Xeleka dawî ya zincîra komkûjîya PKK/PYDê: Emîn Îsa…

Îbrahîm GUÇLU

Beriya çend rojan li Rojavayê Kurdistanê Emîn Îsa bi awayekî gelek barbarî hat şêhîd kirin. Hîç şik tune ye ku Emîn Îsa bi destê PKK/PYDê hat kûştin û şêhîd kirin. Di vê pirsê de PKK û PYD ji hevûdu veqetandin şaş e. Lewra baş tê zanîn û ceribandina li Rojavayê Kurdistanê gelek aşkere nîşan dide ku PYDê rêxistina PKKê ye.

Berpirsiyarên PKKê jî gelek aşkere diyar dikin ku PYDê rêxistina PKKê ye. Beriya demekê daxuyanîya Cemîl Bayik derbarê vê mijarê de gelek aşkere dikir ku PYDê rêxistina PKKê ye. Cemîl Bayik digot ku “bi hezaran endamên me li Rojavayê Kurdistanê ne, kes nikare (Emerîka jî tê de) me ji Rojavayê Kurdistanê derxe.

                                          ******

Em hemû kurd baş dizanin ku armanca Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê azadî û serxwebûna Kurdistanê ye.

Kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê divê ji bona ku ev armanca pîroz pêk bê, xebat û têkoşînê bimeşînin. Hezar mixabin dema li Bakûrê Kurdistanê kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê ev wezîfa xwe ya pîroz pêk dianîn, li pêşiya wan astengîyeke derket holê. Ev astengî jî PKKê bû.

Ew astengîya, di demeke kurt de derket holê ku astengîyeke biçûk nîne. Astengîyeke gelek mezin e. Li pişt vê astengîyê, dewleta kolonyalîst ya Tirk heye.

Dîyar e ku Dewleta Kemalîst ya kolonyalîst piştî gelek ceribandinan gihîştibû wê nêrînê ku wek dewleteke biyanî û kolonyalîst neteweya kurd tunekirin, neteweya kurd ji armanca azadî û serxwebûna Kurdistanê dûr xistin gelek zehmet e. Lewra piştî salên 1919an vir ve kurd kûştibûn û qetlîam kiribûn, kurdperwer hepis kiribûn û êşkence kiribûn; lê nikarîbûn ku pêşîya Tevgera Neteweyî ya Kurdistanê û kurdpeweran bigrin. Loma dewleta kolonyalîst piştî salên 70yî stratejiyeke nû pejirand. Biryar da ku li ser navên kurdan rêxistinekê ava bike, armanca xwe ya tunekirina kurdan û kurdan ji armanca serxwebûna Kurdistanê dûrbixe. Ev projeya PKKê bû.

Loma jî piştî PKKê wek grûbeke biçûk jî derket qada siyasî li hemberî kurdperweran û berpirsiyarên rêxistinên Kurdistanê dest bi êrîşan kir. Gelek kurdperwer kûşt. Li hemberî rêxistinên Kurdistanê bû astengîyeke mezin. Loma jî kurdperwer û rêxistinên Kurdistanê her dem bi PKKê re mijûl bûn. Gelek kar û xebatên xwe paşve xistin. Lewra  projeya dewletê PKKê, ji dewletê bi xwe xeterîyên mezin û êrîşên neaqilane û rojane pêk dianî.      

Hezar mixabin, ev êrîşên PKKê, bes li Bakûrê Kurdistanê bi sînor nebûn. Piştî salên 1980yî li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê û Rojhelata Kurdistanê êrîşên xwe domand. Li hemû beşên Kurdistanê zirareke mezin da tevgera milî ya Kurdistanê, rêxistinên Kurdistanê û Kurdperweran. 

Wek tê zanîn PKKê li Başûrê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê xeterîyeke mezin e. PKKê ji bona ku Dewleta Federe ya Kurdistanê têk bibe û xirab bike gelek bi sîstematîk û bi plan xebata xwe didomîne. Li Başûrê Kurdistanê dewletên dagirker gelek herêmên Kurdistanê bi destê PKKê dagir kirine. Li Rojavayê Kurdistanê bi Baasê ve dîktatoriyeke gelek hesinî ava kiriye, li gelê me tade dike.Gelek deverên Rojavayê Kurdistanê ji alîyê dewleta Tirk ve hatîye dagirkirin. Navê Kuırdistanê bû “Bakurê Sûrîyeyê.” 

PKKê, berîya demekê li Başûrê Kurdistanê bi planeke gelek qirêj pêşmergeyên Kurdistanê şêhîd kir. Şêhîdbûna pêşmergeyan li hemû dinyayê deng veda. Li dijî kûştina pêşmegeyan reaksîyoneke gelek mezin derket holê. 

PKK/PYDê ji bona ku şêhîdbuna pêşmergeyan û reaksîyona mezin ya li dijî wê veşêre, li Rojavayê Kurdistanê Emîn Îsa şêhîd kir. Her kurdekî kûştina pêşmergeyên Kurdistanê bîra kir, bi Emîn Îsa re eleqeder bû. Lewra Emîn Îsa bi awayekî gelek barbar hatibû kûştin. 

Lê ji bona kurdpeweran ev metoda PKKê, ne biyanî bû. Lewra PKKê li Bekaayê û li hemû deverên din yên lê bû, li endamên xwe yên jin û mêr bi van metodên gelek barbarî êşkence kirîye û kûştîye. 

Loma metoda di mirina Emîn Îsa de derketîye holê ji bona PKKê ne xerîb e. PKKê her demê ew metodan bi kar anîne. 

PKKê di gelek mijaran de metoda devletên kolonyalîst baş bi kar tîne. Ji bona ku bûyereke girîng bide ji bîra kirin, bûyereke din ya mezin çê dike. 

PKKê ji bona ku şêhjîdbûna pêşmergeyên Kurdistanê û reaksîyona li dijî şêhîdbûna pêşmergeyên Kurdistanê bide ji bîra kirin. Li Rojavayê Kurdistanê Emîn Îsa kûşt.

Xeleka dawî ya zincîra komkûjîya PKK/PYDê Emîn Îsa ye.

Her kurdek baş dizane ku PKK li hemû beşên Kurdistanê ji bona ku kurdan tune bike xebat dike. Ji bona PKKê metoda tunekirina kurdan jî komkûjî ye. PKKê bi deh hezaran kurd, jin, mêr, zarok, kal û pîr kûştine. Ez dikarim bibêjim ku dewletên kolonyalîst bi destê PKKê komkûjî û jenosîdeke di nav wextê de hatiye parve kirin dimeşîne.

Kûştina Emîn Îsa, di nav kurdan de reaksîyoneke mezin diyar kir. Her kurdekî kûştina Emîn Îsa ku endamê PDK-S û ENKSê ye, PKKê lanet û şermezar kir. Cizakirina kûjerên Emîn Îsa daxwaz kirin. Di vê kûştinê de PKK/PYDê berpirsiyar dîtin û îlan kirin.

Hemû partî û rêxistinên neteweyî û kurdperwer yên Kurdistanê, bi gelek awayan ev kûştina protesto kirin.

Lê dema ku em li mijara Emîn Îsa binêrin, bes di wê pencerê de ne, di pencereyeke fireh de li mijara mêze bikin.

Beriya 8 salan qetlîama Amûdê pêk hat. Piştî salên 1984an 7000 ciwanên Rojavayê Kurdistanê bi teşwîk û plana Rejîma Baasê li çiyayê Bakûrê Kurdistanê hatin kûştin. Piştî şerê hundir yê Sûriyeyê 10.000 zêdetir ciwanên kurd hatin kûştin. Ciwanên kurd bi destê PKK/PYDê bûn lejyoner û leşkerên bi peran.

Di kar û xebatên PKK/PYDê de Emerîka jî ji aliyê exlaqî û siyasî de berpirsiyar e. PKK/PYDê, ji piştgirîya Emerîka cesaret digire êrîşî kurdan dike. Divê Emerîka bê rexnekirin, berpirsiyarîyên wan bên bîra wan.

Tê zanîn ku bi navbêncîtiya Emerîka û Fransayê xwedêgirawî xebata yekîtiyê tê domandin. ENKSê, divê di kar û xebatên PKKê yên xirab de bala Emerîkayê bikşîne.

Kûştina Emîn Îsa bû sedem ku qadeha tijî di ser re here. Divê kurd bûyer û kûştina Emîn Îsa ji bona PKK/PYDê bikin sedema mahkûmkirina wê.

Diyarbekîr, 09. 07. 2021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *