WE GOT “KANTON”?

Di van salên dawî de, piştî hevdîtinên PKK û dewleta Tirk têgeha ““Kanton”” weke benîştê xav di rojevê de cîh girt.

Kesên “zana û nîvzana”,  herkes li gor dilê  xwe û li gor hêvî û berjewendîyên xwe dixwazin naveroka têgeha “Kanton” tije bikin.

Lê tiştê em dibînin heta îro tu kes di derheqê naveroka ““Kanton”” an de  tiştekî zelal negotîye û tû kes jî pê bawer  nebûye!

Li ser mijara ““Kanton””an, berîya em raman û dîtinên xwe bi lêv bikin, divê em zanibin “Kanton” çi ye? Li dunyayê, li ku û bi çi awayî bi kar tê, naveroka  sîyasî û îdarî çewa hatîye sînor kirin; deshilatdarîya civakî bi çi awayî dimeşe?

Têgeha “Kanton”ê, di zimanê latînî de ji “canton” tê. Wateya “Kanton” ya etimolojik, weke bi sînorkirinek teng idarekirina  beşek  welat, em dikarin îfade bikin.

Di dîrokê de, bi qasî ku em zanin, di dawîya sedsalên 19 an de, li Îspanya fikra “Kantonalî”, ji alîyên anarşîstan ve hatîye parastin. Armanca wan desthilatdarîyek radîkal û şoreşgerî bûye. Di serî de, ev dîtin di nav gundî û beşên civatê yên bindest de hatîye parastin. Lê bi ser neketîye û di nav demê de têkçûye.

Di sedsala 20 an de, li hinek welatên Ewropa û Emerîka Latîn sîstema “Kanton”an ava bûye. “Kanton” di bin sîwana dewleta navendî/serdest de, li beşek welat, li erdnîgarîyek teng, mafê îdarekirinek sînorkirî dinasîne. Dewleta serdest, li gor berjewendîyên xwe, li heremên alozî û cûdayî têda heye, bi rêya sîstema “Kantonal” bi xwe ve girêdide.

Li welatên Ewropa, sistema “Kantonal” piştî tecrûbe û dewletbûna sed salan, di jiyanê de weke pêwîstîyekê derketîye holê.

“Kanton”, li heremên cûda û kêmnetew hene hatîye qebûl kirin. “Kanton” ne îdareyek serbuxwe ye. Karê îdarekirinê li gor desthilatdarî û zagonên dewleta serdest dimeşe. Di herêma xwe de nîv deshilatdar e; lê di têkilî û deshilatdarîya giştî de, bi destûr tevdigere. Gav avêtin û biryardayîn sînorkirîye.

Bi qasî ku em zanin, sîstema “Kanton”î li hinek welatan bi kar tê. Ji bo baş bê zanîn, em dixwazin navê hinek dewletan bijimêrin:

“Kanton”ên Swîsre: “Kanton”ên swîsre weke konfederasîyon e; hemû eyalet/”Kanton”  di bin sîwana dewleta navendî de karûbarên xwe dimeşînin.

“Kanton”ên  Bosna Hersekê: Bingeha federalîya Bosna Hersekê.

“Kanton”ên Fransa  / “Kanton”ên Luxemburg 

“Kanton”ên Kosta Rîka / “Kanton”ên Ekwator  / “Kanton”ên Bolîvya

“Kanton”ên Belçîka  / “Kanton”ên  Kanada (Quebec – Ontario)

Di dunyê de, ji bo famkirina sîstema “Kanton”an,  welatê mînak tê nîşandin Swîsre ye. Swîsre, ji warê pir çandî û netewî  ve, mînakek balkêş e.

Di warê aborî de, li gor welatên Ewropa Swîsre, herî pêşketî ye.

Li Swîsre çar zimanê fermî hene, Almanî, Fransî, Îtalî û Romanî. Ev çar ziman wek hev  xwedî maf û xwedî hêz in.

Li Swîsre, sîstem li gor berjewendîyên hêzên serdest û partîyan nameşe; li gor îrade û daxwazên gel dimeşe. Sîstem, di hundurê xwe de, li ser bingeha federalîzmê dimeşe.

Di warê aborî û çandî de dewlemendîyek kûr tüne be, sîstem li ser kîjan sitûnê ava bibe bila bibe, dawîya dawî de, alozî û pirsgirêkên civakî derdikeve holê.

Bosna Hersek, ji bo sîstema “Kanton”an mînakek negatif e. Di sala 1994an de, Bosna Hersek li ser sîstema “Kanton”an hat avakirin. Lê di demek kinde problem derketin û hêzên radîkal dîktatorîya xwe li ser civatê sazkirin û Bosna Hersek kirin wargeha şerwanên tûndî û Îslamî. Li wir ne demokrasî heye ne jî mafê mîrovan. Lê navê “Kanton” li ser e.

Ev jî dide nîşandin ku “Kanton” li welatên pêşketî û dewlemend serfiraz in. Lê belê, ev sîstem, li welatên bindest û paşvemayî dibe sedemên alozîyên nû.

Gava em li van “Kanton”an dinerin, hemû girêdayî sîstema navendî û desthilatdar in û li gor zagonên wan  dimeşe.

Li wan welatan, sîstema dewletê bi her awayî rûniştîye û hûqûq li seranserê welat û di nav civatê de bi cîh bûye.

Li wan welatan tu hêz û tu netew doza tunebûna dewletbûnê nakin. Tu hêz, di bin sîya navê “Kanton” de, li ser civata xwe deshilatdarîya dagîrkeran,  deshilatdarîya hêzên metinkar ferz nake û rêz ji sembol û deshilatdarîya wan re nagire.

Li wan “Kanton”an, doza mafên dewlemendî û deshilatdarî , xebat û çalakîyên civakî û sosyal tên meşandin.

Ev mînak jî didin xuya kirin ku sîstema “Kanton”an, li welatên bindest û di bin nîrê metinkaran de, bi ser nakeve û ji bo gelê bindest nabe çareserî.

Sîstema “Kantonal” teng û sînorkirî ye, li gor zagon û destûra serdestan dimeşe. Ev jî dide nîşandan ku ev sîstem ji bo gelê Kurd û Kurdîstanê ne tiştekî xêrê ye.

Divê em baş zanibin ku parastina her bostek axa kurdîstanê erkek netewî, çînî, olî û ehlaqî ye. Parastin û xwedîtîya axê, bingeha jîyanek azad e!

Parastina statukoya dagîrkerî, dabeşkirina welat û avakirina “Karton”an, berdewamîya  sîyaset û statuya kolonyalist û dagirkerîyê ye. Ji ber vê yekê çareserkirina pirsa  Kurd û Kurdîstan,  bi mafê dewletbûnê û serxwebûnê pêk tê.

Ger gelê Kurd  damezrandina Kurdîstana mezin  têxe rojeva xwe, wê gavê dewleta Kurd dikare sîstemek li gor berjewendîyên xwe biparêze.

Na xêr, ger em li dijî perçekirina sînorên Kurdîstan dernekevin û vêya meşrû bibînin, al û sembolên dagirkeran, parlemento û sazîyên dagirkeran wek yê xwe biparezin û lê xwedî derkevin, wê gavê, wê nasname û rêbaza me bê niqaşkirin, wê li ser nexşerêya me her tim şik û guman hebe.

Li gor agahdarîyên çapamenî, fikra sîstema “Kanton”an, li Girêva Îmralî, ji alî rayedarên dewleta Tirk ve ji Ocalan re hatîye pêşnîyarkirin. Vêya Ocalan di hevdîtinên xwe de wekirî dibêje.

Piştî vê pêşnîyarê PKK, li Başûrê Rojavayê Kurdîstanê sê “Kanton” ava kir. Ev “Kanton” ne navê wan ne jî sembolên wan Kurdî ne.

Ji dervî sîyaset û tahakuma serdest, hêzên xwe Kurdî nişan dan, bûn armanca êrîşan.

Bûyer û êrîşên dawî, da xuyakirin ku perçekirin û dabeşkirina Kurdîstanê ji bo gelê kurd ne çareserîye.

Di bin nîrê kolonyalistan de sistema “Kanton”ne çare ye.

Êrîşên Kobanî û Şengalê carek din nîşanî me da ku divê gelê Kurd  xwedî dewlet û xwedî deshilatdarî be.

Heta ku kurd azadî û serxwebûna xwe bi dest nexin, nikarin di bin sîwana dewletên dagîrker de pêş bikevin.

Êrîşên bi destê DÎIŞ ê dest pê kir, derket holê ku ev êrîş bi şirîkatîya dewletên  dagîrker ve dest pêkirîye.

Gelê Kurd, xwe di bin sîwana “Kanton”an de nikare biparêze.

Ev “Kanton”, di bin fermana hêzên deshilatdar de dibe wargeha “Kartonan”! Em baş dizanin ku karton, gava rastî avê an şilîyekê dibe, dirize û hildiweşe.

Stargeh û wargeha gelê Kurd ne karton in, lê sîwana dewletbûn û serxwebûnê ji bo gelê Kurd û netewên din ya herî baş e.

Mînaka herî nêzîk û di cîh de Başûrê Kurdîstanê ye. Divê sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd, carek din li ser van mijaran bisekinin û ji nû ve rê û rêbazek nû bixin rojeva xwe..

Divê hûn ji bîr nekin ku hêvî û xewna Kurdîstana mezin, kirasê “Kanton”an diçirîne.

Loma em jî wek Ho dibên: “Ji serxwebûn û azadiyê birûmetir tiştek nîne!”

27:01:2015

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir