‘Çîrokên Gulê’ wek set hat belavkirin

 Rêzepirtûkên ji aliyê Kerem Tekoglu ve hatine nivîsandin, bi navê “Çîrokên Gulê”  wek set ji Weşanxaneya J&J derketin. Set ji 20 pirtûkan û kartpostalekê ku wêneyê 28 navdarên Kurd li ser e pêk tê. Pirtûk bi herdu zaravayên Kurdî, Kurmancî û Zazakî hatine amadekirin.

Nivîskar Kerem Tekoglu ji Rûdawê re behsa berhema xwe ya nû kir û got: “Armanca min di serî de ew bû ku bi alîkariya saziyeke Ewropî yan jî budceyekê ji bo vê projeya xwe peyda bikim û 40-50 hezar pirtûk çap bikim û bê beramber li pênç bajarên mezin ên Tirkiyê weke Stenbol, Enqere, Îzmîr, Edane û Mêrsinê bi ser zarokên Kurdan de bi rêya komelyên Kurdan re dabeş bikim. Tevî ku bo heyama 2 salan min gelek hewl da û li gelek deriyên sazî, dezgeh, komele û şaredariyan da, lê  mixabin min nekarî vê projê cîbicî bikim.”

Kerem Tekoglu diyar kir ku kes di wê proja wî mezin de de nebûn piştevan, piştre wî biryar da ku ew bi derfetên xwe van pirtûkan çap bike û di serî de rojnamevan Zeynep Cager hinek dost û hevalên wî bûn alîkar, ku pirtûk çap kirine.

Nivîskarê Kurd bal kişand ser girîngiya ziman û zorakan û got: “Zimanek dikare bi zarokan mezin bibe û bi zarokan pêş bikeve. Zarokên neteweyekê eger bizanin zimanê xwe, ew ziman dikare bijî. Jixwe piranî xebatên min li ser fêrkirina Kurdî bo zarokan bûye û min pêştir jî şano ji bo zarokan amade kirine.”

Tekoglu hiwa behsa taybetmendiyên berhama xwe kir: “Ev proje di Kurdî de cara yekemîn e ku 20 pirtûk bi hev re û her 20 pirtûk ji di heman demê de hem bi Kurmancî û Zazakî hatine amadekirin. Çîrokên Kurmancî hemû min bixwe bi awayeke şanoyî nivîsandine. Enver Yilmaz jî ji Kurmancî bo Zazakî veguhestiye û Firuze Dem jî editoriya wê kiriye.

Ew zarokên ku van pirtûkan bixwînin Kurmancî û Zazakiya wan dê pêş bikeve. Heta ku ne tenê zarok her kesê ku bixwaze Kurdiya xwe pêş bixe dikare van pirtûkan bixwînin. Her pirtûk ji 16 rûpelan û yek çîrokê pêk tê û di her 20 pirtûkan de behsa serpêhatiyên Gulê te kirin ku ew lehanga çîrokê min e. Mijarên çîrokan tiştên rojane weke paqijiya mirovan, parastina jîngehê, û rêzgirtina di navbera mirova de ne û hwd. Ango her çîrok mijareke jiyanê ya perwerdeyê lixwe digire.”

Bi gotina Tekoglu li Bakurê Kurdistanê zimanê Kurdî di bin xeterê de ye, û ew dibêje: “Ji destpêka Komara Tirkiyê ve heta niha bi dehan ziman wenda bûn, eger zimanê Kurdî jî nebe zimanê perwerde û bazirganiyê dê rûbirûyê tinebûnê bibe, lewma divê her kes xwedî li zimanê Kurdî derbikevin. Di vê warî de zêdetir barê mezin dikeve li ser aliyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê û divê ew ji her tişt zêde girîngiyê bidin ziman û hewl bidin zimanê Kurdî bikin zimanê perwerdeyê.”

Nivîskar Tekoglu herwiha banga bav û dayîkên Kurd kir û got: “Ez dixwazim vê bangê li dayîk û bavên Kurd jî bikim, her kurdek dikare mala xwe bike dibistana zimanî Kurdî. Dayîk û bav qet nebe dikarin di malên xwede  ji bo zarokên xwe bi Kurdî biaxvin.”

https://www.rudaw.net/kurmanci/culture/31032021

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *