Di Çanda Kurdî De DAWET

1. Çend Gotin

Dawet beşeke gelekî girînge ji beşên çanda gelan. Ji ber ku dawet destpêka avakirina malbateke nû ye di hemû çandê cîhanê de cihekî girîng digrin. Dawet rengên netewan e. Ji ber vê ye ku bi hezaran sala ye dawetên gelê me li cîhanê dengvedan e. Bi listîkên xwe, bi edetên xwe, bi kevneşopiyên xwe, bi stranên xwe, bi cil û bergên xwe dawetên Kurda di çanda cîhanê de cihekî rengîn ji xwe re girtiye.

Lê mixabin roj bi roj ev rengên Kurdî ji nav dawetên me radibin. Lê kêm devera dawetên ku bêhna Kurdî ji wan tê mane. Lê bajarên Kurda ti cudatî di navbera dawetên cîran de an dawetên Ewropiyan û ê Kurda nemane. Dawetên wan li salonên daweta çê dibin. Bûk û zavê dixine mîna qeşmera. Ew giraniya bûk û zavê ji rûyen wan hatiye avêtin. Ji bedela govendên me dansên biyanî ji xwe re xistine edet. Dema ku mirov ji dûr ve li dawete Kurdê îro temaşe dikê ti rengê Kurd û Kurdistanî nabîne. Ne stran, stranên Kurdî ne, ne cil û bergên Kurdî ne, ne lîstik ê Kurdî ne…

Di vê lêkolînê de min xwest ez dawetên bi rengê Kurdistanî bi we bidim naskirin. Min nexwest ev çanda rengîn wundabibe. Ez dizanim tiştê hate nivîsandin nayê wundakirin. Bi vê armancê min ev nivîs nivîsand. Di serî de ji bo alîkariyê ji dayîka xwe Latîfa re dûv re jî ji xaltîka xwe Asya re spasiyên xwe pêşkêş dikim.

2. Hin Edetên Dawetên Me

Darikê Zavê: Dareke bi gelek şax û bi şekir û bi xirxirka xemilandî. Dema ku bûk gihaşte mala zavê, darikê zavê li serê banekî dihilweşandin. Ew şekir û xirxirkê ku hilweşiyan bi coşeke mezin didan hev.

Sewîlê Bûkê: Nava sewîlek bi şekir û bi perê hûr tijî dikirin. Dema ku bûk gihaşte mala zavê li berê bûkê dişkandin. Zarokan xwe davêtin şekir û pera.

Pişt Dêrî: Dema ku bûkê ji malbavan derdixin ji rexê nasê bûkêve derî digrin. Ji ber ku derî vekin ji zava diravan dixwazin. Heta zava pera nedê derî lê venakin.

Sersebet: Dema ku rihalê bûkê dibin mala zavê, mirovek li ser sebeta bûkê dirûne û ji barkêşa diravan dixwaze. Heta dirava bidest nexin nahêlin ku sebeta bûkê ji cihê wê wê rakirin.

Şekala (Pêlav) Bûkê (ji bo ku bidin zavê): Ji bo xelat ji zava bistînin pêlava bûkê dibin ji zavê rê. Zava jî ji bedela pêlava bûkê xelatekê didê kesê ku pêlav aniye.

Destmala Zavê (ji bo ku bidin bûkê): Ji bo xelat ji bûkê bistînin desmalka zavê dibin ji bûkê re. Bûk jî ji bedela desmala zavê xelatekê didê kesê ku desmalk anîye.

Serdoşek: Xelata ku didin kesên ku doşeka bûk û zavê dirûtiye.

3. Kevneşopiyên Dawetan

  1. Cirîd
  2. Kahrê Aziba
  3. Mewlûd
  4. Hinakirina destên bûk û zavê
  5. Li ber piyê bûkê şikandina qedehan
  6. Dema ku bûk ji mala bavê xwe derdikevê ji hêla bav an birayê wê ve qurdelaya sor sê cara li bejna bûkê tê girêdan û tê vekirin. Cara dawî giredayî dimine.
  7. Rêgirtin ji rexê zarokan ve ji bo siwarêyen bûk û zavê
  8. Zerfa Diravan
  9. Belavkirina hinê li keçikan
  10. Xelatkirina bûk û zavê
  11. Sersibehiya bûkê

4. Listikên Dawetan

  1. Delîlo
  2. Govend
  3. Hurîzî
  4. Sêgavî
  5. Çargavî
  6. Milanî
  7. Çepik
  8. Şêxanî
  9. Bagiyê
  10. Şemamê
  11. Bablêkan
  12. Şêrîzdîn

5. Stranên Dawetên Me

5.1 Kî Zava Kî Zava
Ev stran li ser bûk û zavê tên gotin. Ev stran bi awaye ku lihev vegerenin tê gotin. Stranbêj rêz bi rêz dibejê duvre gohdervan dubare dikin. Bi çelpika forma wê tê girtin.

  • Zerî zavana lo zerî zavana
  • Wey (navê zavê) zavaye lo (navê zavê) zava ye
  • Zavakê şêrîn birane wey zavakê şêrîn birane
  • Ne bêje min nabe wey lo (navê zavê) ne bêje min nabe
  • Sehê naçê tavê wey sehê naçê tavê
  • Reşkula mala bavê wey reşkula mala bavê
  • (Navê bavê zavê) xelat e, wey (navê bavê zavê) xelat e
  • Şev reş e, neçe civatê lo (navê zavê) şev reş e neçe civatê
  • Kî zava kî zava (navê zavê) bejin zirav e
  • Kî bûke kî bûke (navê bûkê) hine li neynûke
  • Kî berbûlî kî berbûlî (navê xwişka zavê) di cîde werbê
  • Kî xêlî kî xêlî (navê birayê zavê) tifing bi têlî
  • Kî nanpêj kî nanpêj (navekî nêzîkî zavê) tilî dirêj
  • Kî firaxşo kî firaxşo (navê keçikekê) çenk dirêj
  • Kî cilşo kî cilşo (navê keçikekê) dest şûnik

5.2 Kekêmino Zava
Ev stran li ser zavê tê gotin Ev stran bi awayê ku li hev vegerenin tê gotin. Stranbêj rêz bi rêz dibêje dûv re gohdervan dubare dikin. Bi çepika forma wê tê girtin.

  • Şam û Heleb, Diyarbekir, kekê min o zava
  • Şam û Heleb, Diyarbekir, ser xêrê be zava
  • Min bazara bedlê te kir, kekê min o zava
  • Min bazara bedlête kir, ser xêrê be zava
  • Min ji bîr kir ûtî nekir, kekêmino zava
  • Min ji bîr kir ûtî nekir, ser xêrê be zava
  • Şam û Heleb, Diyarbekir, kekê min o zava
  • Şam û Heleb, Diyarbekir, ser xêrê be zava
  • Min bazara qundira te kir, kekê min o zava
  • Min bazara qundira te kir, ser xêre be zava
  • Min jibîrkir boyax nekir, kekêmino zava
  • Min jibîrkir boyax nekir, ser xêrê bê zava
  • Şam û Heleb, Diyarbekir kekê min o zava
  • Şam û Heleb, Diyarbekir ser xêrê be zava
  • Min bazara hamawî ya te kir, kekê min o zava
  • Min bazara hamawî ya te kir, ser xêrê be zava
  • Min ji bîr kir reşî nekir, kekê min o zava
  • Min ji bîr kir reşî nekir, ser xêrê be zava
  • Şam û Heleb, Diyarbekir, kekê min o zava
  • Şam û Heleb, Diyarbekir, ser xêrê be zava
  • Min bazara gomlekê te kir, kekê min o zava
  • Min bazara gomlekê te kir, ser xêrê be zava
  • Min ji bîr kir qulpik nekir, kekê min o zava
  • Min jibîrkir qulpik nekir, ser xêrê be zava

5.3 Hine
Ev stran li ser bûk û zavê tê gotin. Ev stran bi awayê ku li hev vegerenin tê gotin. Stranbêj rêz bi rêz dibêje dûv re gohdervan dubare dikin. Bi çepika forma wê tê girtin.

  • Hine hine, sed û di cara hine
  • Hine di teştê kin
  • Destê bûk û zavê kin
  • Hine ji hina Musilê
  • Anîn bi elban hasilê
  • Lêkin destê sorgulê

5.4 XERÎBİYÊ
Ev stran li ser bûkê tê gotin. Yek kes dibêjê û ê dîn bi çelpika ritma wê digrin.

  • Xerîb xerîbiyê
  • Çola Bişêriyê
  • Xwelî li serê te zêriyê
  • Xerîbeka Xwedê me
  • Dara devê rê me
  • Hesreta mala bavê me
  • Xerîb here were
  • Çêke tayij û bere
  • Taştê bixwe dîsa here
  • Xerîb çûye dara
  • Li xerîb bûya êvara
  • Werîs lê biba mara
  • Xerîbeka azmana
  • Sabûnka qizwana
  • Li ser serê gundî û cîrana
  • Xerîb ez bi gorî
  • Teşta tijî morî
  • Xerîb çûya taxa jorî

Dilazad ART

* Ev nivîs di jimara 115an a Kovara Nûbiharê de hatiye weşandin.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir