TEVGERA SIMKO

Ji orta sedsala 19 yê ve heta Şerê Cîhanê yê Yekemîn, eşîretên Kurd, ji bo parastina hêza xwe ya sîyasî, aborî û leşkerî, ji bo ziman û çanda xwe ya netewî li dijî dewleta Îran di têkoşîyan. Lê eşîretên Kurd, ji bo ku ne di hundur yekîtîyek netewî de bûn, mîna birayên xwe yên di bin destê Împaratorîya Osmanî, li hember Împaratorîya Îran jî tu car bi ser neketin.

Di şerê cîhanê yê yekem de, dewleta Osmanî wek hevkarê dewleta Almanya û Awistûrya–Macarîstan beşdarî şer bû. Egerên ketina vî şerî jî, xeyalên rêvebirên Partiya Îtîhat–Terakî ya nîjadperest bû ku rêvebirên wê dixwestin ji Adrîyatîk heta Benda Çîn, împaratorîyek ku nîjada Tirk temsîl dike, ya bi navê Tûran ava bikin. Loma bi destpêka Şerê Cîhanê yê Yekemîn de, artêşa Osmanî, Rojhilatê Kurdistanê û Azerbeycanê yên ku di bin dagîrîya Îran de, dagîr kir.

Di 1915 yan de jî artêşa Rûs, êrîşî artêşa Osmanî kir, wê ji rojhilat û beşek rojavayê Kurdistanê derxist. Wê gavê Simko jî bi hêzên Rûs re li hemberî hêzên Osmanî şer kir. Piştî ku dewleta Osmanî ji Kurdistanê hat derxistin, di dewsa dewleta Osmanî de, dewleta Rus Kurdistan dagîr kir. Li Kurdistanê, hevkarê dewleta Rûs Ermenî û Asûrî bûn. Asûrîyên li herêma Hekarîya dijîyan, ji ber komkujîya dewleta Osmanî, di bin serokantîya metran Mar Şemûn de bar kirin, çûn Rojhilatê Kurdistanê, li herêma Selmas(Şahpûr) û Ûrmîyê(Rizaiye), ku di bin dagîrîya artêşa Rûs de bû, bi cîh bûn. Bi alîkarîya artêşa Rûs, dixwestin wê herêmê ji Kurdan paqiş bikin û li wir bicîûwar bibin. Piştî şoreşê ku artêşa rûs ji herêmê vekişiya, vê carê jî hêzên hevkar, bi taybetî Brîtanya wan bi çek kirin; sozên dewletbûnê û parastina mafên wan didan û dixwestin wan li herêmê ji bo berjewendîyên xwe bikar bîne.

Eşîrên Kurd Celalî, Sipkî, Herkî û Şikakî, di bin seroktiya Îsmaîl Axa’yê Şikakî (Simko) de, ji bo avakirina Kurdistanek serbixwe, berê li hember artêşa Rûs şer kirin; piştî Şoreşa Sosyalîst ku artêşa Rûs ji herêma Kurdistanê vekişîya, Simko, di 3 Adar 1918 yan de, di şerekî de, serokê Asûrîyan Mar Şemûn li herêma Selmasê kuşt, piştre Kurdistana Rojhilat ji çekdarên Asûrî, Azerî paqiş kir.

Di sala 1920 an de, di bin serokantîya Simko de, hêzên Kurd, li Kurdistanê, êrîşî artêşa Îranê kirin, xisarek mezin dan artêşa Îranê, bajarê Mahabadê(Savucbulak), Mako, Hoy, Kotur, Dîlman, Saqiz, Serdeşt, Bane û Bokan ji artêşa Îranê paqiş kir. Simko, ji hêzên eşîran artêşek netewî avakir. Ji bo ku artêşa Îranê nikarîbû bi hêzên Simko, Şah Ahmed Simko wek walîyê herêma Kûrdistanê pejirand.

Lê di buhara 1922 yan de, Simko xwe Mîrê Kurdistana Serbixwe îlan kir û desthilata xwe ava kir. Bi navê Kurdistan jî rojnameyek fermî weşand. Likar bû ku bi dewletên cîhanê re têkeve hundir têkelîyên dîplomatîk. Vê rewşa ne tenê dewleta Îran, ya Tirk jî nerihet kir. Loma di 1922 yan de, artêşên herdû dewletan jî bi hev re êrîşî hêzên Simko kir û hêza wî ya leşkerî belav kir. Di 1930’î de, bi egera civînekê Şah Riza, li Şino’yê, bi xayintî, Simko da kuştin. Şah, bi eynî bêbextîyê, birayê Simko Cehfer Axa jî li bajarê Ûrmîyê dabû kuştin.

Piştî kuştina Simko, ji alî dewleta Îran, Kurdistan ji nû de hat dagîrkirin. Hêzên eşîretên Kurd yên leşkerî û aborî hatin belavkirin; axa û serokeşîrên kurd hatin nefîkirin ziman, Çand, Zargotinî, cil û bergên Kurdî hatin qedexekirin. Ev rewşa heta şerê Cîhanê yê Dudoya û avabûna Komara Mahabad dom kir.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir