Li Stockholmê Roja Zimanê Kurdî bi coşek mezin hat pîroz kirin

Stockholm 18/2 2024

Bi munasebata 21 Sibatê roja navnetewî ya zimanê dayikê, bi amadekariya çend mamosteyên kurd li Stockholmê çalakiyek mîna festîwala zimanê kurdî li dar ket

Çalakî li navenda Stockholmê li ABFê bi şahîyeke bi zimanê kurdî û bi naverokek gelek dewlemend pêk hat.

Ji hemû aliyên kurdistanê kurd û Kurdistanî û hemû rengên civaka kurdî li salonê kom bibûn. Salon ji zarok, mezin, malbat û xwendekarên zimanê kurdî dagirtî bû.

Grûbek mamosteyên kurdî amadekarîya pîrozkirina vê rojê kribûn. Hinek ji amadekarên şahîyê mamosteyên kurdî Yusuf Önal, Zeki Aydin, Emin Aksoy bûn û li gel wan gelek hevkarên wan hem xwendekarên zimanê kurdî û hem jî mamosteyên zimanê kurdî hebûn.

Mamoste Yusuf Önal dibêje, armanca vê piştavanîyê ji bo berdewamkirina çanda kurdî û herweha ku ev bibe şanazîyek û dilgermîyek ji bo xwendekarên me yên ku bi zimanê kurdî dixweynin.

21ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Navneteweyî ye. Ev roj di sala 1999an de ji alîyê UNESCOyê ve hatîye pejirandin û li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Li Swêdê jî ji sala 2002yê ve ye ku ev roj bi çalakîyên cûr be cûr tê pîrozkirin. Îsal jî ev roj, wê di roja xwe de şagird û mamosteyên kurdî li dibistanan pîroz bikin.

Di şahiyê de artîst û standup ê kurd yê zîrek û bi navûdeng Ozz Nûjen jî beşdarî pîrozbahîya zimanê dayikê yê kurdî bû û salon bi kurdiya xwe û gotinên xwe coş kir.

Gelek şagirdên kurd dîlan, muzîk, axaftin û helbestên kurdî beşdarê şahîyê bûn.

Gruba folklora kurdî bi govend û dilana xwe salon rakirin ser piyan.

Hêjayê gotinê ye ku li Swêdê ji sala 1976an ve ye ku perwerdeya kurdî heye û niha ji pêşdibistanê heta lîseyê nêzî 12 hezar zarok û ciwan beşdarî vê perwerdeyê dibin.

Hemû axaftvanan, mamosteyên ku însîyatîfa  vê pîrozbahiyê girtine û pêşengîya vî karê hêja kirine, pîroz kirin. Mamosteyan gotin : Spas ji bo we ! Hûn her bijîn û bi kurdî bijîn !

Vê dawiya heftê Kurdên Stockholmê şahîyek xweş, dilgerm û bi wate jiyan

Roza Kurd

Rupela Nu/ Stockholm 2024-02-18

 

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *