EFRÎN – Dîsa 4 Kurd hatin girtin

Polîsên serbazî yên nêzîkî Tirkiyeyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê 4 Kurd girtin.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ev kes bi hinceta ku “pêwendiya wan bi Rêveberiya Xweser re heye” hatine girtin.

Kesek ji wan li gundê Qizilbaşê yê navçeya Bilibilê ya Efrînê û sê kes jî li gundê Tirindê yê Efrînê hatine girtin.

Li aliyê din, jineke Kurd a ji gundê Mitinliyê yê navçeya Şerayê ya Efrînê beramberî 2 hezar dolaran hat berdan.

Ev jin jî bi hinceta ku “pêwendiya wê bi Rêveberiya Xweser re heye” hatibû girtin.

6ê Sibatê jî çekdarên grûpa Siltan Silêman Şahê ya ku wekî Emşatê tê naskirin, li gundê Qirzêhilê yê navçeya Şêraweyê ya Efrînê du xwişkên astengdar girtibûn.

Heta niha jî çarenivîsa wan du xwişkan ne diyar e.

Dagirkirina Efrînê

Tirkiyeyê bi piştgiriya çekdarên mixalefeta Sûriyeyê 20 Kanûna Paşîna 2018an êrişî Efrînê kir.

Şer û pevçûnan 58 rojan ajot lê Tirkiyeyê û grûpên çekdar Efrin dagir kir.

Di van 6 salan de li Efrînê binpêkirinên zêde mezin ên wekî talankirin, kuştin û guhertina demografiyê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyeyê ve hatin kirin.

Di encama êrişên giran û dagirkirinê de bi sed hezaran Kurd ji mal û milkên xwe bûn û ketin ser rê û dirbên koçberiyê.

Tevî ku Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên pêwendîdar û aliyên siyasî yên Kurdî vê dagirkeriyê protesto dikin jî dagirkerî û tawanên hovane yên li dijî Kurdên Efrînê berdewam dikin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *