PANORAMA 2022

Şeyhmus ÖZZENGIN

Me salek din, li paş xwe hişt û em derbasî salek nû dibin, her bi xwezîyên baş, bi hêvîyên zînde. Mixabin heta niha me kurdan her gotîye „xwezî bi par“(!) Ez hêvî dikim ku, sala nû vê kaîdeyê biguhere û ji miletê me re, ji welatê me re bibe sebeba vekirina derîyekî xêrê.

Di seranserê sala 2022 an de, serkêşîyek dijminane û sîyasetek xerab, rê ji dijminên me re vekir, ku li sê perçên Kurdistanê, bi hemû barbarîya xwe, kirinên xwe berfireh bike û li ser axa Kurdistanê, li ser sînga kurdan wêrek bibe.

Dewleta tirk, bi destê PKK, dînamîzma têkoşîna rizgarîya Kurdistanê, dînamîkên Kurdistanê yên 40-50 salî hemû da ber kujtinê, telef kir û ji holê rakir. PKK, Kurd, kir dijminê Kurd, ruhê kurdewarî birîn kir û her beşê Kurdistanê kir dijminê beşê din. Îro sebeba wan rojnameger, nivîskar, propagandist, demogog, hunermend û dilxwazên medya PKK, ku dijminê kurdên ne ji PKKê ne ev e. Van pênûsên kirêkar, kujtina rûhê hêza kurdewarî kirin erk ji xwe re.

PKK, li Tirkîyê Kemalîst, li Sûrîyê BAASî, li Îran piştgirê dewleta îslamîst û li İraq dijminê Başûrê Kurdistanê ye. Bi çepên Kemalîst yên dewleta tirk re mil bi mil, girseya Kurd li gor stratejîya dewletê bi rêve dibe. Tirk li ser serê kurdan kirine efendî.

Di seranserê 2022 an de dewleta Tirk, ji vê sîyaseta malxerakirî hêz girt û her xaka Kurdistanê dagirkir, gündên Kurdan bombe kir û xwîna kurdan rijand. PKK, tenê bi daxûyanîyên bêwate, ji dewleta Tirk re ev bingeh avakir.

Di 15.02.2022 de, Dadgeha Federal ya İraqê biryarek da!

Dadgeha Federal ya İraqê di 15.02.2022 de biryarek da û di Biryara xwe de, „firotina gaz û nefta Kurdistanê bi destê hikumeta Herêma Kurdistanê ne yasayî“ dît û xwest ku, Hikumeta Herêma Kurdistanê dahatên neft û gaza Kurdistanê radestî dewleta ferderal a İraqê bike. Ev jî bi dîrektîfa hinek hêzên siyasî bû, ku firseta destdirêjîya destkevtinên Kurdistanê bidest xistine. Biryara Dadgeha Federal a İraqê, biryarek siyasî bû û di armanca berevajiya destûra Iraqê a Federal de bû. Di sala 2022 an de, ev mesajên Dadgeha Federal a İraqê, mesajên xerab bûn ji bona Herêma Kurdistanê.

Îran, di destwerdana sîyaseta Bexdê de serkevtî bû. Her çiqa di hilbijartinan de hêza niştimanî bi ser ket û bi dehhezaran piştgiran re daket kolanan jî, Îranê nehişt ku hikûmetek dij Îranê û dij gendelîyê ava bibe. Bi avakirina hikûmeta nû, Îranê, di vê salê de jî serkevtî derket. Li İraqê, serokwezîr û serokkomarekî bê bandor her daxwaza Îranê ye û ev daxwaz têt bicîh kirin.

Dagirkarîya Rûsîya û liberxwedana Ukrayna!

Di destpêka sala 2022 an de Serokê Rûsîya Pûtîn dest bi xwarina gefan li Ukraynayê kir. Pûtîn, di 21ê Sibata 2022 an de Donetsk û Luhanks wek du komarên serbixwe îlankir. Ev dihat wateya perçekirina xaka Ukraynayê. Di 24ê Sibata 2022 an de jî dest bi dagirkirina xaka Ukraynayê kir û şerê Rûsîya û Ukraynayê destpê kir.

Serokkomarê Ukrayna Vladimir Zelenskiy, ji bona parastina xaka welatê xwe, gazî miletê xwe kir û fîşeka wêrektîyê teqand. Hin NATO, hin Emerîka û hin jî Yekitîya Ewrûpa (YE) li pişt Ukraynayê cîh girtin. Di nîyeta dagirkarîya ser Ukrayna û îlankirina şer de Pûtîn, xwest ku Rûsîya li dîroka xwe a kolonyalîst vegere û carek din wan welatên ku ji Rûsîya veqetîyane û bûne xwedî dewlet, dîsa vegerîne bin nîrê Rûsîya, ku hukumdarîya Rûsîya îlan bike.

Şer bi berfirehî, 10 meh derbas kir. Hesabên Rûsîya yên şer hev negirt û îro ev şer her tehlûkên hîn mezin di pêsîra xwe de dihemîne.

Di vî şerî de, Serokê Rûsîya Pûtîn, helwesta xwe a li henber demokrasîya lîberal û modela sîyasî a Ewrûpa dîyar kir. Serokê Rûsîyayê Pûtîn, hin ji hêla siyasî, hin ji hêla aborî û hin jî ji hêla îdeolojî û çandî nirxandî de eşkere kir ku ev helwesta sîyasî a Ewrûpa ji nirx û pirensîbên rûsan dûr“ e. Ev jî hat wateya ku ku Pûtîn, vêna yek ji sebebên şer dibîne.

Serokê Rûsîya Pûtîn, daxwaz û armancên nîjadperestên Rûs yên dîrokî wek dema Çar û „Yekitîya Sovyetê“ daye ber xwe. Li belav bûna „Yekitîya Sovyetê“ poşman bûye, li azadîya dehan miletan poşman bûye. Dixwaze carek din wan miletên ku ji bin nîrê Sovyetê azad bûne û dewletên xwe avakirine, bipaşde vegerîne bin nîrê Rûsîya û Rûsîya mezin bike. Daxwaza mezinayîyê li cîhanê dike. Lê Putînê, ku armanca Hitler û Stalîn daye ber xwe, nizane ku cîhan ne ew cîhana berî 80-90 salîye. Pir tişt hatine guhertin. Mirovatî, hestên mirovî, metodên parastinê hatine guhertin. Di nav van guhertinan de cîhê narsîstan zêde nemaye, emrê wan ne dirêje.

Di seranserê sala 2022 ande Şerê Rûsîya û Ukrayna bal kişand ser xwe û rojeva cîhanê girt.

Êrîşên ser Kurdistanê!

Hawîrdorê Kurdistanê di bin agir û bomban de dişewite û talan dibe. Miletekî ku 100 sale bê rawest li berxwe daye û li berxwe dide, raserî qatlîam û jenosîdan, surgûnan dibe, gundên wan tên şewitandin, bajarên wan bi serserê wan de tên hilweşandin, lê dîsa jî li ser ruhekî netewî, xwedî li axa xwe dernakeve û li ser rêbazek milî nayê honandin. Ev mijar cîhê guftûgoyê ye!

Destûra İraqê û nîjadperestîya ereban!

Di sala 2022 an de rojevek me ya ku her berdewam e, Destûra İraqê û maddeyê 140 e. Li başûrê Kurdistanê, ji 1958an û heta niha zeafek pir girîng derdikeve ber me ku, tu carî sînorê axa Başûrê Kurdistanê bi şîveyek fermî nehatîye qebûl kirin û nehatîye pejirandin. Her Kerkûk, Xaneqîn û Şingal ji dervê Kurdistanê hiştine û gotine “emê van deveran bi referandûmê zelal bikin”(!) Lê ticarî li van deveran referandûm çênebûye û İraqê xwe nêzî gavavêtina referandûmê nekirî ye. İraqê, her bi demografîya van deveran lîstîye û ev wek çek li henber Kurdistanê hatîye bikaranîn. Berî 80 salî Mûsil bajarekî Kurdan bû. Îro pêkhateya herî piçûk, li Mûsilê Kurd in. Di orta erdnîgarîya Kurdistanê de Mûsil, bûye bajarê iereban. Mûsil ji bona guhertina demografîya Kurdistanê mînakek girîng e.

Di sala 2022 an de pirsa butçê ya Kurdistanê, madeyê 140, guhertina demografîya xaka Kurdistanê berdewam bû. Kurd, li Bexdê perçe perçe û nîjadperestên ereban jî ji vê surûd girtin û her bi îradeya miletê Kurd lîstin.

Yek ji rojevên me ku nehatîye guhertin, her dewam kirîye, Êrîşên Tirkîyê ne!

Tirk, li ser nirxên dijminane, bi hemû hêza xwe li herêmê dijminatîya kurdan dikin. Ev tiştekî dîyare. Kurd di sîyaseta xwe de, bi dostên xwe re bi zanistî divê li henber vê sîyaseta tirkan tevbigerin. Divê di meşandina vê sîyasetê de parastina berjiwehdîyan esas be, ne ku kurdan ji bona xwe bikar bînin!

Heta bûyera 21ê tirmeha 2022an, ku li devera Zaxoyê pêk hat, İraqê, bi helwestek ciddî hin dagirkarîya Tirkîyê, ya li ser axa Başûrê Kurdistanê û hin jî êrîşên ser gund û gundikên başûrê Kurdistanê, qetilkirina sivîlan şermezar nekiribû. Vê carê Tirkîyê geştiyarên ereb kir hedefa xwe! Li ser vê êrîşa Tirkîyê, sîyasetmedarên İraqê, serokwezîrê İraqê û pir hêlên din nerazîbûnek mezin nîşandan. Li Başûrê Kurdistanê di hundurê 2 salan de bi êrîşên dewleta tirkan 138 kesên Kurd û sivîl canê xwe ji dest dane û 204 kes jî birîndar bûne. Ji van cangorîyan 129 kes Kurd in. Ji birîndaran jî 179 kes Kurd in. Lê İraq tenê ji bona vê bûyera 21.07.2022 an qîyamet rakir. Gelo xwîna kurdan ji a ereban erzantire, ku heta niha İraq bêdeng bû?

Jîna Emînî û bi sedan cangorîyên serhildanên Rohilatê Kurdistanê, Belûcîstanê û Îranê

Jina Kurd ne li gor fesala cil û bergên îslamîstan e. Hevîrê jina Kurd, ji hevîrê mirovatî, azadî û rûmetê ye. Jîna Emînî, ji bona van hêjayên xwe, ku xwe pêveberdan neke, bi şêrane canê xwe kir bedêl. Ev sê meh derbas kir, agirê ku Jîna Emînî vêxistîye, li gund, bajar û navçeyên Kurdistanê, Belûcîstanê û Îranê û dîyaspora geş û zînde didome.

Dîktatorîya îslamîstên Îranê, ev çendîn sale, bi zor û zilma xwe li ser jinê, li ser netewên din û mezheb û olên Îranê têt naskirin. Dîktatorîya îslamîstên şîe, bi qanûnên çêkirî, dixwaze jin û herkes li gor van qanûnan bijîn. Bi dîktatorîya xwe, şexsîyet, azadî û hebûna mirovî xistîye bin bandora xwe û bi perçiqandinê, îşkencê û kujtinê, dardakirinê dixwaze li Îranê Kurd, Belûcî, Faris û gelên din dîzayn bike. Ji bona berdewamîya rejîma îslamî, ev kar û kirinên dîktatorîya Îranê her berdewame.

Ciwan, jin di ênîyên berxwedanan de bi dirûşmên dij dîktatorîya îslamî, doza azadîya xwe dikin û çalakîyan didomînin. Ji zarokên sefa navîn bigire heta xwendevanên unîversîtan bi dirûşmên azadîxwaz li ser lingin, di çalakîyan dene. Dîktatorên îslamîst yên Îranê, bi çekan êrîşî ser girseyên çalakvanan dikin, gula li ser wan direşînin. Yên ku tên birîndarkirin û tên desteserkirin, di navendên asayîşê de tên kujtin, zarokên 16-17de salî tên dardakirin, tên wenda kirin. Di çalakîyên Rojhilatê Kurdistanê, Belûcîstanê û Îranê de rû û porê van cangorîyan bûne sembola berxwedana li dij dîktatorîya Îslamî a Îranê. Rû û porê Jîna Emînî û bi dehhezaran jinan bûye ala azadîyê, ala berxwedanê.

Mijarek din jî dîyaspora Kurd bû.

Carek din çalakîyên li dîyaspora Kurd, yên ji bona Piştgirîya Rojhilatê Kurdistanê derxist ber me ku, dîyaspora Kurd ne bi rêk û pêk e û nikare dengê xwe bike yek. Nikare serkêşîya girseya dîyaspora herçar perçên Kurdistanê bike û kurdan wek miletekî, xwedî helwest bimeşîne.

Rastî ewe ku; Dîyaspora Kurd li Ewrûpa ne birêk û pêk kirîye. Ji hev cûda, di destê bezirganên sîyasî de, perçe perçe, li gor daxwaz û berjewendîyên şexsan, grûban têt bikar anîn. Ev çend sale, hewlên, tenê bi sembolên netewî bi hev re avakirina navendek Kurdistanî tên dan. Lê hinek bezirganên sîyaseta Kurd û berjewendîperest, pêşî li vê girtine û her xwe davên pêş û nahêlin sazîyek xurt, jîrek û birêk û Pêk ji dîyaspora Kurd re derkeve holê. Xwe davên pêş û pêşî li kar û xebatên dicîh de digirin. Gavek rast, bi destê dehan kesan û rêxistinan pêşî lê têt girtin.

Rojavayê Kurdistanê!

Yek ji rojeva sala 2022 an, a ku neguherî jî êrîş, kujtin, talan û barbarîyên dewleta tirk yên li ser Başur û rojavayê Kurdistanê bû. Bêdengîya aktorên cîhanê, ku li herêmê rewşê îdare dikin, Barbarên tirkan li ser sînga kurdan wêrek dike.

Gelo Emerîka û Hêzên hevpeymanan ji vê re amadene?

Ez di vir de ne bawerim ku, Emerîka, dev ji sîyaseta xwe ya statûkoparêz berde an jî berdaye. Tirkîye jji Emerîka re wek dewletek hevalbendê NATO, hîn mutefîkekî stratejîk e. Di ji nûve dîzaîn kirina Rojhilata Naverast de, Emerîka ji kurdan bêtir, balê dikişîne ser tirkan. Ji ber wê ye ku, ji kujtin, talan, barbarî û dagerkarîya tirkîyeyê re çavên xwe digire. Tenê bi zimanekî dîplomatîk, tilîyek hingivî davêjin lêvên kurdan! Lê di bînî de cesaretê didin tirkan. Bi raya min ev tê wateya ku Emerîka Tirkîyeyê ji hesabên xwe dernexistîye. Ji bona Kurdistanek azad, Emerîka ne amadeye ku Tirkîyê bike hedefa xwe. Îhtimalek mezin e, ev bêdengîya li henber Tirkîyeyê jî li gor van hesaban dimeşe. Di herêmê de Îsraîl, ticarî wek hêzek taşeronî, ji Emerîka û YE (Yekitîya Ewrûpa) re naxebite. Îran jî ji dervê pîlanê ye. Wê wextê dimîne Tirkîye!

Ji bona Rojhilata Naverast a nû, wê dîsa Tirkîyeyê bikin mutefîkê xwe yê stratejîk. Eger ev nerast be, çima Emerîka û Hêzên Hevpeymanan ewqes zêde tawîzan didin Tirkîyeyê û çavên xwe ji barbarîyên wê re digirin?

Tirkîye, bi van êrîşên ser Başûrê Rojavayê  Kurdistanê; pîlana ku li Efrînê, bi lihevhatina Rûsîya, Tirkîyê, Îran û Sûrîyê li ser kurdan û xaka kurdan bicîh bû, niha dixwaze li Hesekê û Qamîşlo jî bicîh bike.

Wexta ku em li sîyaseta rêveberên kurdan yên ser sahê dinêrin, em dibînin ku di bin ruhekî taşeronî dene. Ketine bin derûnîyek xerab û kerta wan ya herî mezin, dîyar dike ku; „Tirkîyê operasyonek reşayî destpê bike, emê jî herin cem rejîmê û hêzên xwe û rejîmê bikin yek.“(!) Lê hizir nakin ku di virde ev daxwaz jî daxwaza tirkan, Ereban û farisa bi xwe ye. Tirkîyê bi şîveyek eşkere, li seranserê herêma Başûrê Rojhilatê Kurdistanê dixwaze pêşî li kurdan bigire û rê veke ku hêzên rejîmê werin, li van deveran bicîh bibe. Hin Rûsîya, hin Îran û hin jî rejîm bi erênî vê projê destek dikin. Entegrekirina hêzên çekdar yên kurdan, bi hêzên rejîmê re jî kareke ku dikeve ser milê Rûsîya û PKK! Kurd jî bi vê sîyaseta xwe a taşeronî, „ku zorî li me were, emê têkevin nav hêzên rejîmê“, xerakirina mala Kurdan dipejirînin.

Îran rewşa wê guhertîye û Îranê, bê ku rejîma wê bêt guhertin, ji dervê vî hesabî dihêlin.

Tirkîye, her roj gund û navçeyên kurdan bombe dike. Kurdan dikuje. Efrîn û derdorê wê talan dike. Bi dehan hêzên îslamîst, ku piranîyên wan wek hêzên terorê tên qebûlkirin, di bin baskê Tirkîyeyê de, ketine ser pêsîra kurdan, kurdan dikujin, direvînin. Malên wan talan dikin û dar û berên wan diqelînin. Lê Ew hêzên ku li henber DAÎŞê ji kurdan re mutefîk bûn, çav û guhên xwe ji Tirkîyê û van hêzên terorê re digirin! Ev tê çi wateyê?

Heger ev nayê wateya ku, ji bêdengîya van dewletan, “tirkîye li ser sînga kurdan wêrek dibe”, têt çi wateyê?

25.12.2022

Geef een reactie

Het e-mailadres wordt niet gepubliceerd. Vereiste velden zijn gemarkeerd met *