Sistema Kantonî li Swisreyê

Sıddık BOZARSLAN

Wek tê zanîn Swisre, ji 24 dewletên yekbûyî, yanî bi tabîreka dî ji 24 Kantonan pêk hatîye, serbajarê (paytext) wê Bern e. Li vî welatî 4 zimanên resmî hene; almanî, fransî, îtalî û  romansiye. Li ser perê Swisre ev her çar ziman hatine nivîsîn. Ji ber ku mîsaleke gelek balkêş e, ez dixwazim piçek behsa zimanê romansiye bikim. Li nik sînorê Avusturyayê, li herêmeke çîya, civateke biçûk dijî ku li gora tespîta 1960î, xwedîyê 50 hezar nufûs e û zimanê wan ji almanî û latinîya kevn pêk hatîye û jê ra zimanê romansîye dibêjin.

Dewletê ferq kirîye ku di orta salên 1980yî da gelek kesên ji wê nufûsê çûne bajarên mezin û ew nufûs ji 50 hezarî daketîye 30 hezarî. Dewlet ji wê rewşê tirsîyaye û ketîye nav hewildan û tevdîran, da ku ew nufûs belav nebe jibo bajarên mezin. Dewlet zanibûye ku ew nufûs bi piranî belav bibe, dê ew neteweyê biçûk ji cewherê xwe yê neteweyî dûr bikeve û di encamê da, civateke weha li meydanê nemîne. Loma dewletê xwestîye hebûna wê civatê biparêze û jibo parastinê çi hewce bûye kirîye.

Eger em li vê numûneya jorîn binêrin, em dibînin ku dewleta navendî û hukumetê jibo parastina zimanekî û civatek ku komikeke herî biçûk bûye; wê civatê û zimanê wê di asta civatên herî mezin yên herêmê wek alman, fransiz û îtalî da parastîye û nexwestîye ku zimanê romansiye û civata ku wî zimanî dipeyive belawela bibe û wenda bibe. Ji ber ku ew dewlet û hukumet li ser bingeha demokrasîyê û wekhevîyê ava bûne û li gora wî cewherê xwe tevgerîyane. Loma gelek kes, Swisreyê wek bihişta Ewrupayê qebûl dikin ku gorbihiştê Dr. Nureddîn Zaza jî ew şibandîye bihişta hemî cîhanê û ew neheq jî nebûye ku ez jî wê dişibînim bihiştê.

Di van salên dawîyê da li ser navê kurdînîyê derdorên PKK jî derketin meydanê û jibo çareserîya şola kurdî, sistema kantonan avêtin meydanê. Li gora wan, ew dikarin digel navendên Ankarayê an Şamê ango Baxdayê û Tahranê sistemên kantonî ava bikin û bi vî awayî nîzameke demokratik li Rojhilata navîn ava bikin. Xwedîyên fikrên weha seqet û xeyalî, kî dibin bila bibin, herçî yên ku bi vî awayî li sistema kantonan dinêrin jibo Rojhilata Navîn, ew jibo kurdan berdewambûna koletîyê diparêzin û xizmeta sistemên Ankarayê, Tahranê, Baxdayê û Şamê dikin. Ji ber ku ne tenê li Rojhilata Navîn, di nav hemî dewletên Mûsilman da (1,5 milyar nufûs û  53 dewlet) jibo xatirê Xwedê yek dewleteka demokratik tune ye ku jibo kurdan jî bibe numûne. Loma ew ne karê kurdan e ku bi şoleke weha ra serê xwe bêşînin û enerjîya xwe jibo wê xerc bikin û keç û xortên me bidin kuştin.

Lê ji nûha ve em dikarin bêjin ku Başûrê Kurdistanê dema bibe dewleteka serbixwe û Başurê Rojavayê Kurdistanê jî rizgar bibe, ew parçe dikare bibe kantoneka dewleta başur. Ji nûha ve her kes dibîne ku digel hemî kêmasîyên xwe ve pênc (5) zimanên resmî li Başurê Kurdistana Federe di jîyanê da ne û ev mîsal bi tena serê xwe numûneyeka demokrasîyê ye ku mefên hemî hindikneteweyan bi awayeke demokratik bi kar tînin. Li Meclisa Hewlêrê jî kontenjan jibo hindikneteweyan wek tirkmen, asûrî û wd. hatîye veqetandin û li gora wê prensibê ew hemî di meclisê da tên temsîlkirin. Bi tabîreka rasteqîn, sistema ku li başur li ser hukum e, ji hemî dewletên Rojhilata Navîn, ji 53 dewletên Mûsilman û ji dewleta Îranî ya hezar salî gelek gelek pêştatir e, demokratîktir e ku tu kes nikare vê rastîyê înkar bike.

Wekî dî, dewleteka serbixwe ya Başurê Kurdistanê dikare herêmên wek Kerkûk, Siêmanî û Dihokê jî wek kantonan bi navenda Hewlêra Paytext ra bide girêdan. Bi tabîreka dî, ji nuha ve mirov dikare bêje ku navenda Hewlêrê, jibo Kurdistana Serbixwe ya siberojê, namzeteka gelek baş e û di Sistema Kantonîyê da wê bi serkeve û bi gotina L. Rambot dê bibe Swisreya Rojhilatanavîn.

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir