ji ser me wê çaya jî qut dikirin.

Gelek caran jî li ber derî sar dikirin û didan me. Em bi wê jî razî bûn; em pê deh deqeyan rûdiniştin û bi nêta avê me tîhna xwe pê dişikand!

Hela em hînî tahma naylonê bûbûn, kanserojenbûna çayê, ya di bîdon û qedehên naylonî de, ji xwe hayê me jê tune bû! 

(Çixare)

Çixare jî me bi perê xwe dikirîn. Ev jî ji alî rêvebirîya zîndanê, ji me re hînbûnek luks dihat dîtin.

Loma bi gelemperî piştî ku me dibirin qentînê û bi me çixare didan kirîn bi rojekê-dudoyan, bi bahana ceza, wê tev bidana hev û bibirana.

Heta carna, gardîyana wek ceza, deh-deh bi me didan vêxistin û kişandin. Bi yê ne çixarekêş jî didan kişandin.

Hinekî tiryakî, çay zuha dikirin û dixistin nava kaxetê rojnameyan û dikişandin.

Hinek jî dema diçûn paqijîya nêvkoyê û xwarinxana leşkeran, ji wir bi dizî boçik didan hev, tanîn û bi vedizî dikişandin.

(Tevgera Li Qawîşê)

Ken, girî, peyivandin, ji xeynî tirkî bi zimanekî din peyivîn, bê armanc û bê destûr li nava qawîşê bi tenê yan bi hev re meşîn, sohbet, yan rûniştin qedexe bû!..

Diviyabû di temenê de bihata razan û deng ji kesî derneketa û bi şev sê merivan nobet bigirta.

Alîkarîya hevdu û “Komun” çêkirin qedexe bû; dîsa yên şoreşger û welatperwer, bi giranî yên ji yek rêxistinê dihatin, di nava xwe de “Komun” çêdikir û alîkarîya kesê muhtaç dikir.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir