Serxwebûn Qonaxa Hebûn û Nebûna Gelê Kurd e!

Iro gelê Kurd, bi rewşa serxwebûna Başûrê Kurdistanê ve girêdayî, di warê netewî de di qonaxa hebûn û nebûnê de ye!

Ji peymana Qasrî Şirîn ve, ji Lozan ve, ji peymana Cezayîr ve gelek dem û dewran hatîye guhertin, lê di warê rewşa Kurdan de zêde tişt nehatine guhertin: aktor û xayin tenê rû guhertine.

Îro dagîrkirina Kerkûkê, bi destê hevkarîya mêtinkarên Tirk, Ereb, Faris û hevkarê wan beşek ji Yekîtî yan beşek ji malbata Talebanî û destûrdana welatên emperyal pêk hat!

Helbet Dewleta Îslamî ya terorîst jî bi planê van dewletan, ji bo ku pêşî li dewletbûna Kurd bigire hat avakirin û loma bera pêxîla gelê Kurd û hêza parastina wî dan.

Ji bo gelê Kurd, pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê, gavek dîrokî bû. Di dîrokê de cara yekê bû ku gelê Kurd, bi aweyekî demokratîk û ne di bin zor û tirsa kesî de, bi azadî li ser çarenûsa xwe biryar da!

Ji bo serokatî û rêvebirîya Kurdistana Başûr jî vê biryardana, gelekî zor û xeter bû: çimku pêwîst bû hemû helwest û êrîşên neyarên xwe û xîyaneta navxwe û ya dewletên cîhanê li ber çav bigirtana.

Ne tenê Kurdên Başûr, lê hemû Kurdên her çar perçeyan bi girani bawerîya xwe bi serok Mesûd Berzanî û pêşmergeyên qahreman anîn û hîna jî tînin. Bi xîyaneta beşek ji pêşmergeyên Yekîtî, qahremantîya pêşmerge ji holê ranabe. Lê bi dagîrkirina Kerkûkê, dibe ku hêvîya gelek Kurdan bişikê, lê serokatîya Kurdistan hîn li ser karê xwe ye û pêşmerge jî çeka wî li milê wî ye.

Bi nerîna min, divê rêvebirîya Kurd ji her demê bi biryartir tevbigere. Ji bo ku destûra serxwebûnê ji gelê Kurd hatîye wergirtin, bi şûnde gav avêtin ne mumkun e.

Divê êdî xiyanet bê ceza nemîne, hemû kesên ku destê wan di vê xayintîya radestkirina Kerkûkê de hebe, divê berî neyar bên cezakirin.

Hemû Kurd baş têgehîştine ku heta Kurd bindest bin, malê kêrê ne; keda wan, malê wan, gaz û nefta wan dibe bombe û gulle û pê dil û mejîyê wan parçe dike. Loma Kerkûk ji Kurdan bi çi dibe mal, divê Kerkûk ji destê terorîstên Heşda Şabi, pasdaran û leşkerên Iraqa mêtinkar bêt rizgarkirin. 17.10.2017

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *