Şêx Seîd Êfendiyê Pîranî û Hevreyên Wî/ ENFAL…

Îbrahîm GUÇLU
(ibrahimguclu21@gmail.com)

Dewleta Tirk, li ser înkar û tûnekirina neteweya kurd û kêmneteweyan ava bû. Hemû mafên neteweya kurd hatin xesip kirin. Kürdistan hat îşgal kirin û kolonî kirin. Kurdan jî li hemberî vê siyaseta dewleta kolonyalîst, mûxalefet kirin, ji bona mafên xwe serhildan, xwestin zora siyaseta dewletê bibin. Serhildana milî ya di bin serokatiya Rêxistina Azadî de hat meşandin, tevgereke gelek mezin û kîtlewî bû. Hezar mixabin serokên Rêxistina Azadî û Serhildana 1925an, bil ez hatin girtin û dîsa bil ez dadgeh bûn. Encama dagehekirina nehiqûqî hatin îdam kirin û hatin kûştin. Neteweya me bi qetlîameke mezinve rû be rû bû.

Li Başûrê Kurdistanê rejîma faşîst û dagîrker û kolonyalîst ya Baasî, di sala 1988an de ji bona ku kurdan tune bike û Kurdistanê bike ereb, dest bi qetlîama Enfalê kir.

ŞÊX SEÎD EFENDİYÊ PÎRANÎ Û HEVREYÊN WÎ…

Gelê Kurd, di Împeratoriya Osmanî de xwediyê statuyeke siyasî bû. Dema ku Împeratoriya Osmanî di Şerê Cîhanî yê 1-emîn de wenda kir û bi peymana Mondrosê biryara leşker belavkirinê hat dayîn, bi Peymana Sevrê jî avakirina Kurdistanê û Ermenîstanê bû biryar.

Hezar mixabin bi Peymana Lozanê, Peymana Sevrê ji holê rabû û gelê kurd bê statu bû. Her çiqas di avakirina Komara Tirkiyeyê de berpirsiyarên dewletê piştgiriya berpirsiyarên gelê kurd girtibûn û soz dabûn ku statuya Kurdistanê ji nû ve tespît bikin û mafên gelê kurd nas bikin jî, piştî ku Komara Tirkiyeyê xwe xurt dît û alîkariya hêzên navneteweyî û bi taybetî jî piştgiriya Rojava û îngilîzan, Rusya ya Bolşewîk girt, hebûna neteweya kurd înkar kir.

Ji bona ku biryar hatibû dayîn ku dewleteke milî û unîter ava bibe, neteweya tirk jî tekamûl nekiribû û diviya bû ku neteweya tirk ava bibe. Loma biryar hat girtin ku neteweya kurd bibe tirk; ji bona vê jî siyaseta asîmîlasyonê û tunekirina miletê kurd hat pejirandin.

Ev helwest û siyaseta Komara Tirkiyeyê, ji aliyê berpirsiyarên kurdan de nehat pejirandin. Ji bona vê berpirsiyarên Kurdan dest pê kirin ku rêxistinên Kurdistanî ava bikin.

Tê zanîn ku di destpêka sedsala 20-an de li Stenbolê gelek rêxistinên Kurdistanî ava bibûn û ew rêxistinan vekirî û legal bûn. Lê piştî demekê îttîhad-terakîciyan ev rêxistinan qedexe kirin û mifte li deriyê wan xistin.

Piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, rêxistina bi navûdeng ya ku ava bûyî Komîteya îstîklalê ya Kurdistanê (Azadî) bû. Serokê Rêxistina Azadiyê Xalid Begê Cibriyî bû û bi xwe di orduya Komara Tirkiyeyê de mîralay bû.

Komara Tirkiyeyê, demeke dirêj derbas nebû xebata Rêxistina Azadiyê tespît kir û serokên wê Xalid Beg û Yisuf Ziya Begê Bedlisî derdest kirin û li Bedlîsê hepis kirin. Xalid Beg û Yisuf Ziya Beg bi lezûbez hatin mehkeme kirin û hatin îdam kirin.

Ev yekê pêşiya rêxistinîbûnê girt û dîsa bû sedem ku berîya wextê, zivistanê, di 13-ê Sibata 1925-an de encama provokasyoneke leşkerên tirk, serhildana milî li Pîranê dest pê bike û li Kurdistanê belav bibe û hêzên kurd gelek desthilatdariyên bajaran bixin destê xwe.

Di 4-ê Adara 1925-an de Zagona Takrîrî Sukûnê hat pejirandin û piştî vê zagonê Dadgehên Îstîklalê yê Şerqê ava bûn.

Hezar mixabin piştî êrîşa hêzên dewletê. serokê tevgerê Şêx Seîd Efendiyê Pîranê li ser pira Wertoyê encama planeke qirêj hat girtin.

Serokê Komeleya Tealî ya Kurd Seyîd Evdilkadir û 12 hevalên wî jî li Stenbolê hatin girtin û li Amedê dadgeh bûn û di 27-ê Gulana 1925-an de hatin îdam kirin.

Şêx Seîd Efendî û 47 hevalên xwe, ku piraniya wan serokên olî û şêx bûn, di Dadgeha Îstîklalê ya Şerqê de hatin mehkeme kirin û bi lezûbez di derheqê wan de ji derveyî hiqûqê biryara daleqandinê hat dayîn. Li hemberî biryarê îtîraz jî nehat pejirandin û Şêx Seîd Efendî û hevalên xwe di 28-ê Hezîrana 1925-an de li Amedê li ber Mizgefta Mezin (Ulu Camiyê) hatin daleqandin û ew ketin nav şehîdên Kurdistanê.
*****
Serîhildana milî ya kurd bi zor û terora dewletê hat şikandin. Li Kurdistanê qetlîameke mezin pêk hat û bi deh hezaran kes, jin û mêr, hatin kuştin û hatin qirqirin.

Serok û têkoşerên tevgerê bi tevayî hatin kuştin û hatin ceza kirin.

Gund, bajerok, bajar hatin şewitandin, bi hezaran kes girêdayî Zagona Takrîrî Sukûnê hatin sirgun kirin.

Karbidestên Kurdistanê hatin şikandin, ji siyasetê hatin bi dûr xistin. Asîmîlekirina gelê kurd bi mekanîzmayên nû û xurt hat meşandin.

Desthilatdariya Kemalîst serîhildana milî ya kurd kir sedem, hemû pêşveçûn û mixalefeta demokratîk ji holê rakir.

Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, li Tirkiyeyê ji derveyî partiya dewletê CHPê, Firqeya Komarî ya Terakkîperwerî hatibû damezirandin. Desthilatdariya Kemalîst, ev partiya ji bona desthilatdariya xwe ya otorîter û totalîter xeter didît. Dema ku serîhildana milî ya kurd dest pê kir, desthilatdariya Kemalîst derfet dît ku vê partiyê tewanbar bike. Karbidestiya Kemalîst îddia kir ku Firqeya Komarî ya Terakkîperwerî jî bi awayekî daxilî serîhildanê bûye û ji serîhildanê re bûye alîkar. Ev jî bû sedem ku partî bê qedexe kirin û mifte li deriyê wê bikeve.

Desthilatdarîya Kemalîst serîhildana milî ya Kurd ji bona jiholêrakirina mixelafeta çep û sosyalîst jî kir sedem. Karbidestên Kemalîst him li Kurdistanê û him jî li rojavayê Tirkiyeyê zilum û zordarîya xwe bi plân û bi sîstem meşand.

*****
Desthilatdarîya Kemalîst, tevgera milî ya sala 1925-an, ji bona ku him xwediyê ruhê milî û him jî xwediyê ruhê olî bû, ji vê tevgerê gelek tirsiya.

Komara Tirkiyeyê piştî serîhildana milî ya sala 1925-an, xwe ji nûve ava kir. Li Hemberî mixalefeta kurd ya milî tedbîrên gelek xurt û xeter girtin.

Ji bona ku civata kurd û desthilatdarên kurd teslîm bigre, projeyên gelek qirêj xist jîyanê. Li ser ew malbat û eşîret, şêx û begên beşdarî serîhildanê bûne, projeyên taybetî meşandin.

Ev pêvajoya di sala 1938-an de piştî şikestina serîhildana milî ya Dersîmê, karbidestên kurd bi tevayî teslîm girt, ji bona ku li Kurdistanê burjuwaziya milî ava nebe û pêş nekeve siyaset meşand.
Wek tê zanîn, dewletên milî bi pêşketina kapîtalîzmê derketine qada dîrokê. Desthilatdarîya Kemalîst ji bona ku ev yeka dizanî, ji bona ku li Kurdistanê kapîtalîzm pêş nekeve planên taybetî meşand, bi sinif û tebeqeyên edetî yên dema feodalî re tifaq pêk anî û jîyana wan dirêj kir.

*****
Komara Tirkiyeyê, ji bona tevgera milî ya kurd ya sala 1925-an bişikine û ne rewa îlan bike, îddia kir ku ev serîhildana ji aliyê Îngiltereyê de hatiye oraganîze kirin. Ev îdia ne rast bû û heta nûha jî ji bona vê tu belgeyek nehatiye diyar kirin.

Lewra wê demê Îngîltereyê li hemberî Rusya ya Bolşewîkan piştgiriya M. Kemal û hevalên wan dikir û Komara Tirkiyeyê jî projeya wan bû.

Li aliyê din jî baş tê zanîn ku serokatîya tevgera 1925-an ji aliyê teknîkî de xwediyê derfet nebû, ku bi Îngiltereyê re danûstandin bike.

Serokatîya tevgerê xwestiye ku bi Yekîtîya Sovyetan re danûstandin bike û ji bona vê ji Lenîn re nameyek jî hatiye nivîsandin, hezar mixabin Lenîn bersîva nameyê jî nedaye.

Rastîyeke din jî heye ku, heger tevgera milî ya sala 1925-an bi Îngiltereyê û bi dewletên din re jî danûstandin bikira û ji wan alîkarî bigirta, ev jî rewa û xwezayî bû.

Lewra tevgerên milî her demê bi dewletan re ji bona berjewendiya xwe danûstandin kirine.

*****

Komara Tirkiyeyê îdia dike ku Şêx Seîd Efendî û hevalên wî suç kirine. Ji bona vê jî her xebateke di derbarê Tevgera 1925-an û bîranîna wan de hatiye kirin, pesinandina tewanê pejirandine û doz vekirine û ceza dane. Ez jî di vê çarçeweyê de him hatime ceza kirin.

Tiştekî aşkere heye ku ev nerîna Komara Tirkiyeyê, encama karaktera wê ya kolonyalîst û siyaseta wê ya li dijî neteweya kurd e.

Şêx Seîd û hevalên wî serokên neteweya kurd in. Wan ji bona ku neteweya kurd azad bibe û Kurdistan serbixwe bibe û gelê kurd qasî gelên din xwediyê maf be, têkoşîn meşandin û fedekarî kirin û canê xwe fêda kirin.

Ew di dilê neteweya kurd de dijîn.
Ew ji bona Komara Tirkiyeyê sedema tirsê ne.
Divê em ji wan re xwedî derkevin û li hemberî wan vatiniyên xwe pêk bînin.
Komara Tirkiyeyê çawa ku dixwaze neteweya kurd ji hemû hêjayiyên xwe dûr bixe, dixwazin ku ji serok û têkoşerên xwe jî dûr bixe.
Divê kurd ev siyaseta qirêj ya Komara Tirkiyeyê bibîne û nepejirîne.

TUNEKIRINA KURDAN: ENFAL…
Dîroka neteweya kurd, di heman dem de dîroka qetlîam û zulma mezin e.
Dîroka neheqî û nehiqûqî ye.
Dîroka kolonîbûn û parçebûnê ye.
Neteweya Kurd li hemû beşên Kurdistanê piştî serhildanên milî hatiye qetlîam kirin.
Ji bona tune kirina neteweya kurd dewletên kolonyalîst hewlên mezin û hevbeş dane.
Lê dewletên kolonyalîst nikarîne neteweya kurd ji holê rakin. Lewra neteweya kurd, neteweyekî mezin û dîrokî ya Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navin şaristanî ava kiriye. Xizmetî çand, dîroka giştî ya Rojhilata Navîn kiriye.
Enfal jî li Başûrê Kurdistanê qetlîameke mezin e. Enfalê di sala 1988an de dest pê kir û bi Qetlîma Helebçeyê domand.

Di qetlîama Enfal de ayete Quranê wek desîse hat bi kar anîn. Di encama Qetlîama Enfalê de derket holê ku desthilatdarên baasî bi mûsilmaniyê re jî eleqeder nînin.

Enfal di çend merheleyan bi dawî hat.
Di Enfalê de 185000 birayên me kurd hatin qetil kirin. Ev qetlîameke gelek mezin bû.
Bi Enfalê, 5 hezar gund, 4 bajerok, 30 qesebe, 3100 mizgeft, 100 dêr, 1800 dibistan, 300 nexweşxane ji holê rabûn. 2 mîlyon heywan hatin kûştin.

Sedema Enfalê tunekirina neteweya kurd bû. Erebkirina Kurdistanê bû.
Ez îdamkirina serok û têkoşerên Kurdistanê; Qetlîama Enfalê lanet dikim.
Li ber şehîdên Kurdistanê serê xwe ditewînim.

Amed, 06. 07. 2018

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *