DEMOKRASÎ

Piştî rûxîna sosyalîzma reel, di derbarê dewlet, demokrasî û dîktatorîyê de gelek şîrove hatin kirin. Emperyalîst û sermîyandarîya cîhanê, di rewşa sosyalîzma reel de, sosyalîzm an dewleta proletarya, mîna dîktatorîyek faşîst şanî dan û bi her pergalên komunîkasyonê, bi vî şêweyî, li hemû cîhanê propoganda wê kirin.

Gelek kadro, serokên partî û rêxistinên sosyalîst yên Kurd, mîna gelek hempayên xwe yên cîhanê, bêlêkolîn, bêtêgehîştinek zaniyarî û dîyalektîkî, bi zanînek bi pîne pîne û di rû re ku berê jî ew kesê ku hemû hêvî û bawerîyên xwe bi sosyalîzma reel (ku me jî, wê demê, jê re digot: “rewîzyonîst”) ve girêdabûn, ku her helwest û biryarên wan, ji xwe re mêna ayetên îlahî didîtin, piştî rûxandin û belavbûna vê sosyalîzma reel, hemû hêvî û xeyalên wan yê di derbarê cîhanek azad û komunal mirin. Egerê hemû kêmanî û şaşîyên xwe , sosyalîzm dîtin. Êdî li nejîyandina gelek hestên xwe yên axatî û dewlemendî poşman bûn. Tew hin kesên ku xwe avêtin metropolên Ewropa û ji nametên emperyalîzmê fêde  kirin, ji bok u borandin û poşmanîya xwe şanî bidin, neyartîya xwe li hember sosyalîzmê îlan kirin û mîna ku Emrîka ji nû de kişif bikin, dest bi pesinandina demokrasîya lîberal ya kapîtalîst kirin.

Gelo bi rastî demokrasî çi ye?

Li gorî analîza Marx-Engels ya zaniyarî, demokrasî, şêweyekî dewletê ye. Dewlet jî herdem di destê çînekê kul i ser çîneke din pergalekî kedxwarin û serwerîyê ye. Yanî dewlet şêwa wê çi dibe bila bibe, di destê çîna serdest de pergalekî dîktatorîyê yê. Ew maf û berjewendîyên çîna serwer diparêze û disitirîne.

Mîna sê hezar sal berê ku li Atîna derket hole, demokrasî, ji çîna serdest re demokrasî û azadî bû; lê ji bo koleyan, pergalekî dîktatorîyê bû û li hember wan parastin û sitirandina mafê koledaran û berdewamîya koledarîyê bû.

Lê bi serwerîya sazûmana kapîtalîst re, ji bok u bûrjûvazî bi temamî serwerîya arîstokrasîyê bişikine û li hemû mazatên neteweyî serwer bibe û bi serberstî keda gel bimije, pêwîst dit ku dîkta torîya xwe veşêre; loma bi navê demokrasîyê komara xwe, mîna azadî û wekhevîya hemû welatîyan şanî da. Lê bi rastî ew sazûman, mîna selixanak mêtina karkeran bû.

Piştî geşbûna sermîyanê fînans, emperyalîzma cîhanê, êdî mazatên netewî ji wan re teng hatin, loma dest bi dagîrîya mazatên cîhanê kirin. Êdî dewlemendî û keda gelen cîhanê jî kişandin metropolên xwe. Gava ku mazat ji sermîyandarên mîna Îtalya û Almanya re neman, wê gave zû rengê demokrasîya wan hat gehîştin, faşîzm û dîktatorîya rasteqînî îlan kirin. Piştî têkçûna faşîzmê û firehbûna Bloka Rojhilat, dewletên emperyalîst bi rêya rêxistinên aborî, sîyasî û leşkerî, bi hev re ketin hevkarîyê. Bi îlankirina aborîya lîberal re, di dewlet û rêvebirîyê de jî demokrasîya lîberal îlan kir. Lewra bi vê sîyasetê, divîyabû ku destdirêjîya dewletê ya li ser aborîyê jî kêm bibaya. Ji bo ku sermîyanê xwe, li welatê xwe têxista rêxistinîyek tendurist, berhimandina “meta” û herikandina kara ji mazatên cîhanê têxista ewlekarîyê û bi gelê xwe re têketa aştîyekê, hinek kara xwe bi rêya dewletê, mîna mafên civakî, ji gel re da xerckirin. Lê li ku mazat li wan teng dibin û kara wan kêm dibe, bi rêya wê dewleta “demokratîk” wan mafana dîsa yek bi yek bi şûnde distînin.

Lê em baş dizanin ku hîna jî li gelek welatên kapîtalîst yên nîvmêtingeh, _bi egera şûndemayina aborîya wan, ya ku kapîtalîzma lîberal, ya emperyalîst wan talan dike, ji alî sîyasî û leşkerî ve wan xwedî dike_ cûr bi cûr şêweyên dîktatorîya vekirî serwer e. Yanî emperyalîzma Ewropa ya lîberal û demokratîk, xwedî û berpirsiyarê van dîktatorîyan e jî. Îro dewleta tirk, bi hêz û alîkarîya kê, dîktatorî, faşîzm û kolonyalîzmê lis er gelen li tirkî û Kurdistanê dimeşîne. Kê li Lozan’ê biryara parkirina Kurdistanê û înkara mafê gelê Kurd da. Evan tev maharetên demokrasîya lîberal ya Ewropa ye. Lewra bingeha demokrasîya xwe ya aborî, ji mêtin û dîktatorîya xwe ya li ser gelen cîhanê distîne. Înkara vê rastîyê, oportunîzm û xizmetkarîya emperyalîzmê ye.

Heta ku burjuvazî di dewletê de – du hêzên parazît – burokrasî û mîlîtarîzmê xwedî bike, dewlet tucarî nabe dewletek bêteref, azad û ya gel. Loma demokrasî jî ji dîktatorîyê rizgar nabe.

Bîr ûbawerîya sosyalîzmê, li ser daxwaza demokrasîyek bi rastî ava bûye. Rêxistinek bi rastî sosyalîst, divê rêxistina herî demokratîk be. Rêxistin an dewletek sosyalîst li gorî rastîya rewşa xwe, mercên demokrasîyek rast pêk nine, ne sosyalîst e.

Bi zanîn an bêzanîn, têgeha “Dîktatorîya Proletarya”, weke ku sosyalîzma reel nebaş bikar anî, hinek kes jî wê ne rast şîrove dikin:

Marx-Engels, tu carî û di tu derê de, ji bo sosyalîzmê, dîktatorîya proletarya, mîna şêweyekî dewlet(rejîm)ê neparastine. Lewra dewleta proletarya, bi temamî li ser berjewendîyê gel ava dibe û bi temamî ji alî gel ve tê birêvebirin. Dewleta sosyalîst, tu demê ji bo gel, mîna dîktatorîyê nehatîye parastin. Lewra dewlet bi xwe cîhazek dîktatorîyê ye.

Egera ku behsa dîktatorîya proletarya hatîye kirin ev e: ji bo ku di demokrasîya proletarya de jî hîn dewlet hey e û di vê dewletê de hîn “aparata” brokrasî û mîlîtarîzmê hey e û ev hêzana jî ne li hemberî gel, ji bo bûrjûvazîyê ku têkçûye, dîsa serwer nebe û li hember vegera desthelatîya wan qanûnên ku saz bûne biparêze, tenê di vê wateyê de xwedîyê fonksîyonek dîktatorîyê ye.

Şêweya dewleta sosyalîst ya sîyasî, demokrasîyek bêkêmanî ye. Divê di sosyalîzmê de demokrasî, hetanî kerta dawîn bêt geşkirin. Demokrasî çiqas tam be, ewqas jî pêwîstîya wê ji holê radibe; ev demokrasîya, di şexsê dewletek herî demokratîk de, wê di xew re here û vemire.

Bîr û bawerîya sosyalîst, bi teorî û pratîka xwe, bi bername û stratejîya xwe, bi rêxistin û rêvebirîya xwe, divê bi misogerî demokratîk be û li gorî rewşa ku tê de ye, divê her merc û qanûnê demokrasîyê pêk bîne. Rêxistin an desthilatîyek ku ji xwe re bêje; ‘ez sosyalîst(komunîst im’ ku merc û kanûnê demokrasîyek rastî pêk nîne, tu têkelîya wê û sosyalîzmê jî bi hev re nîne. Divê sosyalîst, tu carî ne durû (xwedîyê cotstandardiyekê) bin. Em çawa, ji şêweyê dîktatorîya bûrjûvazî, terefdarê demokrasîyê ne, loma divê sosyalîst di her xala jîyana xwe de demokrat û parêzgerê demokrasîyê bin.

Di sazûmana sermîyandarî de, em li hemberî îşkence û cezayê îdamê bin û ewlekarîya jîyana mirovan bixwazin; azadîya raman û rêxistinîyê, azadîya çapemenî û weşanê bixwazin; ji bo namzetîya desthilatîyê û kirina muxalefetê, mafê herkes û herçînê yê avakirina partîya sîyasî biparêzin, pêwîst e ku di sazûmanek sosyalîst de jî em van mafan biparêzin û mercên wan pêk bînin. Welatê ku lê şoreş çêbûbe û i xwe re gotibe em sosyalîst in, ku van mercên demokrasîyê pêk neanîbin, ev şaşî û kêmanîya wan dide rêdan; em nikarin vêna bikin gunehê îdeolojîya sosyalîzmê.

Li gorî îdeologên sosyalîzmê, cîyê mîlîtarîzm û brokrasî lî hebe, azadîyek rastî û geşbûna komunîzmê li wir çênabe. Çendîn brokrasî û mîlîtarîzm nemîne û çendîn demokrasî geş bibe, ew civat ewçend bêtir xwedîyê azadîyê û ewçend bêtir nêzîkî komunîzmê ye.

Li gorî lêkolîn û têgehîştina min, li welatên ku şoreş lê çêbû û qaşo dewletên sosyalîst lê ava bûn, mercên demokrasîya sosyalîst pêk neanîn. Weke tê zanîn, di sosyalîzmê de, bi egera karaktera wê ya demokratîk, tenê rêvebirîya kolektîf tê pejirandin. Egera wê çi dibe bila bibe, şaşîya pêşî, rakirin û qedexekirina muxalefetan û ji holêrakirina azadîya rêxistinî û ya ramanê bû. Li her welatekî, partîyên bêmuxalefet li qadê man. Ew jî, her yek şefek ket serê wê û destûr neda rexne û muxalefeta nav xwe. Şef bû otorîte, yanî dîktatorekî misoger. Her gotina şef, wek ferman û qanûn hat pejirandin. Pertî jî, tenê nebû xwedîyê desthilatîyê, bû perçakî cîhaza dewletê jî. Yanî brokrasî û mîlîtarîzma dewletê, bûn mîna organên partîyê yên xwezayî; loma rêxistin û komîteyên gel, fonksîyonên xwe yên bijartinê û pêkanîna prosesa demokrasîyê wenda kirin; êdî ji dêvla vana, “emir-komuta” şûna rêbazîya demokratîk girt. Loma brokrasî û mîlîtarîzma reel, ji ya bûrjûvazî jî qewîntir bû. Wê rewşa jî bi xwe re, mîna dewlet û partîyên bûrjûvazî, di navbêna gel, partî û dewletê de qetandin û bîyanîtîyek da çêkirin. Loma mîna di kapîtalîzmê de gel, li hemberî berhemên keda xwe ket hundir bîyanîtîyekê. Bi vê egerê, heta gengaz bû ji berhimandinê û fedekarîyê revîya, loma alozîyên aborî dest pê kir.

Mîna gelek rêxistin û partîyên sosyalîst yên cîhanê û tirkî, rêxistin û partîyên Kurd jî, ji kapîtalîzmê bêtir, di bandora çanda feodalîzmê de bûn û ne xwedîyê çand û kevneşopîyek kapîtalîzmê bûn, ji têgehîştin û toleransa demokrasîya bûjûvazî jî bêpar bûn. Kesên ku partî ava kirin an bûn endamên partîyan, perçakî wê civata nîvfeodal bûn. Ji bo ku bên guhertin û demokrasîyek sosyalîst hîn bibin, bipejirînin û bi kar bînin, di hundir evolusyonekê de perwerdebûnek ku di pratîka jîyanê de bêt bikaranîn pêwîst bû. Loma partî û rêxistinên me, him di hundir xwe de û him jî li dervî xwe, ji karanîna demokrasîyek sosyalîst ya rastî re ne amadebûn û bêpar man.

Lê di derbarê sosyalîzma reel û rêxistinên sosyalîst, divê em hinekî bi însaf û durist bin: Evana tev perçakî dîrok, nîrx û pêşdebirina sosyalîzmê  ne. Bi bingeh û fonksîyonên xwe, ji partî, dewlet û dezgehên bûrjûvazî çêtir û mirovîtir bûn. Gelek fêdeyên giranbuha ji me re û ji hemû mirovahîyê re pêşkêş kirin. Îro gelek mirovên li cîhanê ku di zanîna mirovahî, maf û hiqûqê xwe de ye, ew jî bi xêra wan rêxistin û rêvebirîyên bi qisûr û kêmanî bûn.

Îro vatinîya ku dikeve ser milên me, ne ku em wan ji kokê de red û înkar bikin; li mîrata xwe xwedî derkevin, kêmanî û şaşîyên wan derxin holê, wê pêşdetir û bilintir bikin, têxin xizmeta mirovahîyek azad û cîhanek bêtixûb.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir