LI SER ”KURDÊN ZAZA Û DÎROKA EDEBIYATA KIRDKÎ (ZAZAKÎ)” SEMÎNEREK

 

LI SER ”KURDÊN ZAZA Û DÎROKA EDEBIYATA KIRDKÎ (ZAZAKÎ)” SEMÎNEREK

Komela Swedî û Kurdî Li Uppsala (Svensk-Kurdisk Förening) di roja 18.06.2017de li ser ”Kurdên Zaza û Dîroka Edebiyata Kirdkî (Zazakî)” semînerek amade kir. Semîner ji aliyê Mehmet Selîm Uzun ve hate dayin. Mehmet Selîm Uzun endamê Grûba Xebatê ya Vateyê ye û demek dirêj di Redaksiyona kovara Vateyê de cîh girtiye.

Grûba Xebatê ya Vateyê di sala 1996an de li Swêdê dest bi xebata xwe kiriye û ev 21 sal in ku li ser zaravayê kurdî zazakî (kirmanckî, kirdkî, dimilî) kar dike. Grûba Xebatê ya Vateyê heta nuha 29 civîn pêk aniye û 52 hejmarê kovara Vateyê derxistiye. Xebata Grûba Xebatê ya Vateyê  bi giranî li ser standardîzekirina zazakî ye. Heta nuha ferheng û  rastnivîsandin jî têde gelek kitêb çap kiriye. Ev grûb li Kurdistanê û li Ewopayê xebatek berfireh dike.

Komela Kurdî-Swêdî Li Uppsala jibo semînerê haziriyek baş û organîzasyonek bi rêk û pêk kiribû. Komela Kurdî-Swêdî Li Uppsala endamê Federasyona Komeleyên Kurdistanê Li Swêdê ye û komeleyek çalak e. Semîner seat di 13.00 de destpêkir û seat di 15.330 de xelas bû. Ji Uppsala û bajarên dinê 40 kes beşdarî semînerê bûn ku li gorî endamên komeleyê ev cara pêşî ye ku ev qas kes beşdarî semînerên vê komelê dibin. Dîsa li gorî beşdarvanan semîner gelek baş û serkeftî bû. Babeta semînerê jibo beşdarvanan babetek nuh û balkêş bû. Wê rojê hewa gelekî xweş bû, hundir germ bû û cîh teng bû, lê dîsa jî beşdarvanan ji serî heta dawîyê semîner pir bi dîqet guhdarî kirin. Semîner ji aliyê beşdarvanan ve bi kêfxweşî hate nirxandin.  Semîner bi pirs û pêşniyarên beşdarvnanan dawî hat.

 

IMG_1908IMG_1917IMG_1918IMG_1919IMG_1920IMG_1921IMG_1922IMG_1923IMG_1924

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *