Silav û rêz ji bo birayê Ezîz, EŞREF TURSUN re!

Em ji deşta Fîsê derketin nêzîkê Licê bûn, min ji rêhevalên xwe re pêşnîyarek kir: “Hevalno berî em herin tazîyê ez dixwazim em herin serdana Eşref bikin û ji wir vegerin çîhê şînê?”

Hevalan got tu rast dibêjî; “lê ev rê dibin kontrola Eskeran de ye, destûr didin an nadin em nizanin, lê em herin!”

Em bi hev ra ketin nav derya bêdengîyê! Ez bawerim hestên me hemûyan weke hev bû, lê tu kesî nikarîbû gotinekê jî bêje.

Demek bê dengî çê bû, bi kelegirîn bi dilgirînek kûr û bêdeng herkes ji alîyê xwe de li derva nihêrî! Hemû derûdor şîn bûn, ji dûr ve daristanek xweş xuya dikir, hinek dever hatibûn şewitandin! Lê bi giranî şînaya weke serîyê keçel bibe cîh cîh reş bûbû.

Ev jî rûreşîya dagîrkeran bû: di operasîyona dawî de, gelek deverên Licê, Hezro, Hênê, Farqîn û Pasûrê şewitandibûn.

Li hinek gundên Licê, zerar û zîyanek mezin çêkiribûn. Bi îşkencan gundîyan birîndar kiribûn, li ber çavên wan zaroyên wan kuştibûn! Bandora wan bûyeran hêjî xuya dibûn.

Rûniştvanên heremê gava yekî xerîb didîtin bi şik lê dinhêrîn.  Herkes bûye xwedî du helwestan, yek li gor bayê civatê, ya fermî ye! Yên din jî şexsîye.

Her çar heval jî ji Licê bûn, dever baş dizanibûn. Henîfî, Davut, Vedat, Sıddık û Ez. Brîya em bikevin nav Licê, me berê erebe vegerand ser rêya dibîstana  “yatlı bölge”ê, li hemû deran dîwarên beton, cîhên kontrolê, qamera û nobetdarên leşker, di rê de kamyonetek û erebeyek zirxî li pêşîya me û em çûn ber derî.

Leşker pirsî “hûn bi ku de diherin!” me got: Em diherin ser gorîstanê, bi awirekî nexweş li me nihêrî û bi destan kevne rêyek nîşanî me da.

Dagirkerê heram ji hebûna me acis bû, lê wî jî baş dizanibû ku hemû gelê Kurd ji hebûna wan nefret dikir.

Gelo li dunyê welatek, an gelek hey e ji dagîrker û kûjerên xwe hes bike? Gelo li dunyê tu milletekî ku evîndarê desthilatdarên xwe be, hey e an na?

Gava min li derva dinihêrî, li bersîva wê pirsê digerîyam. Lê belê, bi her awayî min didît,  dar û devî; zinar û lat, ser ax û bin ax çi hebû ji wan dagirkerên Romê nefret dikir û li dijî wan berxwedanek mezin dimeşan.

Bi taybetî jî darên MAZÎ, pêşkêşîya serhildanê dikir! Piştî ewqas şewtandinê, dara mazî dîsa jî her tim şax ber daye û bûye sembola jiyanê, sembola berxwedanê. Îro, li Licê’ya dil şewitî  ev wêne bi zîndî xuya dike û diqîre!!!

Ez û çar hevalên xwe, ber bi gorîstana Xincisê ve di nav xeyal û hestên birîndar diçûn!

Çiqas zor e! Ew birayê me yê Ezîz, ew xweş mêr û mêrxasê rojên giran, ew hevalê hevalan, dostê dostan, kedkar û fedekarê doza xwe, evîndarê welatê xwe  Eşrefê delal xwe spartibû vê axa pîroz! Ronahîya pîrozîya wî  dibirîqî! Wêneyê wî  yê cîwanî li ser gulîyên daran, di nav kulîlkan de, li ser zinar û latan temenê 27 salîyê nîşan dida.  Çi dinyayek xayin û bêbext e; nexşe rêya jîyana mirov serûbin dike.

Oy felek ji bo çi te ez veqetandim ji hevalan!?”

Demek şûnda em gihîştin pişt Licê, (taxa herî  jorîn) di bin sîya çîyayê pişt Licê, di bin sîya dara MAZÎ de 28 sal şûnda, ez û Davût bi hevalên din re me silavek germ li birayê xwe yê têkoşer, egît û şorergerê  şêrîn kir!

Gotin di qirika me de li hev hatin girêdan, sîngê me di bin lêdana dil de li ber têqînê bû, hêstirên çavên me, hêdî hêdî  ber bi axê ve diherikî!

Eşref, pala xwe da bû çiya û weke çîyayê Araratê Licê himêz kiribû.  Dilê me teng bû, me nikaribû li hev binêrin. Cîhê gotin lê diqedîya ev bû, em di wê astê de bûn!

Ji Eşref bist metre şûnda Xalê Xelîl  xwe spartibû axa bav û kalan. Ew jî sê roj bû, çûbû mêvanîya egîtê mala xwe. Bi qasî bîst û penc metre li pêş, di bin sîya dara Mazî de, Nazmî Balkaş, SORO vezelîya bû.  Hemû di xewnek şîrîn de bûn. Me bi dengekî nizim silav da hemû kedkar û şehîdên Kurdîstanê!

Me bi hestên giran, bi xemgînîyek mezin xatir ji birayê xwe xwest û ber bi mala şînê ve bi rê ketin…

Sê roja şîna Bavê Eşref bû, xwedê mekanê wan bihûşt bike. Heskirî, nas, dost û xizmên wan hemû li wir bûn.

Piştî  şînê weke hevalên Eşref, me serdana dayika Eşref kir û ser saxî jê re xwest!

Di bin hestên girande em bi rê ketin. Di kûrahîya ronahîya çavên dayika Eşref de, min gilî, gazin, rexne, hawar û qêrîn dît! Min ji dil û can heq da wan rexnan, wan gilî û gazinan!

Hinek jê li gor hebûna xwe, tinazên xwe bi hevalên xwe dikin, hinek jê jî ji bo bîr û bawerîyên ji  bo doza gelê xwe xortanîya xwe sipart axê! Hey dinyayê tu çiqas bêbext û bê pîvan e; hinek li pey nav û meqeman, hinek jê, bê war û bê gor in! Li vê ernedgarîya hanê, her bihostê axa Kurdîstanê bi xwînê hatîye avdan!

Eşref Tursun, di sala 1961 an li LİCÊ ji dayik bû, di sala 1983 an del li Amedê ji alîyê hêzên dagîrker ve hat girtin. Bi mehan di îşkencexana de, bi cûreyên îşkencê rûbirû bû. Piştî işkencên giran wî girtin anîn zîndana Amedê ya bi navê 5 Nolu.

Di zîndanê de bîrîn û bandora îşkencan her tim domkir. Êş û nexweşî her tim jîyana Eşref serûbin kir, dijmîn tu rêyek ne da ku Eşref ji nexweşîya xwe re li  derman bigere.

Nexweşîya Eşref di payiza sala1987 an de giran bû. Ji bo dermankirinê wî şandin Ankara û li wir di nexweşxanê de, ji ber encamên îşkencên giran ji nav me koç kir û beşdarî nav refên şehîdên Kurdîstanê bû!

Eşref bi zîrekbûn û giranîya xwe, bi ehlaq û nefisbiçûkîya xwe, bi rastî welatparêzekî zêrîn, şoreşgerekî egît û dostek, birayekî hêja bû!..

Ez carek din ji dil û can Eşref û şehîdên Kurdîstanê bi bîr tînim, li ber ked û xebatên wan bejna xwe bi rêz ditewînim.  15:07:2016  Amed- Cano Amedi

 

Têbinî: Ev nivîs li ber qedandinê bû, nûçeyên hewldana leşkeran ya destdayina ser rêvebirîya Tirkîyê dest pê kir. Ji alîyekî ve telefonên dost û birayên Ezîz ku digotin li xwe miqatebe, ji alîyekî de di nav rêza televîzyon-kanalan de di çûm dihatim. Ji ber vê yekê mijara nivîsa min ji hev belav bû. Xwedê kêmasîya dost û hevalên ji dil ne de… Dem xweş,  ka em binihêrin sibê çi li benda me ye….

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir