SIRRA DI NAVA SEETÊ DE (SAATİN İÇİNDEKİ SIR) -7

Nivîskar qiyas û muhaseba dema beşdarîya rêxistinîyê û ya veqetandinê dike; vejinandina hest û armancên xwe û hevalên xwe dike. Berîya dema ku beşdarî qada tekoşînê ya nav pkk bibe, hin dost û hevalên wî, di derbarê rewşa pkk û A. Ocalan wî agedar û şîyar dikin; lê ji bo ku bi hestên netewî û tekoşîna rizgarîya welat û gelê xwe tije ye, ji wan kesan ne fam dike ne jî bawer dike û ji wan re dibê: ‘‘madem hûn nayên tekoşînê, qet nebe, ji kesên ku dixwazin bitekoşin nebin asteng!‘‘ Li qada tekoşînê jî Mêhdî Zana jê re dibê: ‘‘Heta hûn Kurdistanê rizgar bikin, dil û hestên min li ba we ye xorto! Lê sibeha pêşî ya ku we welat rizgar kir, bi firoka pêşî, tevlî şimik û pîceme ezê Kurdistanê terk bikim!‘‘ Dibê: mixabin min apê Mêhdî jî fam nekir!

Gava endamek ji pkk biqete, derdixin pêlatforma partîyê. Rêvebirên partîyê, li ser navê ‘‘‘serok‘‘‘ û partîyê, li dijî wî kesî her heqaret, biçûkxistin, derew, şantaj û tehdîdê ji xwe re heq dibîne. Li dij Salih jî heman gotin ji devê Sabrî Ok derdikevin. Piştre bi gelek azînan û bi rêya serlêdanîyan, wî di bin kontrolê de dihêlin.

Xalek girîng jî piştî ku ew dikeve girtîgehê, bavê wî jî beşdarî nava sazîyên pkk yên mîna Parlamentoya dervî welat û Hereketa Îslamî dibe ku ji alî pkk ve hatibûn damezrandin. Tevlî ku hayê wî û bavê wî ji hev tune ye, lê di heman demê de ji pkk vediqetin.

Nivîskar, di şexsê du kesan de, lênerîna Ocalan ya li endamên partîya wî rêdide: Yekî ji rêzê, nezan, qels û bê ked û tecrûbe, çawa dikare bibe qahreman û mînak; yekî zane, bi tecrûbe û nîvê jîyana xwe daye tekoşînê, çawa bi hêsani dikare bibe xayin, eşkere dike.

Bi talîmata ku Ocalan dibê mafê mîsîllemê bi karbînin û 33 leşkerên tirk ku di bin komutantîya Celal Barak (Zeynel) de tên kuştin. Ocalan, di hevpeyvîna bi bbc de li vê çalakîyê xwedî dertê; piştre çalakîyê dixe hustiyê Şemdîn Sakik. Zeynel jî dema bi telefonê bi Ocalan re dipeyive, ji alî leşkerên tirk birîndar tê girtin û înfazkirin.

Polîtîkak pkk li hundir û derve, kesê ji xetê derkeve yan biqete, tecrît û sirgûn dike. Di hefsan de, vê sîyaseta tecrît û sirgûnê, pir dijwartir dimeşînin. Deme rêxistinek Kurd ya din jî li dûv wan neçe û nekeve bin kontrola wan, li hember wan jî hemû taktîkên tecrîtê bi kartînin. Loma li hember Salih û hevalên wî jî van taktîkan heta dawî bi kartînin.

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *