Li Antalyayê di 5 rojan de termê 6 kesan hat dîtin

Rukiye Mistefa

Li navçeya Manavgat a Antalya ya Tirkiyê 4, li navçeya Serik jî termê kesek din û îro jî li navçeya Aksuyê jî termê zilamekî din hate dîtin.

Li gor çapemeniya Tirkiyê îro li navçeya Aksu, zarokekî ku li gel bavê xwe masî digirtin li peravên behrê termê kesekî dît û bavê xwe agahdar kir. Li ser wê yekê hemwelatiyê bi navê Ebdulezîz Guneş tîmên 112 ên Navenda Banga Lezgîn agahdar kir û tîmên polîs geheştin cîhê bûyerê û hat zanîn termê zilamekî li wê derê ye û ew ji bo Tiba Edlî hate veguhestin.

Ji aliyê din ve roja Çarşemê jî li peravên Alanya û Manavgat a Antalyayê termê zarokek û kesekî din hatibû dîtin û duh jî li Manavgatê dîsa termê 2 kesên din û li navçeya Serîk jî termek hate dîtin. Tê pêşbînî kirin ku termê li Serîk hatiye dîtin termê keçeke 18 salî ya bi navê Merve Şevval be û malbata wê ya li Stenbolê jiyan dike ji bo destnîşan kirina wê nimûneyên testa DNA dane.

Bi taybet di wan 5 rojên borî de li Antalyayê dîtina termên 6 kesan li peravên behrê tê pêşbînî kirin ku qayîxeke koçber û penaberan di behrê de nuqim bibe û ji ber wê termên mirovan li peravê dide.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *