Ji bo civatek serbixwe, demokratîk û azad!|Tuesday, March 19, 2019

Li Bakurê Kurdistanê axaftina bi zimanê Kurdî her ku diçe kêmtir dibe 

Amed (Rûdaw) – Li gor rapirsiyên ne fermî bikaranîna zimanê Kurdî ango zimanê dayîkê li bajarên Bakurê Kurdistanê her diçe kêmtir dibe.

Civaknasên Kurd radigîhînin ku li bajarên Bakurê Kurdistanê, Kurdên ku xwe wek “Kurd” pênase dikin di navbera  %95 û  %100î de ne, lê ev rêje di warê bikaranîna zimanê dayîkê, herwiha xwendin û nivisandina Zimanê Kurdî gelek kêmtir e.

Li ser metirsiya jinavçûna zimanê Kurdî sala borî li bajarê Amedê 9 partiyên siyasî gihîştîn hev û platformek bi navê Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ava kirin, armanca sereke ya  vê platformê ew e ku Kurdî di nav Kurdan de dîsa bibe zimanê nav malê û bazarê.

Endamê Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî Ehmed Zekî Ekîncî ji Rûdawê re ragihand: “Em wek platforma Parastin û Pêşvebirina Kurdî hewl didin ku malbatan razî bikin da ku ew li dibistanên zarokên xwe daxwaza dersa bijarteya Kurdî bikin, heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê em nikarin Kurdî li Bakur bi gîhan bikin.”

Pişti şênbûna Komara Tirkiyeyê nemaze piştî sala 1925 an zextên li ser Kurdîtî û zimanê Kurdî her zêdetir bû heta salên 90 an jî qedexeyên li ser Kurdî sal bi sal zêdetir bûn, lê bi fermî 25ê meha 1 an a sala 1991an Dewleta Tirkiyeyê qedexeya li ser zimanê Kurdî rakir.

Piştî rakirina qedexeya li ser Kurdî li Bakurê Kurdistanê, Kurdî axaftin zêde nebû, berevajiyê wê her kêmtir bû, her çend tekoşîna siyasetê ji aliyê rêxistin û partiyên siyasî ve her daîm hatibe kirin jî vê yekê li gor raporan Kurdî axaftinê zêde nekir.

Siyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu ji Rûdawê re diyar kir: “Partiyên siyasî û rêxistinên wek PKKê li Bakurê Kurdistanê li ser zimanê Kurdî bandoreke negatîv kirin, ji ber ku zimanên wan yên navxwe Tirkî bû û siyasetê bi Kurdî nedikirin, tê dîtin ku endamên wan yên keç û xortên Rojava û Rojhilat piştî tevlî nav wan bûn ew fêrî Tirkî bûn, lê endamên wan yên Tirkîzan bi xwe fêrî diyalekta Soranî nebûn.”

Li gor zanayên olî yên Kurd  kesên ku zimanê dayika xwe winda bikin, li hember Xwedê gunehkar dibin, ji ber ku Qurana Pîroz zimanan wek delîleke hebûna xweda pênase kiriye. Rûsipî Mele Arif dibêje ku medreseyên olî heta roja me Kurdiyê parastin, lewma hemû şerê pergala Tirkiyeyê bi wan re bû.

Mele Arif destnîşan kir: “Di medresyên olî de pirtûkên me bi Erebî û Farisî bûn lê me bi zimanê Kurdî dixwend, zimanê formasyonê li medreseyên Kuristanê her daîm Kurdî bû, herwiha hêlîna wêneya Kurdî medrese bûn, ji xwe ji ber wê yekê jî bû ku xêrnexazên Kurdan tu carî zext û guvaşên xwe ji ser medreseyên olî yên Kurdistanê  kêm nekirin.”

Rêxistina Çand Zanist û Perwerdehiya Neteweyên Yekbûyî di sala 2008an de di raporeke de eşkere kiribû ku di cîhanê de ji 6700 zimanan 2400ê wê di bin metirsiya tunebûnê de ne.

http://www.rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2002201913

Nerîna te