ROJA HILANÎNA WEZÎRÊ EŞO

ROJA HILANÎNA WEZÎRÊ EŞO

Wezîrê Eşo, nivîskar, wêjezan, dîrokzan, rojnamevan-redaktor û wergêrê Kurd yê bi nav û deng, roja 23ê Çileya Paşî sala 2015an, di 80 saliya xwe da, li paytexta Yekîtiya Ewropayê, li Belçikayê, li bajarê Brukselê çû ser dilovaniya xwe.

Roja 27 û 28 Çileya Paşî (27 û 28.01.2015an) dost û hevalên Wezîrê Eşo dikarin werine : MORGA “CDS LESAGE”, BRUSSELSTRAAT 278, 1702 DILBEEK – û Apê Wezîr cara dawî bibînin :

Roja 27ê Çileya Paşî saet : 19:30 heya saet 21:30
Roja 28ê Çileya Paşî saet : 17:00 heya saet 20:00
Roja 29ê Çileya Paşî saet 09:00 heya saet 13:00

Roja 29 Çileya Paşî (29.01.2015a) saet 13:00, malbata Wezîrê Eşo û hemû dost û hevalên wî, Apê Wezîr dibine goristana Zellikê û xatirê xwe ji Wezirê çanda Kurdî dixazin. Navnişana goristanê ev e : KERKLAAN 164, 1731 ZELLİK
Piştî goristanê, hemû dost û hevalên bihiştî têne vexwendin -dawetkirin- bo ser xêra Apê Wezîr. Navnişana nanê ciyê xêrê ev e: “Den Horinck”, address: Noorderlaan 20, 1731 Zellik.
Rewşenbîrê Kurd Wezîrê Eşo tu dilşad here, te dîrokek rtêr û tijî li dû xwe hîşt!
Neteweya te te jibîr nake bi te serbilinde!
Hêvî dikim ji Yezdan te bi Bihişta xwe şa bike!

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *