Danasîna Mem û Zînê: Toreyên Komelî yên Kurdî

Siddik BOZARSLAN

”Ji bil Newrozê, Xanî di ”Mem û Zîn”ê da cî daye gelek toreyên komelî yên Kurdî yên dî jî; wek toreya xwestina keçan û xwazgînîyê, toreya dawet û govendê, toreya reşandina diravan li serên bûkan ji alîyê zavayan ve, toreya şîna mirîyan û reşgirêdana ji wan ra, toreya nêçîrê û wd.

Ji vî alî ve mirov dişê bêje ku ”Mem û Zîn”, ne ku tenê dastaneka neteweyî ya hemasî ye û berê xwe dide pêjnên (hisên) mirovên Kurd; lê belê di eynê demê da jibo zanîna toreyên komelî yên Kurdistanî yên kevnar jî serçavîyeka gelek giring e, serçavîyeka etnografî ye.

Xanî di heqê toreyên komelî yên gelî da jî zanyar û bîrbirekî dîtinfire bûye; toreyên ku di nava komela Kurd da cî girtine û ji kîtleyên gel ra bûne mal, rûmeteka mezin daye wan û ew bilind kirine, bilind girtine, cîyekî bilind daye wan.

Lê belê digel vê yekê jî, carna Xanî li dijê hin toreyên heyî derketîye û wek şorişgêrekî ku dixwaze mirovan berepêş bibe û ji zincîra dijwar a hin toreyên kevn ên nebaş bifilitîne, ew toreyên wisa dane binê lingên xwe û perçiqandine. Mesela toreyên eşîrîyê, keç û xortên ku bi hev ra bizewicîna, divîya ku ”emsalên hev” bûna; yanî divîya ku keçên mîran bi kurên mîran ra, keçên axayan bi kurên axayan ra, keçên şivan û gavan û cotkaran jî bi kurên şivan û gavan û cotkaran ra bizewicîna.

Bê guman, bîrewerekî rewşenbîrê wek Ehmedê Xanî, nedibû ku toreyeka wisa qebûl bikira. Li dijê wê toreyê derketîye û daye zanîn ku di zewacê da pîveka tenê evîn e. Di beşê 19´an da, dema dayeya Zînê û Sitîyê çûye nik falavêj da ku bizane her du xortên evîndarên her du keçikan kî ne û falavêj daye zanîn ku ew du xortên spehî ne, Dayeyê vêca li gora toreyên heyî pirsa eslê wan kirîye:

”Lê belê tu bibêje ku ew çi esl in

û qenc kifş bike ku ew çi nesl in  

Gelo malmezin û cîbilind in, kurên mîran in?

Yan bi eslê xwe esker in, yan ji rêza feqîran in?”

Aha li vir, Xanî di heqê wê toreyê da dîtina xwe ji devê falavêj, wek bersîva pirsa Dayeyê, weha daye zanîn:

”Şêx got: Di dînê evînê da jibo sewdayîyan

bazarek heye, jê ra dibêjin razîbûna her du alîyan 

Bi şertê hevtayîyê jî direwe bazar, ne şert e wekhevbûn

Şertê kirîdar û firotoxan razîbûn e, bes e razîbûn”

Di beşê 21´ê da jî dema Daye ji nik falavêj vedigere, di heqê Memê û Tacdîn da ji Zînê û Sitîyê ra weha dibêje:

”Ew her du hem liyaq in ji we ra, hem jî hêja

Ferq nake ku ew parsek bin, yan jî mîrza”

Wek ku dixuye, toreyên neteweyî û komelî yên wek Newrozê, ku gîyanê neteweyî xurt dikin, Xanî ew parastine û bilind girtine, rûmeteka mezin daye wan; lê belê toreyên eşîrî yên ku sinif û tebeqe û celebên cure cure yên gel ji hev dûr dixin, Xanî li dijê wan derketîye. Ev  nîşan dide ku di heqê şolên komelî da Xanî çi qas dûrbîn bûye û pêşîya xwe dîtîye û çi qas fire fikirîye.” (eynê eser, r. 37- 38)

Geef een reactie

Je e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *