Xebata Festîvala Serxwebûna Kurdistanê Li Amedê Jî Dest Pê Kir. Piştgirî Wezîfeya Kurdperwerî Ye…

Îbrahîm GUÇLU

(ibrahimguclu21@gmail.com)

Demeke dirêj e ku hemû nivîskarên Kurdistanê dinivîsînin û siyasetmedarên kurdistanê diyar dikin û hûnermendên Kurdistanê neqiş dikin ku sedsala 21an divê bibe sedsala kurdan. Lewra miletê kurd, li Rojhelata Navîn miletekî gelek qedîm û runiştî û medeniyetçêker û bi ser hejmara xwe (50 mîlyon) miletê duyemîn e jî, hezar mixabin xwediyê dewleta xwe nîn e. Bes li Başûrê Kurdistanê xwediyê dewleta federal e.

Lê di sedsala 21an de ji bona kurtdan derfeta dewlet avakirinê heye.

Loma jî pirsgirêk û derdê kurdan mezin ew e ku xwediyê dewletê nînin. Divê dewleta xwe ava bikin. Mijarên din bi tevayî mijarên duyemîn û yên li pişt tên. Girêdayî ev tespîta stratejîk, mijara rejîmê yanî li Kurdistanê rejîm dê çewa bibe (ku helbet daxwaz ew e ku rejîm demokrasî be), modela dewletê çewa bibe, ew mijarên esasî pişt re tên. Pirs û mijarên vê qonaxê nînin.

Dema ku pirsgirêka me ya bingehî û stratejîk dewlet ava kirin be, divê hemu kurd û hemû rêxistinên wan û hemû civata kurd ya ji rengên cihê, ji bona dewletbûnê xebat bikin.

Heta nûha ji bona ku hemû kurdan û partî û rêxistinên wan, avakirina dewletê ji bona xwe nekirine stratejî, loma jî di dewletavakirinê de gavên stratejîk nehatine avêtin. Divê em hemû kurd bi lezûbez dev ji vê şaşiya xwe berdin.

Kurdistan ji bona ku çar parçeyê, rewşa avakirina dewletbûnê jî tê gûhertin. Di vê merheleyê de hemû beşên Kurdistanê yekkirin û dewleteke serbixwe ava kirin, zehmet e û şertên wê tune ne.

Di vê merheleyê de li Başûrê Kudristanê şertên dewleta serbixwe ya Kurdistanê ava kirin heye. Wek tê zanîn di sala 2005an de encama rêfêrandûma Makezagonê dewleta federal li Iraqê û li Kurrdistanê jî dewlete federe ava bû.

Kurdan û ereban bi riya demokratîk û aşitîxwaz qedera xwe di sîstema federal de kirin yek.

Di sîstema federal de diviya bû ku miletê kurd û ereban bi her awayî, ji aliyê statu û mafan de wek hevûdu be. Lê ji bona ku ereb ji nasyonalîzma radîqal ya ereb û ji şovenîzmê dev ber nedan, piştî demekê ji dewleta federal cûdabûna miletê kurd hat rojevê. Beriya wê desthilatdariya Kurdistanê û bi taybetî jî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bona ku pirsgirêk çareser bibin, dewlet wek dewleteke federal tevbigere, gelek hewil da. Hezar mixabin pirsgirêk çareser nebûn.

Ji bona vê yekê kurdan dewleta sebixwe û dewleta konfederal pêşniyar kir. Ji bona vê yekê jî hewil dan ku rêfêrandûm bê lidarxistin. Demekê pirsgirêkan, pêşî li biryara rêfêrandûma dewleta serbixwe ya Kurdistanê girt. Lê di encamê de biryar hat girtin ku di 25ê îlona 2017an de ji bona serxwebûnê, rêfêrandûm bê lidarxistin.

Nûha jî, ji bona ku rêferandûm bi serkeve xebateke xûrt dest pê kiriye. Divê hemû kurd, hemû rêxistin û partiyên Kurdistanê, kurdistanî yên kêmneteweyî, hemû civata kurd ji bona rêfêrandûm bi serkeve xebat bike. Lê divê hesabê piştî rêfêrandûmê jî bike. Piştî rêfêrandûmê jî dewlet ava kirin dê bikeve rojeva miletê me û me.

Ji bona ku rêfêrandûm serkeftî be û avakirina dewleta Kurdistanê bê problem derbas bibe, dive hemû kurd bi gelek cûrayan xebata xwe bidomînin.

Ji bona dewleta serbixwe û rêfêrandûma dewleta serbixwedi despêkê de li ewrûpayê xebata Festîvalê dest pê kir.

Ev festîval dê li Hewlêrê û li Diyarbekîrê jî bê lidarxistin.

Bingeha Xebata Festîval a Serxwebûna Kurdistanê di xebata Peymana Sykes Picot de hate danîn. Kurdên hemû parçeyên Kurdistanê yên li Ewrupayê di sedasaliya Peymana Sykes Picot de biryar girtin ku bi awayekî gelerî û gelek fireh, peymanê protesto bikin û ji bona peyman ji holê rabe dest bi xebatê kirin.

Ev xebata li Ewrûpayê serkeftî bû û gelek deng da û bandora xwe li ser dinyayê û kurdan danî.

Ew kes û rêxistinên ku ji bona Peymana Sykes Picot xebat kiribûn, pişt re biryar dan ku ji bona serxwebûna Kurdistanê û dewletavakirinê; xebatek hevbeş bimeşînin. Piştî çend civîna biryar hat girtin ku ji bona “Serxwerbûna Kurdistanê” festîvalek li dar bixin.

Xebata xwe wek “Festîvala Serxwebûna Kurdistanê” bi nav kirin. Ji bona vê bi beşdariya ji hemû welatên Ewrûpayê komîteyeke rêvebir û fireh û serbixwe ava kirin.

Ew xebata xwe roj bi roj pêş xistin. Nûha jî li hemû welatên Ewrupayê li bajaran Komîteyê festîvalê ava kirine. Ew komîteyan bi komîteya navendî re di nav koordineyekê de xebata xwe didomînin.

Komîteya Amadekariya Festîvala Sexwebûna Kurdistanê li Ewrûpyayê biryar dan ku li Hewlêr û li Diyarbekîrê jî festîvala Serxwebûna Kurdistanê bê lidarxistin.

Li Ewrûpayê xebat gelek pêş ketiye.

Li Hewlêrê jî dest pê kiriye û gavek ji Amedê pêştir e.

Li herdu ciyan jî ji bona ku festîvaleke naverokdagirtî û azad bê lidarxsin, derfeta civakî û hiqûqî heye. Hîç şik tune ye ku li Kurdistanê û li Ewrûpayê festîvaleke serkeftî dê bê lidarxistin. 

Li Amedê Xebata Festîvalê…                                       

Ji bona Festîvala Serxwebûna Kurdistanê hefeteyek berê bi însiyatîfa sê kesan ku yek ji wan jî ez bûm, xebatê dest pê kir. Beriya ji bona festîvalê civîn bê lidarxistin, bi hemû partiyên siyasî re danûstandin hat kirin. Di hemandem de bi gelek kurdperwerên serbixwe re jî danûstandin hat kirin.

Di encama danûstandinan de biryar hat girtin ku di 18ê Hezîrana 2017an, saet 14.00an de li Salona Weqfa Îsmaîl Beşîkçî civîn hat li darxistin. Di encama civînê de ji bona Komîteya Amadekar ya Festîvalê 5 kes hatin hilbijartin.

Vê komîteyyê di 19ê Hezîrana 2017an de civîna xwe ya yekem pêk anî.

Komîteyê, di destpêkê de civîna ku di 18ê Hezîrana 2017an de (duho) bi awayekî giştî û yekem, bi beşdariya kurdperwerên serbixwe, HÜDA-PAR, PDK-BAKÛR hatibû lidarxistin şirove kir. Hezar mixabin partiyên din yên Kurdistanê jî hatibûn vexwendin ji bona civînê, ew beşdar nebûn.

Hat tespît kirin ku di beşdarên civînê de kelecaniyek tune bû. Bi fêrbûnên siyasî yên kevn li mijarê mêzekirin, hat tespît kirin. Divê bi her awayî xebatek plan û naverokdagirtî bê meşandin.

Komîteyê, Pêşniyar û rexneyên beşdarên civînê dan berçav, ew nirxandin û şirove kirin. Komîteyê di encamê de ev biryarên li jêr wergirt.

1-Komîteyê, Biryara Festîvala Serxwebûna Kurdistanê ya ku ji aliyê kurdên çar parçeyên Kurdistanê de hatiye girtin, makûl û di cî de dît. Lê rexneyên di vê derbarê de jî da ber çav û biryar girt ku van rexneyan bigihînin Komîteya/Konseya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê Li Ewrûpayê.

2-Encama vê biryara xwe, biryar da ku li Bakûrê Kurdistanê li bajarê Amedê, bi beşdariya hemû kurdan (kurdên bi rêxistinî û ne rêxistinî) Festîvala Serxwebûna Kurdistanê li dar bixe.

3-Gor espriya Festîvala hevbeş dema festîvalê nehat gûhertin. Dema Festîvalê: wek 26ê Tebaxa 2017an hat pejirandin.

3-Şiyara Festîvalê: “Divê Em Dewleta Serbixwe ya Kurdistan  Ava Bikin” hat tespît kirin.

5-Biryar hat girtin ku Komîteya Amadekariya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê di demek kurt de bi awayekî fireh şikle qatî bigre. Komîteya Amadekar, serbixwe be. Lê ji kesên serbixwe yên kurdperwer ji endamên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, ji berpirsiyarên kategoriyê  cihê yên civata Kurdistanê di komîteyê de cî bigre. Ji bona vê, bi partiyan û rêxistinan re danûsatandin bên kirin; li bajar û bajerokên Kurdistanê civîn bên li darxistin.

6-Li ser awayê li dar xistina festîvalê jî hat rawestandin (Fermî, ne fermî). Lewra li Tirkiyeyê rewşa ne awaarte (OHAL) heye. Biryar hat girin ku pişt re ew pirsa bê niqaşe kirin û çareser kirin.

7-Di Komîteyê de wezîfe beş bûn ji civîna duyemîn re ma.

8- Biryar hat girtin ku butçeya festîvalê jî bê qise kirin û di derbarê vê pirsê de biryar bên girtin.

Bernameya Festîvala Serxwebûna Kurdistanê, di nav wextê de dê bi pêşniyaran endamên komîteyê û hemû kurdan dewlemend û diyar bibe.

Serxwebûna Kurdistanê pirsgirêke hemû kurdan û kurdistaniyan e. Loma divê her kurdek, her partî û rêxistinek, siyasetmedar, hunermend, mele, berpirsiyarên civatê yên kategoriyên cûda ji bona vê festîvalê bibin piştgir û di nav de raste rats cî bibrin.

Divê miletê kurd dewleta xwe ava bike. Heger dewleta Kurdistanê ava nebe, li dinyayê qiymetek me nabe. 

Amed, 21 Hezîran 2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *