Soza Çawîşê Tirk

Dem berî rojava bû. Roj tîna xwe ya dijwar wenda kiribû û bi tonên rengê sor aso xemilandibû. Lê çend lekeyên ewrên rengziricî yên li ezmanê şînvemirî di pêşiya royê re derbas dibûn; wê gavê dinya diket bin rohnîyek nîvvemirî, sîya çiya û kendalan, newal û gelî dixistin bin nîvtarîyek bi xof. Teyr û teba diketin tatoleka amadebûnîya êvarê; li dora qul û hêlînên xwe fir û fitlên kin didan xwe. Şeş-heft gundî, li bin darek li pişt malan ya ku di rex goristanê de rûniştibûn û ketibûn galegalan. Ji bo ku seh û pisîkên gundên li derdorê hatibûn şewitandin jî xwe li gund girtibûn, ji birçîna, mîna ku lava xwarinê bikin û bigirîn, dengê herî pir ewte-ewta sehan û new-newa pisîkan bû. Qare-qara mirîşk û elokan, didan zanîn ku ji bo xwe ji pînik û lûsandinê re amade bikin, doza êmê dawîn dikirin. Gundîyek du gayê wî di pêşiyê de bû, ji cot dihat. Çend jin, du kerê bi çilo barkirî bi wan re û li pişta wan jî piştiyê pejikan, ji newala jêrî gund dihatin malê. Çend heb zarok, her yek çend bizin, mîh û dewar di ber wan de, ji alîyên cuda ber be gund dihatin. Hinek zarokên biçûk, bêhna xwarinê kiribûn, li devê derîyan digirîyan û ji dîyên xwe nan dixwestin; hinek jî xwas û nîvtazî li kuçên gund, ji xwe re ji herrîyê lîstok, ji kevir û axê holîk çêdikirin, hinan jî bi xaran dilîstin. Surek ba, çenek toz bi ser merivên li bin darê rakir, bi xişîna pelan re du-sê çivîk firîyan û çend pel ketin xwarê, bêarmanc li erdê diperpitîn. Merivekî digot:

“Xêr di gund nemaye; wilo ya baş meriv ji vir bidûr keve!” Yê din jî digot:

“Gelo wê ewkê, dewlet gundê me jî bişewitîne!?” Yekî din:

“Çi jî biqewime, willeh, willeh ez naxwazim ji van çiyan biçim derek din!” digot. Lê Birahîm, bi hêrs dest bi axaftinê kir:

“Camêrên çekdar, li serê van çiyan tîh û birçî xwîna xwe dirijînin û ji bo me û welat canê xwe feda dikin, hûn jî ketine tatêleka mal û jîyana xwe ya ku ne hêjaye pênc perê xerabe!.. Willeh heta Kurdistan rizgar nebe, ez parçe parçe jî bibim, ez dev ji welatê xwe bernadim û bi derekê de naçim!”

Piştî axaftina Birahîm bêdengîyek çêbû. Qîre-wîra zarokan wê bêdengîya xira kir. Teva bi hev re digotin: “Çekdar hatin! Çekdar hatin!..”

Gundê Cinata Miho 300 mal bûn û girêdayî qeza Nisêbînê ye. Li ser Çiyayê Panavê, Kela Mêrdînê, mîna hêlîna qertelê xuya dike. Li hemberî wê, li pala çiyê gundê Xirbê Qeplo jê dihat dîtin.

Birahîmê Zeynikê rezek, du parçe erdê wî yê bêkêr hebû. Çend heb pez û dewarên wî jî hebûn. Lê debara wî pê nedibû. Loma diçû Edenê, geh di karê avahîya de kar dikir, geh karê barkirina zebeşan dikir. Piştî ku çend qurişên wî civiya ser hev jî, li gund ji xwe re dikanek etarîyê vekir.

Temenê Birahîmê Zeynê li dora 50 salî bû. Du birayên wî hebûn. Di zarotîya xwe de dibistana sereta qedandibû. Birahîm, mirovekî navmil fereh, bi bejn û bal, girs û qelew bû. Bejna wî 1.80 hebû. Serê wî gilover, porê wî sîxbozî, simbêlê wî hîna reş û qalind bûn. Rûyê wî fereh û girover bû. Çavên wî jî bi reng esmerîya wî re di ahengê de bu; çavên reş, girover û mezin, firehî û giroverîya rûyê wî temam dikir. Bêvilek girover ya bi fesal, çengek bi gamze, gerdenek wî ya stûr û dirêj hebû. Mil, dest û lingên wî li hev, serast û bi kêsim bûn; yanî ew girsî û qelewî jî fesal û kêsima wî xera nedikir.

Lê mîna herkesî Birahîm jî ne bêkêmanî bû: Ji nivê qahfê wî por weşiyabû. Meşa wî jî zêdeyî edet bi çelq bû. Merivekî mêrxas bû û ji kesî neditirsîya. Hinekî xwîngerm û sivik bû; mîna ku ji xiricirê hezdikir, gava ku şerek an tevlîhevîyek çêbiba, pir zû bêhna wî teng dibû û zû  xwe bûyeran werdikir. Ya din jî, ne dinerî bê kî xurt e an qels e, li gorî serê wî kî rast ba, alîyê wî digirt. Di bûyerê de, êdî ewqas pêşde diçû ku te digot qey ew xwediyê bûyerê ye. Tu carî li ser xwe jî neheqî qebûl nedikir. Ji destê xwe re baş bû. Ku ji hinekan aciz biba, derdiket ser xênî, meydan dixwend. Ji bo rojekê li hember kesekî şermezar nebe, ji xwe re devançeyek jî kirîbû. Pê re ruhekî azad hebû. Pirê caran gema hestên xwe berdida. Loma li hember keç û jinên bedew diltenik bû. Ji tolazîya, kêf û şahîyan pir hez dikir: Li herêmê li kîjan gundî dawet û dîlanek hebaya, ew di serê govendê de bû. Hema her şêweyê dîlanê dizanîbû. Ruhê wî di deng û awazên (dahol û zurne, bilûr, tembûr û kemançe) muzîka netewî de bû.

Hîn zaro bû bavê wî mir. Lê dêya wî dîsa mêr nekir; li ser zarokên xwe ma. Dêya wî herî pir ji wî hez dikir; lewra ew li dêya xwe hatibû û wî jî mîna pir ji dêya xwe hez dikir û wê mîna ferîşteyekê didît. Birê wî ji wan qetiya bû, lê ew û dêya xwe bi hev re dijîyan. Di sîh salîya temenê xwe de jin anîbû. Şeş keç û kurekî wan hebû. Li jin û zarokên xwe miqate bû û ji wan hez dikir. Mirovekî zîrek bû. Ji hevaltî û dostanîya hemtayê xwe û ji mirovên zane hez dikir. Bi hevalên xwe re dilsoz û bi bext bû. Tucar xayintî bi hevalên xwe re nedikir. Ji alî hevalê nebaş jî zû dihat xapandin û dihat bikaranîn. Lê tiştekî ku neketa serê wî, çi biba jî fermana tu kesekî qebûl nedikir.

Birahîm, mîna gelek gundiyan ji jiyana xwe ne razî bû. Di cudahîya nexwendinî û nezanîya xwe jî debû. Xizanî û kêmanîya jiyanê wek çarenûsekê qebûl nedikir. Gava ku diçû bajarên tirka yên mezin dixebitî, çav li qonax û mixazên mezin, mekînên xweşik û bi konfor, jin û mêrên paqij û bi cilên modern diket, dilê wî dibijîya wan û ji xwe re digot: ”Çima welatê me ne werê şên û dewlemend e, çima mirovên me ne xwedîyê vê jîyana xweş, têr û tije ye!?” Wê gavê kesên welatparêz û şoreşger ku deh sal berê dihatin gundê wan û ji wan re behsa mêtingehbûna Kurdistanê û bindestîya gelê Kurd dikirin, baş di wan nedigehîşt bê daxwaza wan çi ye. Lê aniha çêtir têdigehîşt.

Gerîla ji bo Kurdistanek serbixwe, dest bi şerê çekdarî kiribû. Wan jî dihatin egerê şerê xwe ji wan re digotin û alîkarî ji wan dixwestin. Dewlet jî êdî bi dijwarî diçû ser gundîyan, êdî kesî bi ewlekarî nikarîbû biçûya ser dexl û rez, ber pez û dewarên xwe. Dewleta tirk mîna bi hezaran gundê Kurdistanê, gelek gundên herêma Omerîyan jî şewitandibû, lê ji bo ku tevgera gerîla fêr bibin û wan biqedînin, bi gelemperî gundên li nêzî qereqola bûn bi rêya ajanan dixistin bin kontrola xwe û nedişewitandin. Lê kesên di wan gundan de ku bi dewletê re hevaltî nekira û bi gerîlan re alîkarî bikira, herroj li ser serê wan gef, lêdan, girtin û kuştin hebû. Jiyana wan ketibû hundir mengenakê. Çend caran ku leşkeran girtin ser gund, bi gundiyan re li Birahîm jî xistin û jê re jî dijmînên kirêt gotin. Birahîm gelek hêrs dibû, digot: `Ku em ne hêsîrê ber destê vana bana, ev kiryarên kirêt ji me re rewa nedidîtin. Ma gelo em ji hêsîrê Hemedanê jî ne xerabtirin! Ji bo roj berî rojê em ji bin destê van zaliman rizgar bibin, divê em jî cihê xwe di nav tekoşînê de bistînin!” Ev dijraberîya bi xîret, ji Birahîm re ket şûna biryarekê.

Li herêmê pêwîstîya gerîla bêtir bi xwarin û vexwarin, cil û solan, agahdarî û qasidiya mirovan hebû. Ji xwe gundîyên alîkarîya gerîla dikirin, an parêzgerî û alîkarîya dewletê nedikirin, dewlet gundên wan dişewitand û wan dida koçbarkirin. Milîsên hebûn, ji alî sîxurên dewletê zû dihatin heşkerekirin. Hêzên dewletê yên dagîrker, ya wan digirtin, yan direvandin û bi îşkencên dijwar dikuştin; yan jî direvîyan tevlî refên gerîla dibûn. Loma li herêmê pêwîstîyek zêde bi milîsan hebû. Her çiqas li Cinata, bi navê Hesenê Kor milîsekî bi temenê xwe 60 salî hebû jî, gerîla wî bi xwarina pera tawanbar kirin û wî ji mal girtin û birin… Di demajoyek werê dijwar û bixeter, Birahîm dest bi karê milîsîyê kir. Pêwîstîyên gerîla di çi warî de çê biba, Birahîm bi serfirazî pêk tanî.

Di 1993 yan de destakî gerîla hatin gundê Cinata. Fermandarê gerîla bi navê xwe Reşo bû û ji gundê Tinatê bû. Mêrên gund û alîgirên xwe civandin, ferman da gundîyan:

-“Ji serokatîya me ferman hatîye: ji bo serhildanekê divê hûn amade bibin, loma divê her serê malê hûn çekekê bistînin!”

Mirûzê gundiyan xera bû. Berêberê Birahîm li hemberî vê daxwazê derket û heft kesên din jî piştgirîya wî kirin. Gundî bi lava û xembarî gotin:

“Gund nêzî qereqolê ye; di gun de hevalbendên dewletê hene; ger ku em çeka bistînin ew’ê dewlet zû pê bihese; wê gavê jî îşkence, seqetkirin û kuştina hinek mirov em nexin hesab jî, ew’ê gundê me jî bişewitînin û me koçbar bikin. Loma ev daxwaza we ne rast e û çênabe ku em pêk bînin!”

Wê rojê fermandar dengê xwe nekir, dûweroja din dîsa hatin. Tev Birahîm, ban wan heft gundîyan kirin û wan xistin odakê. Lê yek ji wan navê wî Cemîl bû. Lê li gund Cemîlekî din jî hebû. Ev Cemîla jî nobetê digire: bang wî kirin; wî jî got: “Ez nobetê digirim, heta ku nobeta min xilas bibe ez`ê werim!” Reşo, bi dawîya çeka xwe li ser û guhê wî da. Guhê Cemîl qul bû û xwîn ket ser betanê mejîyê wî. Piştî ku vê ecêba giran bi serê Cemîl de anîn, Birahîm êdî xwe negirt û bi hêrs ji fermandarê gêrîla re got:

“Ez jî mîna te di hundir vê tevgerê de ditêkoşim. Ez jî weke gundîya vê daxwaza we rast nabînim.Tu kes nikare fermaneke werê girîng û şaş bide. Hûn nikarin biryarên ne rast, bi darê zorê bi gel bidin pejirandin!”

Wê gavê Birahîm û gundîyên din jî avêtin erdê, têra xwe wan hingavtin û nehawî kirin. Gundîyek hingî canê wî êşîya, got:

“Îşkenca we ji ya Tirko jî xerabtir e lawo!”

Piştî ku têra dilê xwe li wan dan, fermandarê gerîla Birahîm rakir û jê re got: “Gerek tu bêje ez ‘alçax’ (rezîl) im; an ez te aniha dikujim!”

Birahîm nerî ku birastî wê wî bikuje, ji tirsa canê xwe re got: “Ez ‘alçax’ im; lê ez vêna ji te re nahêlim; ez’ê li cem partîyê gilîyê te bikim!!”

Ji wê rojê de Birahîm dev ji karê milîsîyê berda, got; “heta vê pirsgirêka çareser nebe, ez nema vî karî dikim!” Loma Birahîm, çi hevalên wî yên partîyê û fermandarên gerîla hebûn, yek bi yek li wan gerîya û vê bûyera ji wan re got. Di vê demajoyê de, birrek gerîla ya nû hat herêmê û fermandarekî nû li ser serê wan bû. Fermandarê gerîla yê berî xwe jî bi xwe re anîbû. Li ser fermana fermandarê gerîla, Birahîm û mêrên gund tev li camîya gund civîyan. Fermandar dest bi axaftinê kir:

-“Ez nû hatime vê herêmê, bûyerek ku li vî gundî di serê hevalê Birahîm û hinek gundî re derbas bûye, ez dixawazim li ser xeber bidim û çareser bikim. Vî fermandarê berî min li hemberî we sûc kirîye û sûcê wî jî zehf giran e. Li ser gilîyê we û lêpirsîna vê bûyerê min ew girtîye û anîye hemberî we: hûn di derbarê wî de çi biryarê bidin em’ê jî pêk bînin. Hûn karin biryara kuştina wî, an yeke din bidin; hûn serbestin!”

Birahîm wê gavê çeng bû pêş, berê xwe da fermandarê berê, bihêrs û hestgîrî got:

-“Hela ka bibêje, tu mêr e an ez, tu ‘alçax’e an ez!? Ez Kurd im, Kurd, bi rastî û ji dil û can ez xebatê dikim!” Birahîm û gundî bi hev re gotin:

-“Mirovekî di ber gel û welat de xwe feda bike, ev şermezarîya jê re bes e; em hêvîdarin wê hişê wî were serê wî. Tenê em dixwazin bes çavê me li vî merivî bikeve, nefî bikin û bira qet nê vê herêma Omerîyan!!”

Birahîm ji berê qewîntir karê milîsîyê berdewam kir. Li gund hinek merivên dewletê yên ku baş agahdarî didan dewletê hebûn; ew jî çi li gund biqewimîya û tevgera temamê gundiyan di cîh de digehandin dewletê.

Rojekê çawîşê qereqola Herbê, şand dû muxtarê Cinata; ji muxtar re got: `Bila Birahîm were qereqolê îmzak wî heye!` Lê Birahîm têra xwe dewlet, fen û kiryarên wê nas dikir. Gelek bûyer li herêmê diqewimîn: ji bilî gelek merivên ku di nav gel de, ji alî dewletê ve hatibûn kirîn û li pêşberî tevger û tekoşîna welatperweran dihat bikaranîn, hinek jî dişandin nav gerîlan. Ji mirovên diketin nav lepên dewletê, hinek jê jî li ber îşkencan xwe ranedigirtin, an ji tirsa kuştina xwe bi temamî radestî dewletê dibûn, di derbarê gerîlan de dipeyivîn û her agahdarî didan dewletê. Birahîm pirrê van bûyeran dizanîbû û zanîbû çawîş ji bo çi dişîne dûv wî, loma xwe da alî û neçû ba çawîş. Piştî kû çawîş sê-çar caran şand dû wî û ew jî neçû, leşker hatin ku jina Birahîm bibin qereqolê. Xalê jina Birahîm jî muxtarê gund bû û pêwendîyên wî jî bi çawîş re hebûn. Loma ji çawîş re dibê: “Jina wî nebin, bi soz ez’ê wî ji we re bînim!” Li ser kefîltîya muxtar, dev ji jina wî berdan, wê nebirin.. Demekê xwe li gund vedişart, pişt re çû xwe li Sitilîlê veşart.

Rojekê Muxtar ji Birahîm re got: “Were xwe radest bike, ez kefîlê te ku wê te berdin!” Lê ew dîsa jî neçû; ji muxtar re got: “Ku ez biçim, wê min bikujin!”

Çawîş bi hevkarîya hevalbendên xwe yên gundî jî, li hember Birahîm azînek din bikar anî. Bi leşkerên xwe girt ser gund; nasnameyên hemû gundîyan ji wan stend û ji wan re got: “Heta ku hûn Birahîm neynin, ez van nasnaman nadim we! Lê ger ku hûn Birahîm bînin, bi soz û şeref ez tiştekî bi Birahîm nakim; tenê ez’ê pê re biaxifim û wî radestî we bikim!”

Gundî û muxtar li hev rûniştin, divê ka em çi bikin?! Piştre biryar dan ku Brahîm razî bikin, bibin ba çawîş. Muxtar, eza, çend gundîyên belik û pismamê Birahîm, çûn Stilîlê ba wî. Jê re gotin:

-”Çawîş soz daye me ku te nagire û  tiştekî bi te nake. Ger ku tu xêra me dixwaze, tê bê ba çawîş!”

-“Na, ez nayêm!” got.

-“Em hemî bi te re ne. Ger ku te bernedin, em’ê jî xwe bidin erdê û ji devê qereqolê naçin. Lewra Çawîş sozek mezin daye me û em jê bawer dikin!”

-“Ez bi xwe dizanim, ger ku ez bêm, wê min bikujin; loma tucarî ez nayêm!” got û xwe da erdê. Gundî, geh bi Birahîm re şer kirin, geh xwe avêtin dest û lingên wî, heta ku serî lê werimandin. Ji Birahîm re gotin:

-“Nasnameyên me di destê çawîş de ne, ku tu neyê ew’ê were jina te jî bibe û kî dizane bê çi bine serê wê rebenê û em di rewşek gelek zor de ne; ger ku tu neyê ma wê halê me çi be?!”

Birahîm gelekî ket bin bandûra gundîyan. Li zarok û jina xwe ponijî û ji xwe re got; “wê namûsa min têkeve nav lepê leşkerên dewletê û zarokên min li ber dîwaran bimînin. Ez dizanim, ji sedî heştê wê min bikujin, lê ji sedî bîst felata min hebe jî, pêwîst e ku ez biçim ba çawîş!!”

Birahîm berê hat gund mala xwe. Mîna ku wê carek din venegere, saeta xwe da jina xwe, zarokên xwe maçî kir û ji jina xwe xatir xwest, bi otomobîl û pîkabek ji gundîya tije berê xwe da qereqola gundê Herbê ba çawîş!

Ji bo Birahîm weke ku dem sekinîbe û dawîya her tiştî hatibe, weke ku ji zinarekî bilind wergerîya be û hîn negîhaştibe erdê. Mîna perdakê xwe bera ser çav û guhê wî dabin; rezên li pala gelîyan, hemî û xerzikên berûyan, darên mazî û guhîjan, kevir û lat, newal û gelîyên ciyayê Omerîya ku di paceya erebê re xuya dikir, jê re nema tiştek îfade dikir. Ne dengê motora erbê, ne dengên merivên di erebê de, ne jî dengê teyr û tebayên li berpala çîyan dengvedidan dihatin guhên Birahîm. Di dilê xwe de digot: “Ji bo rizgarîya welat, serxwebûn û azadîya vî gelî, ma hindik mirovên zana, hêja û çeleng şehîdbûn; ma ez ji kîjanî çêtirim; ma jîyana min jî jîyan e; çi ferqa mirin û vê jîyana xizan, nezan û bindest ji hev heye?! Çi tiştê ku ji destê min hat min kir û divîya min bikira. Ger min bikujin jî wê mirina min belasebeb neçe; tekoşîn berdewam e; wê zarokên min heyfa min ji zaliman û xayinan hilîne. Wê gelê min min bi şeref û serbilîndî di bîr bîne. Wê zanibin ku ez ne tenê ji bo xwe mirim, ji bo wan jî mirim! Belkî vêya bibe egerê hinekî din tevlî tevgerê bibe û tevger xurttir bibe!”

Çawîş bi rûkî li kenê biderewa, bi hurmet û rûmetek ku nedihat hêvîkirin û bawerkirin pêşwazî û xêrhatin li gundîyan kir û yekbiyek bi destê wan girt, çixare, çay û qehwe da wan. Kaxetek bi Birahîm da îmzekirin, çend tiştên ku di derbarê wî de bihîstibû jê re got. Her çiqas Brahîm da înkarê jî wî şîret lê kir. Piştî çend saetan, gundîyan gotin:

-“Begê me, destûra me bide, êdî emê biçin!” Lê heta ku bibe çawîş wan li wir zêde da awiqandin. Çawîş ji wan re:

-“ Ma leza we çi ye!” got û her ji bîstekê carekê bang emirerê xwe dikir, jê re: “Ka ji gundîyên min yên delal re çokûlata, şekir, ava fêkî an çayek din bîne!” digot. Werê heta ku li wan kir şev. Piştî ku tarî ket erdê, ji gundiyan re got:

-“Êdî hûn dikanin biçin!”

Gundî, tevlî Birahîm, li mekînên xwe siwar bûn û berê xwe dan malê. Wê gavê gundîyan bi ken û kêf ji Birahîm re gotin:

-“Te digot ‘ ez nayêm’; ka çi bû; te dît, çawa Çawîş soza xwe girt û te bera da!!”

Otomobîl li pêş û mînîbus li paş, hatin navbêna herdû gundan. Şifêrê otomobîlê, bala xwe dayê ku devê rê bi bendek keviran hatiye lêkirin û ji naçarî mekîne li ber bendê sekinand. Wê gavê ji nişka ve, ji her dû aliyên rê, mirovên bi cilên gerîla, bi kefîyan serûçavên wan pêçayî, di dest û milên wan de çekên giran, bi ser wan de girtin! Yekî ji wan, ji merivên di mekînan de bi dengekî hêrs got:

-“Alçaxno(rezîlno) dakevin; we hevalê Birahîm biriye qereqolê, ji bo ku hûn jî bibin cahş ha!”

Şifêrê otomobîlê, daket, berbe wan çû û bi bişirîn got:

-“Na heval, çawa tu ji me re dibê ‘alçax’, ez jî heval im û xebata min heye!”

Çawa ku “hevalek”(!) gehîştê, şiqamek delal pêvekirin, kir ku brûsk ji ber çava here. Wê gavê, hişê Mahmûdê şifêr hat serê wî û deng ji xwe biland. Bi çepilê Birahîm girtin û avêtin nav devîyan. Ji gûndiyan re gotin:

-“Em hevalê Birahîm dibin, em’ê pê re biaxifin û wî bişînin gund!”

Gundîyan jî bêdeng pêşîya xwe vekirin û berê xwe dan gund. Piştî gehîştin gund, malbat û jina Birahîm pirsa wî ji wan kirin. Wan jî gotin:

-“Heval ketin pêşya me û Birahîm daxistin; gotin, ‘Em’ê pê re biaxifin û wî bişînin.’ Lê me wan nas jî nekir!”

Tevlî êvara ku Birahîm hat revandin, gundîyên Herbê, ji qereqolê sê roj û sê şeva dengê qêrîna merivekî di bin îşkencê de his kirin. Piştî ku gundîyên Herbê bûyera Birahîm bihîstin, hatin xeber dan malbata Birahîm û gotin: “Ev sê rojin ku yek li qereqolê di bin îşkencê de ye; lê bipirsin belkî ew Birahîm be!” Muxtar û gundî baş têgehîştin ku yên ketin pêşîya wan, mervên dewletê bûn, loma berê xwe dan qereqolê, rewş ji çawîş re gotin. Çawîş jî ji wan re bi hêrs û xeyd got:

-“Ji min re çi! Min soza xwe girt û Birahîm da we; we jî çû ew bi destê terorîstan ve berda, niha jî çima hûn tên wî ji min dipirsin!?”

Gundî vegerîyan mal û nema tu deng ji xwe anîn. Hetanî heşt heyva tu deng ji Birahîm jî derneket. Lê gundîkî li çolê şimika di lingê Birahîm de dit û şimik anî gund. Jina wî şimik nas kir.

Piştî heft-heşt heyvan, jinek ji gundê Herbê, li nêzîkî gundê Xerabreşkê, di çalekê de, di bin keviran re kuçek qutikê mirovekî dibîne; loma jinik çend keviran dide alî û digehîje ku laşê mirovekî di wir de hatiye veşartin. Ji bo ku jinikê bûyera Birahîm jî bihîstibû, kete şikê ku ew laşê wî be, lome ji malbata Birahîm re xeber şand.

Malbata Birahîm, ji bo ku cihê jinikê ji wan re got, biçe saxtî bike, çûn ji çawîşê qereqolê destûr xwestin. Lê çawîş destûr neda wan û got:

-“Ez nikanim destûrê bidim ku hûn biçin wê herêmê, çimkî li wir şer û pevçûn heye, ew der ji we re bi xeter e, lê wekî din, hûn dikarin her derên din sax bikin!”

Ji bo ku çawîşê qereqolê destûr neda, mêrên gund newêrîbûn biçin wê herêmê, loma bi mana ku çilo bidin hev, tevlî jina Birahîm, çend jinê gundîyan çûn wê çala vedan û laşê Birahîm derxistin holê. Dîmena ku dîtin, bi çavên xwe bawer nekirin; lewra serî û milekî Birahîm ne bi laşê wî ve bû! Jinan bi ern û qehr, bi dilekî şewat: “Kuştun kuştun bû, lê ev hovîtî çi bû!!” digotin. Jina gazî gîhandin gund, gundî dîsa çûn ba çawîş, rewş jê re gotin û destûra anîna laşê Birahîm xwestin. Bi destûr û fermana çawîş, ji Nisêbînê kişif derxistin ser laşê Birahîm. Lê her çiqas li serî û milê wî yên jêkirî gerîyan jî nedîtin. Bi wî halî laşê Birahîm anîn gund. Av dan ser, mele ew şuşt û ew bi terqîn û selat xistin gorê. Malbata Birahîm, hê nû şûna wî li dar xistin!..

Di vê nabênê de gundîkî Birahîm, li îstanbûlê, li ser tablakê karê firotina goşt û birincê dikir. Rojekê mirovekî gehîşt ku ew Kurd e, hat li ba wî xwarin xwar, jê pirsî:

-“Pismamê delal ma tu ji ku ye?”

-“Ez ji Mêrdîn im!”

-“Tu ji kîjan kezê û gundî ye?”

-“Ji Nisêbînê û gundê Cinata me!”

-“Ez wek mirovekî Kurd, li bûyerek di derbarê gundîkî we de bûme şahid, heta îro qet ji hişê min neçûye, wijdanê min nerihet dikir; loma ez li fersendekê digerîyam ku  hayê we ji qewimandina bûyerê çêbikim! Çimkî di dema girtin û kuştina Birahîm de min jî li qereqola Herbê leşkerî diki. “Roja ku gundîyên we Birahîm anîn, li odeyek qereqolê ya din, çawîş bi bêtêlkê bi hinekî din re peyivî û pîlanê girtina Birahîm çêkirin. Piştî ku Birahîm girtin, ew rast anîn qereqolê. Sê roj û sê şeva, bênan û bêav, îşkence li Birahîm kirin! Ji wî, mikurhatina pêwendîyên bi gerîlan re, xizmeta milîsî, cîhên gerîla û navê milîsên li herêmê dixwestin. Ew anîn ber kuştinê, lê dîsa jî Birahîm diberxwe da û peyv ji devê wî negirtin!

“Piştî sê rojan, ew birin nav daristana gundê Xerabreşkê, li wir çawîş ew da destên hinek parêzgerên gundan ku ew jî bi xwe Kurd bûn. Me jî li dora wan nobet digirt. Birahîm vexistin û yekî ji Birahîm dipirsî, digot:

-‘De mikurê, te terorîst xistin pêşîya lawê min; wan çi bi lawê min kirin, ez’ê jî bi te bikim!’

“Canê birahîm diqelaşt û bêrîk di canê wî de vedikirin. Birahîm jî jê re digot:

-‘Lawo Ahmed ev tiştê ku tu dixe hustîyê min, li min derew e! Lawo ez ketime nav lepê we zaliman; axx ez nikarim tiştekî bikim; roj roja we ye, ev ne mêranî ye! Lawo ev ne mirovî ye, heywan jî vê ezîyetê li hev nakin; ger hûnê min bikujin, bikujin, ev çi jan û îşkence ye!’

“Ahmed jî lê vedigerand:

-‘Lawo Birahîm, heta ku ez qedehek xwîna te venexum, dilê min rehet nabe!’

“Wê gavê milê Birahîm, mîna piêla heywên ji girdikê de jêkirin! Qêrîn û barînek kovî ji Birahîm bilind dibû; qêrînek bi hêrs û jan bû; mirov digot qey erd û ezman dilerizand! Min di dilê xwe de digot; ‘Ne rewa ye ku mirov vêna bi serê hev bikin; hela tew em hemnîjadîyên hev!…’ Êdî min nema karîbû hêstirên xwe bigirtana, min berê xwe dagerandibû û bidizî digirîyam! Agir bi nava min diket, lê ez jî naçar bûm. Piştr re jî mîna pezekê serê wî jêkirin û bi xwe re birin! Laşê wî jî avêtin çalekê û kevir avêtin ser!”

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir