Qirkirina Çermsoran û politika nejadperestîyê

Siddik Bozarslan

Fetihkarên spanyolî ku di eslê xwe da çete bûn û çavên wan ji birçîbûna zêr û cewheran kor bûbûn; bi navê Herrando Cortês (1488- 1547) û zilamên wî bi saya serê çekên agirî, Împaratorîya Çermsoran bi navê Aztek hilweşandin.

Ev çeteyên spanyolî, soz dabû Împarator Montezuma II (1466- 1520) ku eger ew fîdyeyê (bi awayek bertîl/xûgî) bide wan, wê  serbest were berdan û zirarê nedin pê. Li ser vê soza çeteyên spanyolî, Împarator Montezuma II, bi tîmên xwe yên taybetî ji mabetgahên her alîyê welatê xwe çiqas alavên bi qîmet wek zêr, peyker û mucewher hene; hemî dan civandin û di koşka xwe da wan dan komkirin. Komkirina wan alavan hew as pir bûn ku ew bûbûn wek çîyakî. Bêguman ew alavên bi qîmet, çand û dîroka çermsoran bûn. Lê jibo çeteyên spanyolî tenê zêr û pere girîng bûn; çand û dîroka civata çermsoran qet girîng nebûn.

Jibo rehetîya veguhastina wan alavan, çeteyên spanyolî li rêyek gerîyan û di dawîyê da rêya helandinê dîtin. Spanyolî, ew alavên ku li qesrê hatibûn komkirin; di agirên tenûran da helandin, kirin zêr, zîv, pere û şandin Ewrupa. Van çeteyan, wê hewildana xwe bo Ewrupayê wek ”Şoreşa Pere” bi navkirin. Lê ew hewildan ji bo Ewrupa`yê bû semedê kriza aborî.

Çeteyên spanyolî, qîma xwe bi şewitandina wan alavên ku çand û dîroka çermsoran bûn, neanîn; digel wê hovîtîyê, wan tomarên nivîskî jî bi egera ”di nav wan da kufur hene” şewitandin û bi wî awayî dîroka nivîskî ya çermsoran jî tune kirin.

Digel pêkanîna wê hovîtîyê, çeteyên spanyolî, sozên ku dabûn Împarator Montezuma II, neanîn şûnê û wî azad nekirin. Çeteyan wî bi “bêolîtî” sucdar kirin û cezayê kuştinê bi usûla Qanûna Spanyayî pêkanîn. Ewil ji Montezura II ra hat gotin ku “Eger ew dînê xwe biguherîne û bibe Îsewî, dê ew li gora usûla çermsoran were kuştin.” Rebenê Montezuma II dînê xwe jî guhart, lê çeteyên spanyolî li gora usûlên xwe, stûyê wî xelandin û bi wî awayê hovîtîyê wî kuştin.

Îngilîzan, hê di 1653yan da “Sistema Rezervasyonê (komqetandinê)” dan despêkirin ku civandina çermsorên li Bakurê Amerikayê, di hin herêmên kifşkirî da hatin komkirin. Bi wê gavavêtinê, ewil çermsor ji axa xwe ya bi bereket hatin dûrxistin. Jibo her şervanekî çermsor 50 donum erdê xam ku hê qet nehatibûn ajotin, dan wan û bi vî awayî wan kirin cotyar. Lê paşê, bi hezar dek û dolaban ew erd jî ji wan standin.

Di 1787an da bi biryarnameyek bi navê  “North west Territory Ordinance” li ser kaxid her çiqas; “Li hemberî çermsoran divê nîyeta çê (baş) her daîm were nîşandan, bê riza dilê wan, erdên wan ji wan neyên sitandin û desdirêjî ji bo azadî û mafên wan neyên kirin.” hatibû nivîsîn. Lê di pratika jîyanê da berevajîya wan prensîban pêk dihat. Di pratikê da hat dîtin ku kargerîyên herêmî ji bo ku “ji bo çermê serê her çermsorek” xelat ji alîyê hevwelatîyên sipî ve hatîye dayîn bo xweserîyên herêmî. Hewildana wê pêkanînê di 1641ê da ji alîyê Hollandîyan ve hatîye bi cîhkirin û ev heta 1818an ku xelata herî dawî bûye ku li Dewleta Federe ya Îndîanayê hatîye domkirin.

Berîya ku Ewrupî werin herêmê, li Başur û Bakurê Amerikayê nufûsa çermsoran çiqas bûye, baş nayê zanîn. Ev reqem, li gora her nivîskarek diguhere. Lê li gora di ”Şerê Black Hawk” da ku li hemberî Serokekî Çermsor rûdabû; hejmara wê qebîleyê ji 1000 (hezarî)î daketîye 150 ku ev tarîx di 1832an da qewimîye. Di 1850 da jî li Californîya`yê hatîye gotin ku 110-130 hezar çermsor jîyane; lê 30 sal paşê ev jimare daketîye bin 20 hezarî.

”Çermsorê herî baş, Çermsorê mirî ye!”, ev gotin, di qirkirina çermsoran da bûye gotina pêşîyan û tesîra wê li ser fikrê nejadperestîyê çêbûye û ev li gora rengê însên, di kultûra civatan da cîh girtîye. Numûne, di sedsala 16. da hatîye gotin ku ”Çermsor, ne ji dola însên in”; di sedsala 17. û di despêka sedsala 18. da hatîye gotin ku ”Çermsor ji dola şeytên hatine”; di dawîya sedsala 18. û di sedsala 19. da heta sedsala 20. jî hê di mejîyên hin kesan da hebûye ku di warê biyolojik da çermsor, ji çêbunê vir de, mejî û aqilê wan ji yên sipîyan paşdatir e. (Alaeddin Şenel, Eynê Eser, r. 155-157)

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir