Yekîtiya Ewropa bidarvekirina “Mihemed Qubadlû” bi tundî şermezar kir

Li berdewamiya şermezarkirina rêjîma Îranê bi sedema bidarvekirina “Mihemed Qubadlû”, Yekîtiya Ewropayê rêjîma Îranê bi tundî şermezar kir û herwisa çendîn sazî û welatên din jî li vê derheqê de bertek nîşan dan.

Yekîtiya Ewropayê bi belavkirina Daxuyaniyekê li roja Sêşemî 3ê Rêbendanê, bidarvekirina ciwanê nerazî yên temen 24 salî “Mihemed Qubadlû” bi tundî şermezar kir û bi tekezî ragihand : “Bidarvekirina nezariyan li bersiva nerizayetiyên navxweyê Îranê, bi ti awayek ji rêjîma Îranê nayê qebûlkirin”.

Hertwisa Yekîtiya Ewropayê tevî daxwaza sekinandina hemû cezayên bidarvekirinê li Îranê, rêje û lezgîntirbûna bidarvekirinan li Îranê bi rewşeke “bi sam” binav kir.

Herwisa Amerêkayê jî bidarvekirina “Mihemd Qubadlû” bi tundî şermezar kir.

Saziya Lêbihorîn a Navnetewî bi îşarekirin bi bidarvekirina “Mihemed Qubadlû û Ferhad Selîmî” ragihand: “Guhnedana berdewam a berpirsên rêjîma Îranê bi mafê jiyanê, divê paşhatek hebe, rêjîma Îranê bidarvekirinan wek alavek bo tirsandina tevgera nerizayetî li Îranê bi kar tîne”.

Herwisa Nûnera parlemana Ewropayê “Clara Anne Bunger” ku kefîlê siyasiyê “Mihemede Qubadlû” ye, bi belavkirina peyamekê ragihand: “Mihemed çend rojan berî niha bû 24 salî û li dadgeheke şanoyî de ceza bi ser de hate sepandin û tevê bêtawanbûnê,  ji aliyê rêjîma Îslamî ve hate kuştin”.

Herwisa çendîn parlemantarên din ên Yekîtiya Ewropayê ên wek “Derya Sefayî, Erdelan Şikerabî û Mesûd Qerexanî” ew cinayeta rejîmê bi tundî, şermazak kirin.

Rojnameya “Îran” a ser bi rêjîmê li îdiayeke cihê heyrîmanê de belav kiriye ku “Mihemed Qubadlû” bûye qurbaniyê propagendeyên opozîsiyana derveyî Îranê û mediayên farsîziman ên derveyî Îranê bi terorîsma psîkolojîkî, bûne sedema vê kuştinê”!!!

KM

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *