BERPİRSİYARÎYA CİWANÊN KURD

Ciwan,di her warê jiyanê de, hêza civakê ya nûjen û dînamîk e. Lê gava ku meriv ciwanê welatekî kolonî, netewak ji desthelatî û azadîya xwe bêpar, nezan û xizan be, bêyomî û bêşensiya herî mezin e. Lewra ew ciwan ne karin ciwaniya xwe bijîn û ne jî karin bibin hêza bizavîya civakê ya nûjenî û pêşketinê. Ger ku civat ji bingehek aborî, ji rêxistin û saziyên sîyasî, çandî, perwerdeyî, zaniyarî û neteweyî bêpar be, ji bo pêşerojek ronak, serfiraz û pêşdeçûyî nikarin ciwanên xwe jî perwerde bikin.

Weke ku tê zanîn, ji demek dûdirêj de Kurdistan hatiye dagîrkirin, di bin nîrê kolonyalîzmê de tê mêtin û gelê Kurd jî, ji serxwebûn, azadî û hemû mafên xwe yên sîyasî, aborî, çandî û demokratîk bêpar, di bin tade û zordarîyê de tê eciqandin. Loma gelê me, di van waran de ne xwedîyê tu sazî, komel û dezgehên civakî û neteweyî ye.

Wê gavê netewa Kurd, ne ji bo pêşeroja xwe û ne jî  ji bo ya ciwanên xwe, nikare ciwanên xwe perwerde û amade bike. Yan ew ciwan bi gelemperî nezan, neperdebûyî û bêrêxistin dimînin, an jî ji maf û rûmetên netewa xwe bidûr, di sazî û dezgehên mêtinkaran de, li ser bingeha înkar, bişaftin û ji holêrakirina netewa xwe tên hêran û pûçkirin: Ev jî bi xwe re kesayetîyek tevlihev û xerabe, an bêkesayetî, biyanîbûna bi rastîya xwe û civaka xwe re tîne holê. Her ciwanê ku têkeve vê rewşê, wê gavê ji ramiyarî, pêwendî û çanda civakî û netewî bidûr dikeve, tenê li çara serê xwe dinere; yên herî jêhatî jî  yan ji mêtinkar û zordaran re dibin xizmetkarinî baş, an di kevin rêyên xerab û her xerabî tê serê wan.

Bêşensiya netewa Kurd û ciwanên wê ya herî mezin jî, ew dewletên li ser navê nîjada tirk, ereb û faris ku Kurdistan dagîr kirine, hebûn û rûmetên gelê Kurd yên pêwîstîya wan jê hebûye wergirtine û ji xwe re kirine mal, yên ji wan re ne pêwîst jî, bi darê zorê û rêya rêbazîya înkar û bişaftinê xwestine ku ji holê rakin. Ji bo ku bi gelek awayî çanda me bi kar tînin, li hinek alîyê dîroka me xwedî derdikevin û ya girîng jî, ji bo ku reng û dînê me yek e, di rêbazîya bişaftin û rûxandina netewa Kurd de, bêtir dikarin biserkevin û hêsantir bandora xwe li ser ciwanên Kurd bikin. Tevlî vê rewşa xerab, çi mixabin ku gelek rewşenbir, nivîskar, endam û rêvebirên rêxistinên Kurd, bi zimanên serweran diaxifin û dinivîsin. Yanî ji neteweyên serdest, cudahîya me ya herî vekirî û li ber çava, teybetî û rûmeta netewa me ya herî girîng zimanê me ye. Loma serwerên mêtinkar jî herdem giranîya xwe dane ser bişaftin û rûxandina zimanê Kurdî. Em dizanin ku temamê rûmetên me yên netewî, dîrokî û çandî bi zimanê me rave dibe. Ji dêvla ku em vî zimanê xwe yê girîng biparêzin, bikarbînin û geş bikin, ji armanc û tekoşîna xwe re bikin hêzek bingehîn, em bi xwe qels dikin.

Îro li Kurdistanê, gelê Kurd di her warî de, di bin êrîş û zordarîyê de tê eciqandin û mirandin. Netewa Kurd di her warî de bi şûn de ye û di rewşek xerab de ye. Lê dîsa jî li Kurdistanê, bi rêxistinî, tekoşîn û şerê rizgarîyê tê meşandin.Ciwanên Kurd yên şiyar bûne û ketine zanîna mafên xwe yên civakî û netewî, bi awakî rêxistinî di nav tekoşînê de cihên xwe digirin.Ji bo netewa Kurd ev hêvîyek girîng û mezin e.

Di vê demajoyê de ciwanên Kurd, xwediyê berpirsiyarîyek giran û zehmet in. Ji bo guhertina çarenûsa gelê Kurd, xwediyê rolek zehf girîng in. Vatiniya herî mezin, zanebûn, şiyarkirin, birêkxistina xwe û ya gelê Kurd e. Her ciwanekî Kurd, divê zor bide îrade xwe û fedakarî beke ku karibe jîyana xwe bi rêxistin bike, têxe hundir dîsîplîn û bernamak tekûz: Tevlî çalakîyên rojane, divê bi berdewamî bixwîne, lêbikole, xwe perwerde bike û xwe bigehîne qonaxek rewşenbirî. Her ciwanekî ji bo ku xwe baş nas bike, di her warî de rastîyê fêr bibe, bixwaze bigehêje armancên xwe, divê regez û qanûnên zaniyarî, fîlozofî û yên ku mirovahî û civat li ser ava bûye fêr bibe. Ya girîng jî divê her ciwanek dîrok, çand û zimanê netewa xwe baş hîn bibe; bi zimanê xwe biaxife, bixwîne û binivîse.

Ger ciwanekî bala xwe nede van xalan û di van waran de xwe negehîne, ez ne bawerim ku xwe, civata xwe û neyarên xwe baş nas bike, di warê rêxistinî, sîyasî û jîyanek bi rêkûpêk karibe bibe xwedîyê biryar û bijartinek rast; wê gavê ew ciwan, di nav keftûlefta jîyanê de, mîna qirşekî li ser deryayê, pêl wî/wê bi kude bavêje, ne xwanê ye. Yanî jîyan û kiryara wan ciwanan, nakeve bin zanîn, îrade û kontrola wan, hertim ji bikaranîna neyar û polîtîkayên ne rast re vekirîne.

Lê îro pêwîstîya netewa Kurd, di her warî de ji ciwanên perwerdekirî, birêxistin, xwediyê kesayetîyek tekûz, ji bo serxwebûn, azadî û avakirinek nûjen ku pêşevanî û nûnerîyê bike heye.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir