EM ÊRÎŞA Lİ SER RUDAWÊ Bİ TUNDÎ ŞERMEZAR DİKİN

AZADİ HAREKETİ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK:

EM ÊRÎŞA Lİ SER RUDAWÊ Bİ TUNDÎ ŞERMEZAR DİKİN

Îro, hêzên tarî û hovane, li Hewlêrê, êrîşeke bi bombe birin ser Tora Meda ya Rudawê. Di encamê da çar xebatkarên Rudawê birîndar bûn û li avahiyê xesarek mezin peyda bû.

Tora Medya ya Rudawê bi weşana xwe ya objektif, bêalî û Kurdistanî dijminê gelê Kurd aciz dike. Dek û dolavên wan yên li dijê Kurd û Kurdistanê eşkere û pûç dike. Sedemê êrîşên wan ê qilêr jî ev weşana Rudawê ya bi wêrek e. Lê bila dijminê Kurd û mirovahiyê bizanibin ku denge Rudawê tu carê nayê birîn

Em wek partî û rêxistinên Kurdistanê carek din êrîşa li ser Rudawê bi tundî şermezar dikin, ji birîndaran ra saxî û silametî dixwazin.

Rudaw ne tenê ye. 25.06.2016

AZADİ HAREKETİ, PAK, PAKURD, PDK-BAKUR, PSK

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *