Welatiyên Şêxanê dijî êrîşên moşekî yên Îranê xwenîşandanek kirin

Nûnerê Pêkhata Olî ya Êzidiyan li nav xwenîşandana Şêxanê Pîr Xelat got, “Erkekê pîroz e ku em daxwaza mafên xwe bikin, lewma em wekî Êzidî li qezaya Şêxanê êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê şermezar dikin”.

Pîr Xelat amaje da, “Eger em berê xwe bidin dîroka Îranê, em dê bibînin ku dîrokeka reş li beranberî Kurdistanê heye”.

Ron jî kir, “Dîrok şahid e ku desthilatdarên Îranê gelek caran êrîş kiriye ser axa me lê her car şkestine û vegeriyane welatê xwe”.

Nûnerê Êzidiyan daxwaz jî kir, “Em berê xwe didin welatên zilhêz û daxwazê jê dikin ku êrîşên li ser Herêma Kurdistanê rabiwestînin, ji ber ku îro Herêma Kurdistanê li Rojhilata Navîn bûye sembola pêkvejiyana aştiyane û demokratiyê”.

Ev di demekê de ye ku roja Duşemê, 15.1.2024, bi behaneya hebûna bingeheka Mossada Israîlê li Hewlêrê, artêşa Pasdarên Îranê bi çend moşekên Balistî êrîş kir ser Hewlêrê û mala welatî Pêşrew Dizeyî, ku bazirganekê mezin ê Herêma Kurdistanê bû, kir armanc.

Ji verêja wê êrîşê, pênc welatî şehîd bûn û şeş welatiyên din jî birîndar bûn ku piraniya wan endamên malbata Pêşrew Dizeyî ne.

Ji verêja wê êrîşê, li piraniya bajar û bajarkên Kurdistanê û bajarên mezin ên Ewropayê xwenîşandin ji bo şermezarkirina êrîşên artêşa Pasdarên Îranê ya li ser Hewlêrê hatin kirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *