Jibo Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Rêzdar Nêçirvan Barzanî

Em cenabê te û hemû endamên Kabîneya Heyştemîn ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dikin û serkeftina we dixwazin.

Îlan kirina Kabîneya Heyştemîn Ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê, mizgînîya yekgirtin , hemahengi û serbilindiya hemû miletê Kurd û Kurdistaniyan e.

Pêşmergeyên qehreman îro careke din jî, hêviyên hemû miletê Kurd yê li her çar perçeyên Kurdistanê geş dikin. Ala rengîn îro li dile Kurdistanê li Kerkûke, li Hewlêra paytext li ser Parlemena Kurdistanê bi ked û emeka şehîdan , pêşmergeyên qehreman û hemû xebatkarên civata Kurd û Kurdistanê bi serfirazî diheje.

Di demeke ewqas hesas û dîrokî de bi beşdariya hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê avakirina Hukûmeta Herêma Kurdistanê, li dijî plan û dek û lehîstokên dijminên miletê kurd, serhildanek e, xweseriyeke neteweyî ye. Eve jî cîhê şanaziya hemû Kurd û Kurdistaniyan e.

Em pêkhateyên Kabîneya Hukûmeta Heyştemîn Ji bo rizgar kirina hemû Başûrê Kurdistanê ji can û dil pîroz dikin.Em bawer dikin bi yekgirtin û hemahengiya we dê miletê Kurd û hemû Kurdistan bikaribe mafê çarenûsiya xwe bi îradeya xwe ya azad bi dest bixe.

Em bawer dikin ku kabîneya heyştemîn ji bo edaleta civakî, jibo çareserkirina pirsgirêkên aborî û îdarî dê xebat û bernameyên heyî berdewam bike û dê xebatên nuh yên bi dile hemû miletê Kurd pêk bîne.Em bawer dikin ku gelê me di idareye hukûmeta yekgirtî ya Herêma Kurdistanê de, dê azadiyê û xweşiyê bi hevre bijî.

Em cenabê te û hemû endamên Kabîneya Heyştemîn ya Hukûmeta Herêma Kurdistanê pîroz dikin û serkeftina we dixwazin.

18.06.2014
Komîteya Rêveberiyê ya Hewldana Partiyeke Kurdistanî

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *