Cenazeyê Pêşmerge Serwer Qadir hat veşartin

Li gundê Nawirdarokê yê qezaya Sîdekanê ya Hewlêrê Pêşmergeyek şehîd ket.

Li gorî agahiyan, êriş ji aliyê Tirkiyeyê ve bi dronan hatiye kirin.

Malbata wî li ser kurê xwe digirî ku di 46 saliya xwe de hat şehîdkirin.

Serwer Qadirê bavê 4 zarokan Pêşmergeyê Fermandariya Helgurd bû û doh êvarê 5 kîlometre dûrî gundê xwe rastî êrişa dronên artêşa Tirkiyeyê hat.

Piştî 12 saetan malbata wî bi şehadeta wî hisiya.

Xizmê Serwer Qadir, Rustem Tahir got:

“Doh êvarî hate cem me, em dê biçûna gerê. Di rêya vegerê de balafirê lê dabû. Me digot qey balafirê li motorekê daye.

Otomobîla wî di ber kevirekî de asê mabû, vê sibehê saet 5-6an em çûn û me cenazeyê wî anî.”

Di merasîma veşartina cenazeyî wî de gelek kes amade bûn. Welatî ji neewlebûna sînorê bi gilî û gazin in ku çend sal in di nav tirs û xofê de dijîn.

Welatî Cûma Ehmed jî anî ziman:

“Yan bila cihekî din bidin me û me bibin wir yan jî heta kengî balafir, çek, top, şewitandin û kuştin dê berdewam bike, Xweda qebûl neke.”

Welatî Cemal Derwêş da zanîn:

“Em nikarin biçin niştimana xwe. Welatê me, gund û axa me ye û em newêrin biçin wir.”

Çend roj in li ser sînor di navbera PKK û artêşa Tirkiyeyê de şerekî giran heye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser nearamiya sînor bi berdewamî hişyariyê dide.

Qaymeqamê Sîdekanê Îhsan Çelebî jî got:

“Cihên herî metirsîdar ew cihên nêzîkî baregehên Tirkiyeyê ne, bi taybetî hin cih hene wek rêyên Robî û Rwal û herwiha Serê Ziraran û cihên din ku mixabin ji aliyê PKKyê ve TNT lê hatine çandin ku welatî salane dibin qurbanî.

Daxwaza me ew bû ku welatiyan ji wan deran dûr bigirin.”

Di 20 salên borî de, ji 266 gundên ser sînor 118 gund ji ber ne aramî û şerê di navbera PKK û Tirkiyeyê de hatine valakirin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *